Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
survivor - tirşik
survivor
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kesê ku ji qezayek an jî felaketek, sax derketiye. an jî kesê ku ji bo jiyanê têkoşînê dike.

peyvek îngîlîzî ye.

ji peyva survive pêk hatiye.



05.05.2014 20:55 | simurg56

2. (bnr: survivor allstar)



03.03.2015 10:51 | brusk56

3. bernameya ku di nexweşxaneyê de di devê her kesî de ye..

ya rebbî! ez dê kêngî ji tirkan xelas bim?

yahû ji siharê heta nîvê şevê bernameyê û acunî didin ber çêr û sixêfan lê dîsa jî bernameyên wî yên bêhnpêketî temaşe dikin û bêrîka necamêr tije dikin.

bi rastî meraq dikim û ji wan kesan dipirsim; gelo hûn ker in?



03.03.2015 22:18 | ferhenga şikestî

4. peyva ku kurdiya wê ji min re lazim e, yekî xwêrxwaz ê zane tune ye gelo?



13.05.2015 16:08 | serhednişîn

5. vemayî

kesê/a paşde mayî, ve-mayîn.



bernameyeke acun ilicaliyê ku tê îdiakirin ji rêxistina illimunatî ye. heta niha bernameya herî populer bû, lê vê hefteya (ser xêrê) reytîng meytîng kêm bûne.



13.05.2015 18:08 ~18:09 | xendekî

6. (bnr: jîndar)

kesê bi tiştê jîndarî(tiştên ji bo jiyanê pêwîst) ve dijî.



13.05.2015 20:32 | berxweda

7. (bnr: berxwedêr)



13.05.2015 21:36 | simurg56

8. (bnr: ka spas)



13.05.2015 21:39 | shorbevan

9. bi qewlê google translateê; ew kesê sax mayî/filitî, bi taybetî di wan bÛyerên ku hemû kesên di bûyerê de beşdar dimirin û yek jê sax difilite.. ji bo nimûne;

''the sole survivor of the massacre'' (take kesê ji ber devê komkujiyê filitî)



13.05.2015 23:21 | endazer

10. dîsa bi qewlê google translateê; bi farisî jê re dibêjin; bazmande, şexsî zînde, baqî mande.. bi erebî jî jê re dibêjin; nacî, muttebiq be'de karîse, elmutebeqqî elwehîd, nacî min xetere..



13.05.2015 23:28 | endazer

11. bernameya aco ye. hevalên minê malê temaşe dikin lê ez dengê we bile dibihîzim rihê min diçe.

(bnr: îmana min jê diçe)

sebr sebr..



14.05.2016 22:14 | bûtîmar

12. bernameya ku vê hefteyê dîsa dest pê kiriye..
tc dewleta klîşeyan e, bi her tiştê xwe klîşe ye, mesela her meha remezanê behsa rojiyê dikin, benîşt rojiyê dişkîne yan na? ger em devê xwe gargara bikin rojiya me dişkê yan na? ger li jinikekê binihêrim rojiya min dişkê yan na? welhasil bi her tiştê xwe ev dewlet û welatiyên vê dewletê klîşeyeke mezin e, dibêm qey wek îronî ava bûye..

tiştên li derûdora vê bernameyê de diqewimin jî tev klîşe ne, hin kes erênî dipeyivin dûre kesinan dî tên rexne dikin piştre kesinan dî tên yên ku rexne dikin rexne dikin dûre..... welhasil naqede..

di nava tirkan de gelek populer e, bi qasî ku min seh kiriye di her malê de têt temaşekirin lê di derveyî malê de wek ku kes temaşe nake asdfghjk
lê rastiyek heye ev acunê bêjî her roj qemyonekê pere qezenç dike*



24.01.2017 14:06 | ferhenga şikestî

13. Formata Survivor bi navê bazeber li başûr dest pê bûye. Di qenala waar tv de tê weşandin.

Here lînkê



21.09.2021 01:57 | ezcan

14. Bernameya ku beredayî û vala. Bawerim ji çar malê kurdan pênç mal vê temaşe dikin. Hinek jî peyaman (peran) dişînin. xwedê rebî!



12.06.2022 00:41 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» survivor allstar

Kategoriyên mijarê:: tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî