Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
müfid yüksel - tirşik
müfid yüksel
(13) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar, Rojnamevan, lêkolîner, civaknasek kurd e.

li bidlîsê dayik bû ye. Li zaningeha odtu yê de beşa civaknasî xwendî ye, di hefteyî de carek rojnameya yeni şafak’ ê de wek kuncnivîskarek dinivisê. ser twitterê, piranî wêne yên dîrokî parve dike.

Merivek mutewazî ye, ewqas zanyare jî ,qet qurre nine.

ingilizî, farisî, erebî, Kurmancî, Tirkî dizane



29.04.2014 14:38 | mîr

2. civaknas û dîroknasekî baş ê, herçiqas li bin bandora olda be jî nîxaş û nirxandinê cûda tînê ziman.lawê melê sedretînê navdar e. birayê wî metîn yüksel di sala 80'an de dema li stenbolê nava rêxistinê oldara da bû ji aliyê nijadperestê tirka va hatê qetilkirin.



29.04.2014 20:53 | newenda

3. birayê edip yüksel e.



29.04.2014 23:07 | dara berrûyê

4. merivekî zana ye.wekî peyamên jor jî hatiyê gotin xebatên wî piranî li ser dîrok û cîvakên îslam e.gelek xebatên wî yê bi qimet heye.wekî mînak; li ser tesbîtkirina cîhe gora feqîyê teyran gotarekî li kovara nûbihar akadademî hat weşand û li gorî vî gotarê cîhe gora feqîyê teyran ji alîye mufid yuksel hatîye tesbitkirin.



le qasê birayê xwe yê(edip yüksel) qurre nîne, ev jî kemasîya wî ya herî mezin e *



12.05.2014 21:42 | nemeczek

5. xêr û guneh di stûyê birayê wî edip yüksel de, di gotareka xwe de digot bavê me, mele sadrettin yüksel axaftina kurdî li me qedexe kiribû, min li ser facebookê jê pirsî, min go ev îdîa çi qas rast e, go na ne rast e, û go ka eger kurdî li me qedexe kriibûya ka min ê karibûya ez îro bi kurdî bersiva te bidim..



21.05.2014 01:20 | endazer

6. çend roj berê li ser twitterê gotibû "mirovên ku ne misilmanin nikarin bibin kurd". van gotinan jî ji aqilmendê xwe nîjadperestê tirk îsmet ozel girtiye.



27.11.2015 03:29 | mahîr amed

7. merivekî jîr û zanaye, ew jî wekî herkesî hinek alîgire lê belê kîngê hebe ewê riya heq bibîne jiber piçek zanaye şaşî û ne şaşîyê piçekî ji hev derdixe..



27.11.2015 10:55 ~16:53 | shorbevan

8. mirovekî nezan û cahil û oldarek e ku him neyarê pkk û him jî neyarê doza serxwebûna kurdistanê ye. ne zanîna wî ne jî fikriyata wî, ew serwextê ti tiştî nekiriye lewma li ber çavê min yekî hurrcahîl e. bi kurdî jî dinivîse lê bêtir nêzikê tirk-îslamê ye û îmana min jê diçe.



27.11.2015 14:20 | ceso

9. Nivîskarê ku him ji derê bû him jî ji mizgeftê

Gava dibînim li ser medyaya civakî de der heqê kurdan tiştekî parve dike ku wan tiştana piranî bi îslamê re eleqedar e daku xwîna tirkan germ bike bi rêya îslamê re kurdan bide qebûlkirin tirk jê re êrîşê dikin dibêjin tu faşîstekî kurd î, gereka wê tune ye tu vê mesajê xwe de bibêjî kurd, tirk û kurd em hemû misilman in, tu fesadî dikî hwd.

Car caran jî dîsa li ber çavên tirkan û îslamîstan xwe bide qebûlkirin behsa bosna, arnawud, Filîstîn dike ew çax jî kurd jê re gazinê dikin dibêjin ka tu derdê xwe safî kirîye tu ketiye peyî xelqê!?

Îşê wî zor e...



04.06.2017 10:21 ~11:25 | mîr

10. li twitterê zêde aktîv e her tim wêneyên pirtûk û mizgeftên kevn parve dike û xwediye karaktereke acêb e. çend pirtûk û maqaleyên derbarê kurdan de nivîsiye û dema ku nikare bersivek bide dibêje 'bu makaleyi siz mi yazdiniz?, bu kitabi siz mi yazdiniz?, gel ingilizce konusalim istersen' *.
bi kurdî zane, lê yan alfabeya kurdî ya latînî qebûl nake yan jî nizane bi kurdî binivîse. û herwiha bawerim ew jî ji rewşa kurdan aciz e lê ji ber îslamê nikare tiştek bibêje.



27.12.2017 00:58 | sloujouc

11. Here lînkê
mamoste(nixwazim bibejim mamoste hema mixabin mamosteye) li ser twitterê bersivek daye. qafê müfid yüksel tevheve, waxtê diaxife mixabin ew jî nizane çi dibêje. dilê wî da welatparêzî heye hema alîkî wî xwe dispêre(spartin-dayamak) neyara. (bnr: welatparêz)



09.05.2020 08:31 ~08:38 | doesntmatter

12. Li ser Twitterê gotiye kürtçede sekuler dil devrimine karşıyız Yanî gotiye em li dijî şoreşa sekuler a zimanî ne.
Niha yên ku fêm dê nekin behsa çi dike ezê piçekî zelaltir bikim nîyeta wî.

Wek tê zanîn yuksel kurdekî ji bêtlîsê ye. Mirovekî dîndar e ji bo wî cara ewil dîn û îmana wî girîngtir e. Dûre bi qasî ku desthilatdar destûr didiyê zimanê wî tê.
Müfit xwe spartîye akpyê, nanê xwe ji akpyê dixwe, mexdûrê Kemalîzmê ye, lê mexduriya wî ya ji kemalîzmê ne ji qedexebûn û înkara kurdî ye. Mexduriya wî tirkîbûna ezanê ye, qedexebûna medresê û tarîqatan e. Yanî ger kemalizm li Tirkîyê li dijî hemî obje û kirûyên dinî, îslamî tevnegeriyaba kêfa wî dê xira nebûya.
Bi kurtasî qedexeya zimên û red û înkara nasnameya kurdî û Kurdistanê ne xema wî bû.

Wek tê zanîn piştî avabûna Komara Tirkiyeyê Ataturk ji bo pêşdebirina zimanê tirkî saziyek ava kir (sazîya Zimanê Tirkî) ew sazî heta roja îroj jî bi butçeya xwe ya mezin ji bo pêşxistin û geşkirin û pêşvebirin û modernkirina zimanê tirkî kar kir, xebitî. Berîya sed salan ger hezar peyv hebîn ti tirkî de 50 hezar jê erebî bû, 30 hezar jê farisî û fransizî bû û gelek peyvên dî jî ji zimanên bûn. Belkî di sedî de deh peyve jê bi tirkî bûn. Yên bêjin qey ez mubalaxa dikim ca bila herin tekstên kevn bixwînin, Hama pirr dûr neçin herin xitabeta Ataturkî ya ji bo ciwanên tirk nivîsîye bixwînin.
Ez sazîya tirkan karekî pirr baş kir îroj li Ferhenga tirkan hejmara peyvên tirkî ez ne şaş bim ji sedî 70'yê zêdetir e. Carinan peyvên zirecêb jî afirandin lê dawiya dawî em dikarin bêjin hefsara xwe Hama bêje ji ereban xelas kirin.
Ev ji bo zimanekî şoreşek e bê guman. Wa tiştê ku zora yuksel diçe ev e. Ji erebî paqijkirina zimên! Yanî eger zimanek ji binemala xwe dermale bibe û peyvên nû çêke û xwe ji peyvên erebî û farisî xelas bike li gorî yuksel ev şoreşeke sekuler e.
Tê bêjî qey di rojê de pênc dan ji bo xurtbûna kurdan û geşbûna kurdî serê xwe diêşîne. Di vê yekê de tu mafê wî tune ye ku bistexile. Bila ji xwe re di trtyê de şellafiyê bike, bêje ez alim im lê hîç behsa zilm û zordarîya hikûmetê neke, xwe li ber dilê Efendîyên xwe xweş bike.
Belkî nihal atsiz şîret ji bo kurdî li xelkê bike ezê qîmetekê bidim gotinên wî, lê dema kurdên wek yuksel qewîtî û şîret û aqil didin kurdan ez hîç nikarim bi tolerans bim û guh bidim peyvên wan ên erzan ku bi salan ji bo îqtîdareke yobaz û kevneperest a rejîma tirkî xebitîne...



09.05.2020 11:14 ~11:18 | ferhenga şikestî

13. Heyfa wê demê ku ketim tayma wî û min tweetên wî yên virtîvala û beredayî û yên hêjayê ti gûyê nîn in xwendin. Heyf!



09.05.2020 12:12 | xelîl

14. (bnr: ne ereb im, ne êran im, ne turkekî şaxistanîm)

Ne nûnerek kurdane. kesê pirsa xwe ji wî ne kirye û dê neke. ne ew ne kesên di nav çarçoveya tirkiyeyî de nikarin ser navê kurdayetîyê tiştek bêjin. Kurd netewek sekuler e, bi sekulerîya xwe tê zanîn. Ji ber vê yekê, li himber nîjadperestîya tirkan, paşverûtîya ereb û farisan, civakên ewropayî û emrîkî bi kurdan dilgermin. Ev rastî divê neyê paşguh kirin. Kesên wek mufîd haya wan ji vê yekê heye û jê acizin.

Bi modernîzmê re her netew dewleta xwe avadike, her ziman xwe netewî dike, pêwîstîya kurdî jî bi nûjenbûnê heye. Hêzên doza kurdan dimeşînin sekulerin, lewma bi awayek modern ziman nûjen dikin. Ka rêxistin û navdarên misilman çi xebatên siyasî bo kurdan kirine da rûyê wan bigire bêjin em vê dixwazin wê naxwazin. Minê hêj binivîsanda lê paşê min got (bnr: fuck it).



09.05.2020 12:27 ~12:30 | hespêsor

15. ê ku zêde zêde tewşîkî kiriye. virt û vala axiviye.
heçiyê nezane wê bêje zimanzan e. an jî heçiyê bizane wê bêje sibehî heta êvarî bi kurdî dinivîse û xizmeta kurdî dike.
ne hêjayê bersivê ye.
ji kerema xwe bicehime mûfîd.

nîşe ; di vê navberê de birayê wî edip yüksel mirovek şîrîn û baş e bi qasê dişopînim. heta dema wextê min çêbe dixwazin pirtûka wî a bi navê norşin'den arizona'ya: sıradan bir adamın sıradışı öyküsü bixwînim.



09.05.2020 20:21 ~20:24 | brusk56

16. yek tweeta wî ne bi kurdî ye ,
hatî ye ji min re dizirê xwefroş .

kûçik ê me ye lê li ber derîyê xelqê ye

kûçik ê me ye lê die'witi me



09.05.2020 22:18 ~22:21 | shwinsherm

17. Di Quranê de ji bo Cihûyên guh bi kitêba xwe ya pîroz Tewratê nadin û pê emel nakin biwêja "kerên bi pirtûkan barkirî" tê bikaranîn. mûfîd bila dilê xwe negire lê kengî navê mûfîd dibînim ev îfade tê bîra min. kengî derdikeve ser bernameyekî li ber xwe tijî pirtûk û ewraq dike, pê re ne diksiyon heye, ne retorîk ne belaxat. heta dawiya bernameyê ne dikare bi xwe biaxive ne dihêle mêvan biaxivin. mesele mirarî dibin.
mirov eger asîmîle bibe divê tam asîmîle bibe. tu bêjî ez ê hem kurd bimînim hem di xizmeta ûmeta Îslamê û ya dewleta tirk de bim wiha tu yê bibî qirdik, qeşmer û pêkeniyê xelkê. hem ji dêrê bibî bi ser de negihijî mizgeftê jî!



09.05.2020 22:34 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» müfid yüksel
» yüksel bayar

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi oldin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî