Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rev - tirşik
rev
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Mirov revê wekî ;

"dûrbûna bilez a ji armancekî an jî nêzbûna bilez a ber bi armancekî ve" dikare bide nasîn. ji bo dûrbûnê mirov dikare reva ku di wextê rewşên xeternak de pêk tê mînak bide, ji bo nêzbûnê jî mirov dikare reva ku di wextên evînî de pêk tê mînak bide. ev mînakên hanê ji bo reva fizîkî, reva ku bandora wê li ser laş û beden pêk tê mirov dikare qal bike. îcar cureyeke din a revê jî heye ku ew jî mirov dikare weke " reva derûnî an jî psîkolojîk " bi nav bike. çî ye reva derûnî? reva giyan e. ew rev e ku giyan û ruh li xwe digerin û ber bi xwe dilezin û direvin.



her meriv hinekî windayî ye. lêbelê hinekî meriv hima bêje bi temamî windayî ne. mirovên wiha wekî ku tiştekî xwe winda kiribin - di rastyê de li xwe digerin - bi salan lê digerin û tim û daîm xwe wekî ku tiştekî ji wan kêm be dihesibînin.



laş û bedenê meriv heya cihekî dikare bar hilbigire. yanî nikare barê ku giraniya wî ji hedê wî zêdetir e hilbigire. bi heman rengî barekî ku wê giyan jî hilbigire heye û tixûb û sînorê barê giyan jî heye. gava ku pişta mirov di binê vî barê de bike qirçînî û dengê hawar hawarê jê bê hingê ji bo giyan jî êdî reveke derûnû pêwîst dibe. hingê meriv dixwaze dev ji her tiştî berde û here. reva derûnî bi gelemperî daxwaza pêkanîna jiyan û kesayetekî ji nû ve ye. anku meriv çawa ji her tiştê xwe yê kevn direve - ji mal, malbat, heval...- wisa jî dixwaze dinyayeke nû ava bike.



di reva derûnî de mirov ji xwe direve heya xwe bibîne û heya kesayetekî saxlemê nû yê li ser piyan û jîndar ava bike dîsa li xwe digere.



02.05.2014 06:20 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» revend

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî