Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
hey dîlberê - tirşik
hey dîlberê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. strana ku ez di çawÊn hevalÊn min Ê international de kirime hÛnermend e.



li zaningeha min Ê kore xwendekar pirrÎ ji welatÊn cûda ne....



binaenaleyh professorek heye ku gava kesek dereng dikeve dersÊ ji wÊ/wÎ klomek dixwaze. hefteya borÎ min jÎ xafiliyek kir Û ez dereng ketim. kloma min jÎ hey dÎlberÊ bÛ. min ew xwend bi dengÊ xwe yÊ avarage..



lÊ keyfxweşim ku reaksÎyon xweş bÛ. dÛwre me hebek qala kurd Û kurdistanÊ jÎ kir...



29.04.2014 15:09 | cinorek

2. strana ku xweşîyek bêpîvan dihewîne. bi taybetî jî ji konsera ciwan ya li batmanê de bi awayekî serxweşane hatîye gotin û keyfxweşîyek biyane daye min.







29.04.2014 15:29 | ervah.azad

3. Strana ku ji vê helbesta feqiyê teyran hatî standin:



Ey Dîlbera gerden zerî,

Way nazika dêm qemerî,

Qamet ji mûma fenerî,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden letîf,

Way nazika qamet elîf,

Qamet ji reyhana xefîf,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zuzac,

Way nazika mislî zuzac,

Qamet ji reyhana qirac,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera qamet misal,

Way nazika dilî hejar,

Te ji xandinê kirim betal,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlberê, way Dîlberê,

Firyad ji destê keserê,

Avik ji ava Kewserê,

Wêran ezim, malim xirab.



Ey Dîlbera gerden zirav,

Dêm şûşeye, tijî gulav,

Ey duxtera bejna zirav,

Wêran ezim, malim xirab.



Çavan ku hiltînî bi meste,

Ew çend ya misrî bi deste,

Li kuştina min te bi qeste,

Wêran ezim, malim xirab.



Tu bi qesta min dikujî,

Tu bi k'ifra di nosojî,

Gelek sotim kirim rijî,

Wêran ezim, malim xirab.



Gelek sotim, kirim kşibab,

Kirye bi min, sed reng xirab,

Ya leytenî kunrû turab,

Wêran ezim, malim xirab.



Ya leytenî kunrû ve xar,

Wey nazika min te ji dûr,

Bêhiş kirim zilfê di hûr,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêhiş kirim zulfê du reş,

Biskê siyah, bîhnê di xweş,

Ey duxterê, çapik bi meş,

Wêran ezim, malim xirab.



Bêk'êf kirim zilfê du reş,

Biskê siyah, zilfêd qemer,

Eşq û muhbeta min li ser,

Wêran ezim, malim xirab.



Sotim, biraştim bê hesab,

Lê pirsî bo kirme k'ebab,

Kirye bi min sed reng ezab,

Wêran ezim, malim xirab.



Sibhan ji şahê bi tenê,

Xalik li xala gerdenê,

Ez dîn kirim berdam dinê,

Wêran ezim, malim xirab.



Eşqa mezac peyda bûye,

Îro li min dijwar bûye,

Hîvî dikim heqîqiye,

Wêran ezim, malim xirab.



Feqiyê Teyran



08.01.2015 10:48 | xendekî

4. helbesteke feqiyê teyrane, gelek stranbêjan ev helbest wek stranê bi lêv kirine. û vê dawiyê jî bi amûrên nûjen cihê xwe, di nav muzîka klasîk de, girt.



06.03.2015 02:33 | subasi842

5. Dîlbera ku Ciwan Haco jê re dibê : " te nabînim l'ber pencerê.." kesera meriv tawan dike bi îman.





06.03.2015 17:09 | mistefa

6. helbesta feqiyê teyran e ku rêşad sorgul wiha deng dayiyê:





26.03.2016 12:49 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hey

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî