Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    15 mijar û 23 peyam
    were fêrî kurdî be

    were fêrî kurdî be

    1. helbestekî xweş ji bo kesên ku dixwazin alfabeya kurdî hîn bibin

    alfabê
    Were fêr be gula dil
    Gula dilê tijî ‘kul
    Were fêrî kurdî be
    Dûrî hemû derdî be
    Fêr bibe tu Alfabê
    Bi zimanê bav û dê

    A, a
    A, bêje tu wekî av
    Ax û ala û alav

    B, b
    Bê, wekî bira û bav
    Bide bavê tu silav
    Baş be di gel birayan
    Bi tore be li bal wan

    C, c
    Cê wek cante û cilik
    Canî , conge û cûcik
    Cano cante hilîne!
    Coher, qeleman bîne!
    Cûcikekê bikşîne!
    Perrê wê bineqşîne!

    Ç, ç
    Çê, çav û çeng* û çene
    Endamên leşê te ne

    D, d
    Dê dest û didan û dev
    Paqij bişo roj û şev!
    Pê pirçe û didanşo
    Dev û didanan bişo!
    Dem û dilê dayîkê!
    Destî bide xayîkê!
    Tev herrin debistanê!
    Nas bikin Kurdistanê!
    Hîm bibin zimanê dê!
    Bixwînin xoş alfabê!

    E,e
    E, bêje wekî Erez!
    Min got û dibêjim ez

    Ê, ê
    Ê, wek êzing û êvar
    Êzdî Kurd in li Şengar

    F, f
    Fê wek, fêrgeh û fêrkar
    Kurdî fêr be tu her car!

    G, g
    Gê wek gul û gulfiroş
    Ji gulê tê bêhna xoş

    H, h
    Hê wek Hêdî û Hawar
    Heval, Hogir û Hevkar
    Hirmî, hejîr û hinar
    Di havînê têne bar

    I,i
    I, herwekî istiran
    Yan istêra li esman

    Î, î
    Î, herwekî înîyê
    Ew tê li pêş şemîyê

    J, j
    Jê wek jîn û jîyanê
    Jîn xoş e gel vîyanê

    K, k
    Kê wek Kurd û Kurdistan
    Kurd namîne li, jêrdestan

    L, l
    Lê herwekî lêv û lam *
    Li rû ew in du endam

    M, m
    Mê wek masî û mase
    Mezinên xwe binase!

    N, n
    Nê herwekî Newroz e
    Newroz bo me pîroz e

    O, o
    O herwkî ordekê
    Wek orîna çêlekê

    P, p
    Pê herwekî pişk û par
    Pembo, pîzav û pincar

    Q, q
    Qê qelem û qelemdan
    Dengê qaz û qulingan

    R, r
    Rê wek roj û rojhelat
    Ronî hat, reşî helat
    Rojabaş ronahîya çavan
    Rastîyê bêje li, her gavan

    S, s
    Sê, wek sênî, semawer
    Wek sîng û sermil û ser

    Ş, ş
    Şê şeh û şimik û şal
    Şev û şevçira û şemal
    Şevbihurk û şevşahî
    Şemalkan da ronahî

    T, t
    Tê wek tîrêja tavê
    Tarî nema li navê

    U, u
    U wek uro* ez kurdim
    Ji bo kurdînîyê dimrim

    Û, û
    Û wek tûr û dûr û nûr
    Rûbar hene gelek kûr
    Wekî Zê û Ava şîn
    Dicle û Furatên rengîn

    V, v
    Vê wekî vik û vala
    Velez nagihê hevala

    W, w
    Wê wekî welat û Wan
    Ew welatê me Kurdan

    X, x
    Xê herwekî xebat e
    Xêr û xoşî û xelat e

    Y, y
    Yê yad û yadigarî
    Yekî, yekîtî û yarî
    Yek bin yek û yek bigrin
    Yêkatîyê ra şagird bin

    Z, z
    Zê wek Zerî û Zîn e
    Zimanê me zengîn e

    Hey gulên gulistanê
    Şagirdên debistanê
    Hûn hîm bûne alfabê
    Bi xoş zimanê dadê
    Vêca fêr bin rêziman
    Silav li we şagirdan

    Ferhengok:
    Çeng: bask, mil
    Lam: hinarka rû
    Uro: iro, hero, ero, pirtika gazîkirinê ye ji bo mêran



    09.06.2017 21:56 | mindal

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    wawik [1]
    heywanên ku min navê wê bi saya bernameyek trt 6ê (çivîk û wawikan) hî...
    yewnanistan [1]
    Welatê ku li Tirkiyeyê Yûnanîstan dibêjin, ne Yûnanistan e. Bi navê xw...
    avhewa [3]
    bo pênasekirina xwezaya erdeke berfireh a li ser dinyayê tê bikaranîn ...
    wolf cut [1]
    Şêweyekî jêkirina pora ye çendek e li bîra min e jî. Min li (vbnr: pî...
    pêkenokên kurdî [1]
    Dema textor li odeyên tîmarxanê/dînxaneyê digerîya, dibîne ku nexweşek...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » were
    » feriskandin
    » kurdiya wêjeya cîhanê

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî