13780. zimanê ku pê axaftina wî kêfxweş im û devê min pê paqij dibe... |
|
30.05.2013 12:57 |
simurg56
|
13796. di muzîka tirkî ya bi hunerî (türk sanat müziği) de navê meqamekî ye. |
|
06.06.2013 10:59 |
filitto lawo
|
17171. Sedema parastina hebûna gelekî ye.... Başe ku heye û wê hebe... |
|
08.06.2013 09:34 |
simurg56
|
44168. ne zimanê dayikê ye, zimanê bavûkala ye... dînekî ji 'anadil'a tirkî wergerandiya û me hemûyan jî bi ya wî kiriye. ana di tirkî de çend wateyê wê hene; dê esl û bingeh û bingehin.. ya di anadil de weke anayasa û... tê wateya bingehin ti wateya wê bi dê, dayik û pîrikê re nîna. |
|
15.06.2013 00:28 |
azadixwaz
|
67814. carinan laşekî bêruh, carinan ruhekî bêlaş... |
|
27.10.2013 15:54 |
zero
|
117355. zimanê ku kurd jê hez nakin û jê direvin. Bi taybetî jinên kurd. |
|
09.06.2013 07:28 |
brusk56
|
117360. di zimanê kurdî de (zaravayê soranî ne têde) problema herî mezin hevok e, belê ji bo min aniha mezintirin gelemşe hevok e. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
117613. hêlîna min e. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
139138. di cosmo kurdî de li ser perwerdehiya zimanê kurdî ya almanyayê nûçeyekê xweş hatiye çêkirin. Here lînkê Li Almanya’yê ji destpêka salên 90'î û vir ve dersên Kurdî hene û niha li 6 eyaletan, NRW, Rheinlandpfalz, Bremen, Brandenburg, Niedersachsen û Berlîn’ê, li dora 40 bajaran bi her sê zaravayên Kurdî, anku Kurmancî, Soranî û Zazakî ders tên dayîn. Û hejmara zarokên ku tev li van dersan dibin jî dora 3 hezar e. Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd hene. Li Swêd’ê dora 100 hezar. Ji sedî 57'ê Kurdên Swêd'ê zarokên xwe dişînin dersên Kurdî. Mirov dikare hesabekî bike: Li Almanya’yê dora 3 hezar zarok diçin dersên Kurdî. Li Swêd’ê 9 hezar zarok. Bi ser de jî zarokên ku nû çûne Swêd’ê dersên alikariyê jî bi Kurdî distînin, ku bi vî awayî hejmar digihîje 13 hezar zarokan. Weha xuya ye, em li Almanya’yê şaşitiyekê dikin. Lê em hemû ne sûcê Kurdan e. Ji ber ku Almanya, Kurdan wekî komeke serbixwe ya koçberan qebûl nake. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|