Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
yekemîn tiştê ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî - tirşik
yekemîn tiştê ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî

Navê mijarê ya ewil ev bû:yekemîn tişta ku dema mirov şiyar dibe tê bîra wî
(14) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mixabin gelek caran ne tişta herî biqîmet û hezkirî ye.

weke mînak ji bo min piranî pirsên weke "saet çend e?" "gelo ez ji bo kar mam dereng?" in.



05.05.2014 21:05 | simurg56

2. (bnr: mÎz)



05.05.2014 22:36 | xwelî li ser

3. taştÊ çiye?



05.05.2014 22:37 | xwelî li ser

4. (bnr: ez li malê me yan li nobetê?)



05.05.2014 22:57 | azadixwaz

5. ji bo gelek kesan ew e.



18.11.2014 14:47 | nazim tolhildan

6. Li gor rewşa mirovan diguhere.

mesela ji bo kesekî ku di jiyana wî de jinek heye, tişta ewil dibe ku ew jin be..

Ji bo kesên ultra-qûnde dibe ku çîkê wî an jî çîka wê be..

ji bo kesên ku pir ji xewê hezdikin, dibe ku mecbûriyeta ji xew rabûnê be..

ji bo kesên ku dihere dibistanê/zaningehê, dibe ku dibistan/zaningeh be..

ji bo kesên ku her tim dereng ji xew radibe, dibe ku ixtîmala dereng mayina ji kar an jî ji mektebê be..



Û her wiha didome..



18.11.2014 15:05 | mergehez


8. li gor saetê,demê, rojê, salê, demsalê û haletî ruhiyeyê diguhere..

mesela ji vir heta penç meh berê, dema ez şiyar dibûm çavên wê yên reş û mezin dihat bîra min lê niha dema ku şiyar dibim tavilê amed tê bîra min, bi sixêfan dest bi rojê dikim; ''ez ê qûna vî bajarî me gidî, ez ê bi xêr kîja roj çavên xwe yên xumarî di sibehên sermest û mişt hîsên gêj ên amedê de vekim?'' falan*



18.11.2014 19:00 | ferhenga şikestî

9. saet



18.11.2014 21:30 | uciezkvidyêvp

10. (bnr: gelo çi bi wî/wê nexweşî hat)



19.11.2014 00:05 | azadixwaz

11. elbet hinek din jî raketin e. bi xwedê her dem ev tê bîra min .



19.11.2014 08:35 | brusk56

12. (bnr: cixare)



19.11.2014 10:47 | oxir

13. (bnr: paşvexistina alarmê)



19.11.2014 12:29 | simurg56

14. (bnr: tuwalet û mîzkirin)



19.11.2014 13:09 | xendekî

15. van rojane berê vîze tên bîra min..paşê jî tê bîra min ku ez ne xebitîme..



19.11.2014 13:32 | vêca çiyeeee

16. (bnr: berxwedana kobanê)



19.11.2014 13:43 | nazim tolhildan

17. ji bo hin kesan jî qûna kim kardashian



19.11.2014 16:26 | nazim tolhildan

18. ya yekemîn nımêje ya duyemîn jî evîna mın e. ger ev nebin hun bızanın ku ez hişyar nebume. hişyarÎyeke bê van ramanan wekî mirinê ye jı bo mın. Xwedê şanî mın nedê hişyarîyeke wısa.



20.11.2014 12:36 | azad30

19. Ji ber ku ez devvekirî radizêm heta sibê qirka min mîna çola saharayê ziwa dibe. Çawa hişyar dibim herî kêm du şûşe av vedixwum.



27.07.2019 02:25 | xelîl

20. dema ku şiyar dibim yekcar bi dengê xwe yê qalind ew dubendikên ji helbestê şêx evdirehmanê axtepî ya bi navê pur hezîn im dixwînim.

nizanim ji ber çi? belku nû şiyarbûnê dengê min ji asayê gelek stûr derkevê û ev jî xweşa min dihênê. dibe ku kul û derdên min her ku diçin zêde û mezin dibin. Kê dizanê? ji lêvên min derdikevin û hildikevin tevî dorhêlê dibin. êdî dibin xwemalî herkesî.

der xerîbê berf û bahozê 'ecaib dil kewand
dê çikim ya rebb, medet dinya li min têk bû 'ezab

ji asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek serrad
agirê hicran û xurbet, min di dil bû îltîhab


pê rê pêhisîna kurdbûna xwe ku hercar di bîra min de cihekî saxlem de ye dîsa pê dide ser. û ew dubendikê mele mihimedê şoşikî ku min cara yekem yan li tirşikê yan jî li twitterê xwendibû û yekcar jiber kiribû dixwênim.

mijar û mebhesa kurdan netê tahmkin bi dev û dindan
ji ku hişk e wekê sindan ne tê dayîn ne tê hildan.


û pê re bi gotineke herî sivik nebesatî û neşarezabûna serdarên me û kiryarên wan yên bêrûmet tê bîrê. parçeyek ji helbestê pîremêrd ya bi navê taqtaqkere hidikevê devê min.

taqtaqkerekey serdarî kanî
boç denallênî heta beyanî?

hîç kes natwanê ta roj binallê
meger ’aşiqê sewday xallê

diyar e min û to herdû hamferd în
herdûkman wek yek tûşî yek derd în

were herdûkman nalleman yek xeyn
bellkû bem ‘eşqe nîştiman ser xeyn


pê re tewizîbûna min û tirsokbûna min dihê bîra min. ev çarîne ya seyîd elîye findîkî dixwînim.

de ka rabe, tu bes raze!
xwe pêk bîne gelek taze,
li pêş te kaş û efraz e,
ji vê razanê şerm nakî?


û pê re dîsa kul û derdên min hemû tên bîra min. dîsa jî devê dîzika wan derd û kulan digirim. xwe digihînim xwedayê xwe û ji vî dixwazim daxwazên xwe û ev dubendikên ehmedê xanî bilêv dikim. dizanim. Xweda bigihêjî min û destê min bigrê û ezê rabim ser piyan. emê rabin ser piyan. bi destûr û alikariya xwedê.

xanîya zayi' me ke weqtê xwe ey nadan! ebes
bê teleb nabî ji weslê behremend ey bul-hewes!

saniê mutleq ku nînin îhtiyacek wî bi kes
lutf û îhsana wî jî derheq telebkarê xwe ye


Nizanim hinek ji helbestan hez dikim herhal.



27.07.2019 05:27 ~05:48 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn xêlê tirşikvanan
» tiştên ku mirov berî razanê difikirin
» dema pandemiyê zêdebûna firotina pîrtûkên kurdî
» mirovê diz ji xwe bişik e
» şiyar ayaz
» dibe ku
» tê bîra te şêrîn canê
» bîranînên tirşikvanan yên dewlemendîyê
» wîkîferheng, ferhenga azad

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî