Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gmail - tirşik
gmail
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xizmetgûzariyeka peyamên elektronîk ya li ser înternetê ya googleê ye.. heta ser 10 gigabytean jî mirov dikare alav û amûrên xwe tê de hilîne û ji nas û hevalên xwe re rêke.. cara ewil dema derketî herkesî nedikarî bibe xudan hesab.. divê yekî dawetnameyeke taybet ji te re şandibûya lê piştî sala 2007an êdî herkesî karî tê de bibie xudan hesab.. taybetiyeka ecêb ya vê gmailê heye li gorî peyamên te li aliyê çep û rastê reklam derdikevin, ez bêjim hevalê te ji te re peyamek şandibe û tê gotibe min dil heye ez ê erebeyekî bikirim, tavilê li qada reklaman reklama şÎrketên erebeyan derdikeve.. ji ber vê taybetmendiyê wextekî li amerîkayê camêrekî xîretkêş û bixweredîtî bi egera binpêkirina jiyana taybet dewe li ser gmail û googleê vekiribû û googleê jî di parêznameya xwe de gotibû ev taybetmendiyeka sîstemê ye, em têkil naveroka peyamên tu kesî nabin û sûd û feyz û îlhamê ji bo xem û xeyalên xwe yên ticarî, nastînin û taliyê ji dewê beraet kiribû..



26.04.2014 16:30 | endazer

2. servîsa herî baş û serkeftî ya e-peyaman e. dema nû derketî,min dest bi bikaranîna wê kir û ji wê rojê ve ye ez servîsek din bi kar naynim. di hotmail, mynet û yahooyê de carina peyam nediçûn, nedihatin an jî dema hûn demek dirêj nekevvin sîstemê, hesabê we dihat jêbirin. loma dema gmail derket, standartên nû jî bi xwe re anî.

dema nû derketibû taaybetiya jêbirinê tunebû, yanî we nedikarî peyaman jê bibin. çimkî digot: ne hewce ye hûn peyaman jê bibin, ji ber ku ji we re gelek gb cih hatiye veqetandin. ji ber ku wê demê servîsên din de gelek caran cihê mirov namanya û loma mirov neçar dibû ku hinek peyaman jê bibe.

gmail can bû, niha jî can e. bimre mynet û hotmail...



26.04.2014 19:34 | simurg56

4. ji ber ku milkê google-ê ye dema ku tu lê dibî endam li hemû milkên din ên google-ê dibî endam.



27.04.2014 15:38 | oxir

5. du sale digerim min fehm nekir ku di gmail ê de çava yekî asteng dikî. min malpereka haqas rezîl tu car nedît. davîya davîn ez derbasî hotmail ê bûm û li niha serê min rehet e.



13.05.2014 23:58 | resençiyayî

6. baş kar dike. bikar anîna wê jî rehet e û belaş e, ji bo min ev bes in.



04.10.2014 15:49 | azadixwaz

7. xixmeta emailan ya googlê ku taybetiya şûnde vegerîna peyamên şandî, aniye.

ger mirov ji aliyê rastê û jor di nav mîhengan de (settings) de, vebijêrka "Undo Send" bike "enabled" û weke mînak "Send cancellation period" bike 30 wê demê êdî piştî şandina e-peyamekê, ger mirov di nav 30 saniyeyan de poşman bibe, dikare wê e-peyamê vegerîne û rast bike an jî komple betal bike.

dema mirov e-peyama xwe bişîne, li jora malperê di nav qutiyek zer de agahiyek weke "your message has been sent. undo, view message" dinivîse. ger mirov di vê qutiyê de li "undo" bitikîne, dikare peyamê vegerîne, an jî ger mirov "view message" bitikîne, dikare peyamê sererast bike.



28.06.2015 09:49 | simurg56

8. ji bû şandin û hatina maila ya googleyêye û bikêre lê mixabin carna weka hotmailê nabe/ ciyê wê nagire.



28.06.2015 23:25 | shorbevan

9. ev çar sal e, bo karên xwe yên şexsî protonmail bi kar tînim û sê çar meh in jî tutanotayê dixebitînim, ji ber çavkaniya azad û şîfrekirinê.



16.01.2021 17:53 | biruya hayao miyazaki

10. gmail zêdetir pêşte çûye û hotmail dîsa wisa jiber wî ji wan herduyan bi kar tînim (google drive 15gb , hotmail.com anku outlook.com jî 5 gb onedrive de belaş cîh dide, xeynê wî yandex.com jî 10 gb cîh dide.) jiber vî xizmetê bi kar tînim lê ya baştir standina emailek taybet û bi kar anîna wî ye.wek info@berzan.com.
Ji bo ewlehiyê ji kesî bawer nakim helbet.



16.01.2021 20:50 | brzn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gmail

Kategoriyên mijarê:: teknoloji malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî