Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
les quatre cents coups - tirşik
les quatre cents coups
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ger birastî jî truffaut jiyanek wisa bihurandibe divê em li ber wî kab û çogên xwe berdin erdê û rêzek mezin bidinê. li gor hin rexnegiran truffaut di vê fîlmê de biçûkatiya xwe vegotiye. vegotinek pir cuda û serfiraz bi kar aniye ku mijarê hêdî hêdî vedibêje û di dawiya fîlmê de em dikarin hemû sedemên tevgerên lehengê fîlmê têbigihên.

di biçûkaniya her mirovî de elbet bûyerek nexweş û mirov aciz dike diqewime. ev ne ji wan tiştan e ku mere dikare xwe jê dûr bixe. jixwe divê mirov liqayî bûyerên dijwar bê kî di pêşerojê de karibe jiyana xwe bi rê ve bibe. di vê fîlmê de jî li ser hin bûyeran çend tiştan ji me re dibêje lê ev bûyer ne ji ew bûyeran e ku min li jor qalê kiribû. tiştên nexweş têne serê lehengê me û wî hemdî xwe ji jiyîne aciz dike. truffout xwestiye ku li ser ev sîstema ku zordariyê li mirov dike û wan di bin aciziyek mezin de dihêle, rexneyan bike. li ser pergala perwerdehiyê, malbatê hetta seranser li ser pergala jiyanê çend rexneyên di cih de kiriye. bi awayekî sade û nerasterast kiriye ev rexneyên xwe û têgihiştina wê jî ji me re hîştiye. yên ne ker bin dê fêhm bikin bê ka fîlm qala çi dike, qala çi nake!

mijar bi kurtasî wisa ye: 'antoine* zarokeke 14-15 salî yê ku rojekê ji ber ku sparteka ku mamosteyê wî weke cezayekê dayê, çênake, naçe dibistanê û bi hevalekî xwe re di nav bajêr de digerin. di vê gerînê de li papûrekê diya xwe ya ku mêrikekî biyanî radimûse, dibîne ... rojek din jî nare dibistanê û vêca ji mamoste re dibêje diya min miribû ji ber wê ez nehatim. piştî vê ji malê direve û bûyer diqewime û hey diqewime..'

muzîkên fîlmê jî pir serkeftî ne. di fîlmê de muzîk zêde nehatiye bi kar anîn lê di cihên guncaw de bi muzikên tam li gor rewşê temaşevanan bi fîlmê girêdide.

truffaut hin sehne pir dirêj kişandine û hin temaşevan xwe ji ber van sehneyan aciz dikin. ez dixwazim ji wan heval û hogiran re bêjim hevalno dostno û jinên êş kişandî, truffaut qey belasebep ew sehne dirêj kirinê? na, tabîî kî!! ji ber ku diviya ew sehne bihatan dirêjkirin truffaut ewqas dirêj kiriye. jixwe bi dirêjkirinê ew sehne xweştir bûne û tam li gor rewşa wê kêliyê ye!!

di herî dawiyê de ez dixwazim tiştekî li ser bikaranîna kamerayê ya truffaut bêjim. kamera gelekî xweş hatiye bi kar anîn di cihê divê bi tevger be de tevgerandiye di cihê ku divê sabît be de sabît hîştiye. dema mere ew fîlmên ku hema ji bo kişandina fîlmekê hatine kişandin dinêre, mere qîmeta van fîlmên serfiraz bêtir fêhm dike.



--fîlm di sala 1959an de hatiye kişandin û di sala 1960an de di beşa senaryoyê de bûye berendamê oskarê lê nestandiye.

--dema françois truffaut vê fîlmê kişandiye 27 salî bûye.



---> http://tinyurl.com/m7sgmx3



03.05.2014 12:00 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» les enfants terribles

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî