Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye

ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye

4. çi eleqa birê min?

di dema osmaniyan de demên wê yên dawî jî têde wîlayeta diyabekîrê di nava dewleta osmaniyan de piştî stenbol û bursayê sêyem wilayeta herî pêşketî bû,.
piştî ku komara tirkyê ava bû hêdî hêdî feqîr bû.
sedemên wê hene yek jê ermenan hatin kuştin û sirgunkirin, di bakurê kurdistanê de bazirganî di destê ermenan de bû ermen bi rastî jî jîr bûn, çawa ku di rojavaya tirkiyê de bazirganî di destê yahudî û rûman de bûn her weha di kurdistana bakur de jî di destê ermenan de bû ji loma bakur di warê aboriyê de gelek baş bû, lê ermen hatin sirgunkirin û piştî konferansa îktîsadî ya îzmirê hemî dewlemendiyên nijadên dî ji hêla dewletê ve bi awayekî ji destê wan hatin girtin. te dît dewleta tirkan dixwest bibe uniter lê ji bo ku karibe bibe dewleteke uniter î kapîtalist di destê dewletê de burjuwa nîn bû hemî pere û dewlemendî di destê xeyrî muslîm de bûn. ji loma bi politîkayên aboriyê yên nijadperest kêmarên dewletê bi hemdê dewletê feqîr ketin û ji bo tirkan jî burjuwa hat avakirin, bi demê re..

ya duyem dewlet nedixwest kurd xwedî hêz û qiwet bin, hemî dewlemendên kurdan xwedî ax û erdan e lê bes ne burjuwa ne, ji avabûna komara tirkiyê heta aniha gelek komunîst û anarşîstên kurd hene lê dewlet nehêlişt hama bi tenê kurdekî jî bibe burjuwa (bnr: behcet canturk)

ya sêyem tirk bixwe ne jîr û jêhatî ne, hetanî aniha nedikarîn markayeke navnetewî ava bikin, ne di warê teknolojiyê de ne di warê otomotivê de ne di warê nivîsbariya telefon û kombersan de ne di warê tiştekî dî de serkeftineke berbiçav bi dest nexistin. bi tenê du şirketên mezin hene ku dikarin hinekî amurên sanayiya sivik hilberînin malabata koç û malbata sabanci yên dî giş mûtehît in û ji bo pêşketina tirkiyê bi kêrî gûyekî nayên hew avahiyan saz dikin

ya çarem di destê tirkan de berê sektora çandinîyê hebû lê piştî politikayên akpyê ew jî têk çû, tevî ku dewleteke çandiniyê ye êdî genimê jî îthal dike ango ji derve distîne..

mustafa kemal atatürk yekî hişaza û jîr bû, her çend ji bo kurdan kujerek be jî ji bo tirkan şansekî mezin bû lê bi desthilatdarbûna partiya demokratê hemî rêbaz û rêgezên wî hêdî hêdî hatin binpêkirin. partiya demokrat ji bo xatirê axayekî kurd enstîtuyên gundan rakir, derbê ewil ew bû dûre jixwe ji dêla ku bibe dewleteke pêşketî ji eyar de ket ta heta îroyîn jî ne dewleta pêşketî û angajeyî cihana nûjen e, dewleta îhaleyan e..

cardî dibêjim ji ber dewleta tirkan, kurd jî kurdistan jî di paş de ma, ger kurd û ermen bi hev re bijîyana wisa nedibû, belê kurdên bakur li gorî kurdên başûr û yên rojhilat pêşketî ne lê ne ji ber dewleta tirkan, ji ber zêdetir genîbûna iraq û êranê..



10.06.2017 00:05 ~17:31 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkan şoray
» bajarên ku tirşikwan dixwazin bijin
» bakur.nekure1
» bûyera hiqûqî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî