Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 81 peyam
ku meriv bixwaze - tirşik
ku meriv bixwaze
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîseke hesenê metê ye ku di sala 1985an de, di hejmara duyemîn ya kovara mîrkutê de hatiye weşandin. nizanim aîdê wî ye an ne lê li jora nivîse "ji şîretên gelerî" hatiye nivîsandin. neyse, nivîs ev e;



"Merivekî, ji hêla jina xwe de gelek dilxirçik hebû. Nedixwest û nedihişt jina wî di nava gund de bimeşe û biçe nav malan, bigere.



Cara ku j inikê bigota: " Ev tişta ji min re pêwîst e, û ez dikim biçim mala cîrana peyda bikim." Mêrikê berî jinikê bi çûya di mala cîrana de rûnişta" û piştî ku jina wî bihata, ji wan cîrana ew tişta bistenda wê hîna mêrik ji wir rabuya û biçuya.



Ku jinik biçuya bîrê an kanîyekê, wê mêrik hêdî hêdî li pê biçûya, heta ku jinik ji avê dizivirî.



Wexta razanê mêrik xwe dida hêla derê hewşê û radizyan. Lê tew xwedê nekira mêvanekî wîyî mêr an xort bihata..! Wê" rojê ta çuyina mîvên, ji gurpînên dil, ji mêzekirinên bi bal, û

ji aswasên sêrî, di xwîdana mirinê de dima, gav lê dibûn sal.



Rindbûna jinikê meriv nizane çawa ye, lê. jinik bi xwe jî fam nake ku mêrê wê çima wisa ye, an weha dike.Piştî demekî ev livên mêrik, jinikê gelek nerihet dike. Jinik êdî baş fam dike ku mêrê wê nobedariya wê dike.



Rojekê lihevrûniştî ne, jinik jêre dibêje:" Mêrik ev rêwşa te gelek xerîb e. Haya min ji te heye. Lê ew tiştên ku tu difikirî, li dora min tuneye û divê tu vîya jî, ji min nepê."

Li van gotinên wê guhdarî dike lê, mêrik dîsa bi ya xwe dike.



Roj derbas dibin,meh tên û diçin, lê ev xwîyê* mêrik nayêt guhertin. Jinik dinihêre ku nobedariya mêrê wê,li wê hîn pirtir û bi rewşek xerabtir dibe. Wisa dibe ku êdî jinik jî, ji

xwe ditirse. Bi çavekî din êdî li dora xwe dinihêre, bi xwe jî, xwe mîna mirîşkek qûnde dibîne.



Ji van livên mêrê xwe pir û pir ne. rihet dibe. Di qehr û êşek tîr de diqepije. Rojekê ji mêrê xwe re dibêje:

-Lawo..! tu were parîkî hişê xwe bide serê xwe,êdî ez wisa bûme ku li hemberê van livên

te, ez jî ji xwe şik dikim. Tu dizanî ku ez tiştên wisa nafikirim. Lê, vê yekê jî bizanibe

ku ez bixwazim,tu bi du nobedarên mîna xwe jî nikarî bi min re baş bikî û tew tu yê pê jî

nehesî. !



Mêrik bi fikrên xerab û bi hinek şiklan dîsa hay li jina xwe dibe. Naxwaze ku tu çavên

mêr an xortekî li j ina wî bike ve. Lê ya rastîn jî, jinik bi xwe jî ji wan tiştan dûr e. Lê

carekê baş dide dilê jinikê.Li ser vê yekê jinik bi şiklekî ban xortekî dike û dixe axo(axur). . .



Di dû re teşta xweya hevîr tîne datîne, arvan rodikî yê û avê ber dide ser û distirê. Bi

qasî qederekî destên xwe yên bi hevîr ji xwe dûr digre û banî mêrê xwe dike ,dibêj e :

-Lawo..! ca were mîza min di bin min de çû.

Mêrik bilez Q bez xwe digihîne cem. Jinik zû-zûka dibêje:

- Ca vê doxîna min veke , ez biçim axo (axur).

Mêrê wê doxîna wê vedike, de linga wê jê dişeqitîne xwarê. Jinik diçe heta ber derê axo,û

li wir dîsa ban mêrê xwe dike:

- Ero were ji min re derî jî veke, ma tu nizanî ku destên min bi hevîr e?

Mêrê we tê destê xwe davêje çengalê derê axo,derî vedike û jinikê berdide axo...



Bila jinik mirazê ku di axo de bîne cî, lê mêrê wê?.. "



01.05.2014 13:05 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» meriv bi heyrê xwe dimîne

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî