Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 21 peyam
arîstoteles - tirşik
arîstoteles
(0) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. arîstoteles (384-322) firmesunÊ yewnana antÎk bÛ.arîstoteles bi platon re firmesunÊ herÎ mezin Û grÎngÊ cÎhana rojava tÊ qebÛlkirin.li ser fÎzÎk,helbest,mantiq,polÎtÎka Û bÎyolojÎyÊ gelek berhemÊn wÎ hene.berÎ zayÎnÊ di sala 384'an de li stageirayÊ ji dayÎk bÛ .navÊ bavÊ wÎ nikomachos e.bavÊ wÎ bijÎjkÊ keyÊ mekdonÎyayÊ amyntas.di 17 salÎya xwe de ket akademÎya platon a li atÎnayÊ.hetanÎ platon mir 20 salan perwerde girt.



2014.04.24-00:38 | hemokrates

2. xwandekarê platon û mamosteyê îskenderê mezin e.



2014.04.24-01:11 | nazim tolhildan

3. Ev e çend aforîzmayên wî yên di derbarê hiqûqê de:



“Tişta ku insanan dike insan qanûn in."

Arîstoteles



“Qanûn pergal e,

Qanûna baş, pergala baş e."

Arîstoteles



"Divê hiqûq li ser her tiştî re be."

Arîstoteles



2015.02.09-00:19 | xendekî

4. Mamosteyê duyemîn e. ê ewil platon e.



2015.02.09-02:07 | seydayê_peyvan

5. Ji bo siyasetmedaran wiha gotiye:



Bi dost û nasên xwe re, siyasetê nekin.

Çimku, siyaset dostaniyê dilewitîne. Siyasetmedar, dev ji riya xwe bernadin û dostaniya we jî, têk diçe...



Arîstotales



2015.02.28-12:07 | xendekî

6. feqiyê platonê..

dema ku platon diçe li ber rehma xwedê, hêvî dike ku were bibe mamosteyê lîseyê lê wî nakin ser-mamosteyê lîseyê û arîstotales jî hêrs dibe û atînayê diterikîne. piştî çardeh salan vedigere û akademîyê ava dike..



2015.02.28-14:58 | ferhenga şikestî

7. dibêje ku; hemû heyîn bi saya rêvekirina devlemend a yezdanê hevl dide ku xwe nîşande,biafirîne. hemû cîhan hevl dide ku bigihêje bi kapasîteya xwe. sirrê jindarî û qencîya xwezeyê ji vê hevldanê tê...



2015.08.31-16:29 | resençiyayî

8. Arîsto (Arîstoteles) Berî Zayînê di sala 384-an de li Stageriayê hatiye dinyayê. Kurê Nikomakhos e. Dema ku tê Atînayê, hema bêderengî xwe li aqademiya Platon qeyd dike û heta mirina mamosteyê xwe Platon, li aqademiyayê dimîne.

Platon, her dem li zîrekiya vî şagirdê xwe heyran dimîne û gelekî jê hez dike. Ji ber vê yekê jî navê Nous ku di zimanê yewnanî de tê wateya "AQİL" lê datîne. Dema ku li Atînayê dimîne, mamosteyên din jî dişopîne û li AGORAyê dersên siyasî dide.

Piştre, dibe mamosteyê Îskenderê mezin û piştî ku bavê Îskender diçe ser dilovaniya xwe û Îskander dertê ser text, jê re şêwirmendiyê dike. Bi alîkarî û piştgiriya Îskenderê mezin, li Atînayê bekaloriyek (lîseyek) û aqademiyeke ava dike.

Herçiqas ji ber ramanên xwe, ew jî mîna Sokrates bi bêolîtiyê hatibe tawanbar kirin jî, ji Atînayê direve û piştî ku salekî li nefiyê dijî; ji ber nexweşeyeka bêçare, diçe ser heqiya xwe. Arîstoteles, li xwendegeha xwe her dem giraniyê daye perweriya felsefe, exlaq û siyasetê. Berhemên xwe bi vê rêbazê nivîsandiye û bi mentîq, fizîk, biyolojî û metafizîka xwe re heta dema nûjen jî, dibe desthilatê herî mezin û bêhempa.

Arîstoteles jî, wek Platon zanistan dike sê beş:

1- Matematîk.

2– Fizîk

3- Metafizîk.

Zêdetir, giraniyê daye arîtmetîk, geometrî, ezmannasî (astronomî) û goraniyê. Nêrînên xwe yên li ser ezmannasiyê, di berhemên xwe; fizîk û metafizîkê de şirove kiriye.

Ji bilî van berheman, berhemên wî yên din jî ev in:

1– organon

2- li ser ezmanan

3– fizîk û hatina heyînê

4– li ser windabûnê

Di warê felsefeya siyasetê de xwediyê berhema POLÎTÎKA û di warê estetîkê de jî xwediyê berhemên poetîkaû retorîkê û di warê exlaqê de jî, xwediyê berhema nÎkkomakhosê ye. Li gorî vegotinan, ji bo hatina fîlozofekî wek wî, pêdivî bi 2000 (duhezar) salan heye.

Felsefeya Exlaqê Ya Arîstoteles

Mirov dikare felsefeya exlaqê ya Arîstoteles, ji berhema wî ethika nikkomakheia–exlaqa nikkomakhos fêr bibe. Etîka Arîstoteles, etîkeke mebestî ye. Ew wiha difikire ku, hemû tişt ber bi baş ve diqesidin. Ango, baş ew armance ku hemû tişt, ber bi wê ve diqesidin.

Sincdarî (rewişdarî, biexlaqî ), ne ew tevgerên me yên ku ji xwe baş in. Sincdarî, ew tişte ku mirov nêzîkê “tiştên ji bo başiya mirov in” dike, ye. Arîstoteles, di exlaqê de başiyê; bi “tiştên ku ji bo mirovan baş in” re, bi sînor dike. Tiştê ku ji bo mirov baş e; çalakiya biaheng a ku di navbera rih û başiyê de ye.

Li gorî baweriya Arîstoteles jî, mebesta jiyanê bextyewarî ye.

Belam, li gorî wî berxwidarî ne tiştekî têgihanî ye. Ew tiştekî wiha ye ku, mirov ancax di hemû jiyanê de dikare xwe bigihînê. Ew cûre çalakiyek e û xweş, bi awayekî xwezayî beşdarê wê dibe. Çawa ku bi yek kulîlkekî û bi yek rojeka bitav, havîn neyête; bi demxweşiyeka kurt re jî, berxwidarî nayê.

Arîstoteles, lêdikole da ku fêr bibe ew kîjan jiyan e ku berxwidarîyê ava dike. Di vê xalê de Arîstoteles, behsa çar hêmanan dike:

1-Xweşî

2-Şanazî

3-Dewlemendî

4-Jiyana teorîk.

Li cem Arîstoteles, jiyana teorîk ango daketina fikirînê, armanca herî bilind e.

Arîstoteles wiha dibêje: “Armanca hemû çalakiyên mirovan baş in û her çalakî, ber bi başiyê ve diçe.”

Bi vî awayî, pirraniya nirxan (hêjahiyan) dertê pêşiya me. Lê, her asta (derenceka) heyînê, “Baş” ekê bilind a xweser e. Erka (wezîfeya) felsefeya exlaqê jî, di vê xalê de; destnîşankirina yê/ya baş e.

Berxwidariya mirov ya xas jî, tevgera bi erdem e.

Di jiyanê de ew kesên ku xwediyê pisporiyeka diyar in, ancax ew dikarin bigihêjin bextewariyê. Bextewarî, çalakiya giyana bierdem e ku jiyaneka pispor didomîne. Xweşî (haz) jî, temamker û encama hemû çalakiya ye.

Xweşiya herî bilind jî, bi raman û tevgerên exlaqî pêk tên. Daxwaza bidestxistina xweşiyê, mîna wek navajoya (dozîna) jiyanê; tiştekî bêgav e. Belam, bi tenê xweşiya mirovê bierdem, xweşiyekê rasteqîn e.

Ji zêdetirê tevgera pratîk, tevgera teorîk êdî mirovî ye. Wek Platon, Arîstoteles jî nirxên (hêjahiyên) giyanê wek nirxên rasteqîn dibîne û wisa jî, wan dipejirîne.

Di dawîyê de Arîsto dibêje ku: “Bextewarî, ancax di wan tevgerên li gor aqil (amizger) û xwedîerdem de peyda dibe.”

Felsefeya Zanayiyê ya Arîstoteles

Arîstoteles damezranerê felsefeya sîstematîk e û bingehên zanista mentîq, metafîzîk û gelek şaxên din yên felsefî ji aliyê wî ve hatiye avêtin.

Di cîhana îslamê de wek mamosteyê pêşîn tê nasîn û li cîhana rojava jî, jêre ustad tê gotin.

Bêguman mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Arîstoteles fîlozofekî mezin e û di wê dewrê de mamostetiya Îskenderê Mezin kiriye.

Mirov dikare felsefeya wî ya zanayîyê wiha şirove bike:

1- Wek mamosteyê xwe Platon, li cem Arîstoteles jî zanayî, ancax zanayîya ya tevayî (ya tumel) ye û zanayiya yên tekane (yekhejmar, tekîl) tune. Ew ancax dikarin bibin mînakên tevayîyê (tumelê).

2- Arîstoteles cûdahiya cîhana forman û sehekan, napejirîne.

Li gor bîr û bawerîya wî form di nav maddeyê de veşartîye û bi awayekî potansiyel, di naveroka wê de heye.

Mesela em bibêjin forma dareka hejîrê, di toximê xwe de ye û pêvojoya heta ku ew toxim bibe dareka qirase û hejîran bide, di toximê hejîrê de bi awayekî potansîyel heye.

3- Li gor Arîstoteles, em bi livokên xwe yên sehekî nêzîkê heyînan dibin. Her livokeka me, xwediyê nesneyeka sehekî ye. Dema ku bi van livokên xwe, xwe nêzîkê nesneyan dikin; ango dema ku em wan dibînin, seh dikin, dest didin wan û hwd. nesneyên me yên sehekî ku bi awayekî potansîyel li cem me hene, xwe aqtîv dikin û têgihînên me yên ku ji wan tên, dikarin rast an jî çewt bin.

4- Têgihiştin, her dem bi ber bi formên zêhnî ve ye û bi formên zêhnî re têkildar e. Têgeh, di darazekî de têne civandin.

Belam, ji ber ku têgihiştin xwe disperê têgehên li jêrên xwe û wiha didarizîne, çewtîyekî derdixe holê. Lewra têgihîn, herçiqas xwediyê nîrxeka bilindtir e jî, bi rêya têgehan didarizîne.

5- Li gor nêrîna Arîstoteles zanayî, zanayîya tevayî ye, zanayîya ya gerdûnî ye. Ji bo bidestxistina zanayiyeka bi vî rengî, di destpêkê de divê ciyewaziya cins û cudahiya wê, were destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî li cem Arîstoteles zanayî, di wesfê zanayîya zanistî de ye.

6- Di zanayîya zanistî de şertê pêşîn ew e ku divê mirov bi hilika wî tiştî bizanibe/derxe holê.

Dayîna hilika tiştekî jî, bi eşkerekirina sedemê wê pêk tê. Pêzanîna sedemê tiştekî jî, ancax bi awayekî rasteqîn bi pêzanîna wî tiştî dibe.

7- Arîstoteles teorîya xwe ya çar sedaman pêşkêş kiriye û gotiye ku bi rêya ceribandina van çar sedeman, mirov dikare xwe bigihîne zanayîyê.

Ev çar sedem jî ev in:

1- Sedemê maddî

2- Form

3- Sedemê çalak

4- Sedemê teleolojîk (sedemê mebestî) ne.

Em dikarin van çar sedeman bi mînakeke şirove bikin: Mesela dema ku em peykerekî çêkin, me ew peyker jî çî çêkiribe (ji herîyê, ji mermerê, an jî em bibêjin ji bronzê) ev yek sedemê maddî ye. Peykera ku bi şeklekî dertê holê, form e. Peykertraşê ku vê heykelê çêkiriye, sedemê çalak e. Ya dawî jî, me bi çî armancê ew peyker çêkiribe (ji bo firatanê, ji bo xwe, ji bo pêşandanekê taybet û hwd.) ev yek jî, sedemê teleolojîk e. Ango, sedemê mebestî ye.

8- Zanayîya van çar sedeman, ji bo têgihiştina cinsê nesneyê, wê bi kêrî me were. Û piştra, wê em ê bikaribin cudahiya vê cinsê ji yên din destnîşan bikin û danasîneka wê bidin.

Mesela pirsa ‘Mirov çî ye’ wê li gor çar sedeman were şirovekirin, ferqa wî ya ji heywanan wê were destnîşankirin û wê mirov xwe bigihîne encameka/danasîneka wek ‘Mirov, ew heywan e ku difikire.’

1- ‘Ez ji mamosteyê xwe hez dikim, lê ne qasî rastiyan.’

2- ‘Li dinyayê tiştê herî baş ew e ku, ya mirov herî zêde bextewar dike.’

Çavkanî: antolojiya fîlozofanali gurdilî



2016.10.24-18:54 ~18:55]| xwelî li ser

dengdanên dawîn (Yên Din..)
22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê [4]
civîna ku xwezî tevlîbûna min hêsan bûya ez li hêleke vî welatî hov hu...
europa universalis iv [1]
derheqê kurdan de agahiyên kêrhatî dide. (wêne: https://tirsik.net/wen...
komkujiya geliyê zîlan [1]
Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
di dîrokê de îro [3]
îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
kurdên femînîst [4]
nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
belki ev jî bala te bikişînin
» arîstoteles

Kategoriyên mijarê:: felsefe
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî