Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
şakiro - tirşik
şakiro
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bapîrê özcan denîz e.

(bnr: şahê şahê keran)



10.07.2013 23:16 | simurg56

2. bi rastî di nav dengbêjê kurd de yê herî navdar e. di kilamê xwe de her çiqas qala bûyerên cîvakî bike jî mijara kilamê wî bi piranî şayesandina jinên bedew in.



10.07.2013 23:16 | parezer

3. dîroka zindî..



10.07.2013 23:17 | mamo

4. Şakiro, kurê Bedîhê Dîlê.şahê dengbêja. Kewê Ribat an Kewê Nêr belê kurdê rojhilatê wisa binav dikirin. Hema bigire di mala her Kurdekî de kasetên wî hene. Herçendî ji Erzirom-Qereyazî´yê tê zanîn jî ew bixwe ji Agirî-Patnosê ye.di sala 1968 de li qeryazî ye bi çîh dibin. Tirkan navê Şakir Deniz pêve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (ha hîîî ha haîî) stran digot.

Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye û bi pirranî stranên Reso gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reso jî bixwe şagirtê Evdalê Zeynikê ye. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996 an de li Tirkiyê, bajarê Îzmîrê di nav jiyaneke xizan û awarte de jiyana xwe ji dest da.



11.09.2013 21:00 | newenda

5. dema davêje ser ferzende begê hesenî, lehengê serhildana agiriyê, kuç dihelin, ax diqelêşe..





09.06.2014 00:47 | endazer

6. Dema em Şakiro dişopînin, em dibînin ku di kilamên evînî de gelek sekeftî ye. Di wan kilaman de, deng bilindkirin, qîr û carna jî ku dengê xwe nizim dike û bi aramî stranê dibêje, kêf û zewqeke zêde dide stranê û guhdarvanan.



13.03.2015 02:16 | quşxaneli

7. dengbêjêkî gelêk serkewtî yo.stran û stîrîna ey ra ez heyran a.



nemaze şînnameyê min zî "şakiro" yo. Gama ke kesêk mi rê vajo, "şakiro nava me baş e ? " ez kêfweş bena. hetta û hetta ez şahî ra perrena.



homa her kesî/ê ra şînnameyêkê sey nê behş bike.



13.03.2015 02:27 ~02:55 | endazyar

8. Ez heyrana wî dengî me;



-erêêê dêraaaaaaan

-emrooooooo, emrooo sibe ye qîz û bûk û gundê me dimeşin ser avê....

-wey dil wey diiiill wey dilll...



(bnr: şekiro) şekir e şekir.



13.03.2015 12:13 ~12:14 | xendekî

9. dengbêjeke ku bi rastî jî dengbêjek nola wî tune ye. lê di kelepûra êzîdiyan de rola wî sifire, tu caran nehat û naye guhdarkirin. sebeb ewe ku gelek caran gotina şeytên di kilamên wî de derbas dibin û wekî din jî pir pesnê îslamê dide, di kilamên wî de gelek caran osmanîperestî heye.



05.07.2015 00:35 | hola êzîda

10. Ne wekî baqî xidoye



05.07.2015 00:40 | hesen bira

11. (bnr: şahê dengbêja) dengbêjê herî serkeftî stranê wî gelek xweşin dema di stire peyva lihev siwar dike yanî zû dibêje meriv sitraneka wî deh cara jî gohdar bike jê fehm nake û heta meriv sax be meriv nikare kilameka wî ezber/hafiz bike ji xeynî dengbêja. meriv serê ewil ji dengê wî û dengbêjîya wî acis dibe lê paşê li meriv rudinê û xweştê ji merivra ger meriv mesela kilama û hinkî dîrokê zanibe diha xweştir dibe. stranê wî ji xeynî hinek peyv û gotin û hevokê islamî (dînê mihemed, sê sondê qesemê, bi sê telaqê jin berdanê, kafirê filankeso, şeytan...) deh qatê wî peyv gotin û hevokê erotîk gotîye. erotizma di stranê wîda di ti stranada tune û tu kesî jî ne gotîye straneka wî hebû niha nat bîra min behsa bi hevşabûnekî dikir meriv gohdarî dike meriv dibê qey meriv pornoyê gohdarî dike mucîdê pornoya tê gohdarî kirinêye. lê misilmanetîya wî û ne misilmanetîya wî ya strana edebîyate û hunere bira kes dev dirêjî hunera wî neke ger dev dirêjbikin ezê dev û çenê wan bişkênim û bikim yek.



05.07.2015 14:31 | shorbevan

12. xwede rehma xwe bi leke. ji Panos/Agirî ye. Ape ozcan denizê ye. Şahê dengbejane. nizanim çima carinan di klamê xwe da ''çolix çocix'' bikar tine. Li ser serhildana Agirî,Şex Seîd,Ferzende Beg ji klam gotîye. Bo min klamê heri xweş ''le mihibê'' ye



27.10.2015 23:52 | derziyus

13. remîx e kî pir delal derketîye holê seat xweş





24.03.2016 20:40 ~20:40 | quşxaneli

14. esla xo de vengê şakîroyî dahane weş o. la heyf o ke vengê ey pê qayîtan heta ke rêsayo ma bîyo xirab. ha reyna zî baş o. no zî mucîzeyêko homayî yo. ma şima hema zî homayî ra bawer nêkenî? heyf.



24.03.2016 21:20 | ladyzazarus

15. Şakiro - Kekê Xiyasedîn





09.04.2016 20:24 | quşxaneli

16. çend heftê berê di rûpela teyrê de hatibû parvekirin.





remîxên wisa tişteke rast e ne rast e nizanim. hê li ser vî tiştî kûr nefikirîme. lê bi ya min xweş bûye.



dema dibêjin tiştên wisa çanda dengbêjiyê xera dikin lazim e em heqê wan bidin lê bi riya remîxên wek vî stranî qet nebe hin kilaman dikare bigihije nifşê nû.



09.04.2016 23:04 | kurê xelkê

17. remîksekî têra xwe ecêb û xweş çêkirine, lê bi ya min gotinên stranê pîçek şaş in. ha ji we re:





17.03.2017 02:02 | wiha wilo wisa

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» şakiro gotinê wey dil

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî