Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
delîl dîlanar - tirşik
delîl dîlanar
(6) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. dengbêjê modern yê stran û kilamên kurdî û kurmancî.. mixabin li ser înternetê zêde agahî derheqê jînenîgarî û jiyana wî de nîn in.. lê ji xwe dengê wî yê wekê ava çemên ji şerbetê mirov têr û tetmîn dike û nahêle mirov li dû tu pirseke din derheqê wî de bikeve û bigere.. ji dengê wî û ekola ku dayî ber xwe dixweye ku ji devera serhedê ye û bi qasê ku ez dizanim jiyana xwe li welatekê awropayê dibihurîne.. demekî li ser roj tv-yê bernameyek çêdikir.. lê ez ne şaş bim ji ber sedeminên ku ez pê nizanim navbera wî û pkk-ê xirab bûye û ji mêj de ye tev li konsertên ku ji layê pkk-ê ve tên li dar xistin nabe..



heta niha ez ne şaş bim 4 albûmên wî derketine..



(bnr: ji bo bîranîna dengbêj huseyno)

(bnr: serayê)

(bnr: nêçîrvano)

(bnr: zeriyê)



09.07.2013 21:29 | endazer

2. Hûnermendê mûzika Kurdî..Pirr mirovekî hêja ye..



10.07.2013 02:53 | neçirvan

3. bi xêra wî min ji dengbêj û stranên dengbêja hez kir. gava ez stranê şerê terxan guhdarÎ dikim mest dibim. lê kengî ve deng jê nayê nizanim çi jê hat.



30.03.2014 02:22 | rêzan

4. (bnr: delîlo)



06.04.2014 00:06 | xwelî li ser

5. (bnr: şerê tarxan)

(bnr: serayê)

(bnr: nêçîrvano)

(bnr: qasimo)



16.09.2014 16:39 | endazer

6. hunermendê herî dawî ku min dît stranek li ser pêşmergeyan çêkiribû an çêdikir, demekî hat gohê min di nav wî û pkkêde alozîyek ji bû pera.. derketibû lê camêr divê berbay pkkê nekebe dilê xwe ji wan nehêle pkk jî dîsa wisa nan û avê hev xwarine eybe.. divê hunera xwe bidomîne..



08.01.2016 01:37 | shorbevan

7. çi dengekÎ ezÎz e ! çi balkÊşe ! taceka stranên kurdiye



saliho





14.05.2016 03:46 | xeteraqirêj

8. (bnr: delalo)



28.08.2017 12:22 | çarçoveya bextewariyê

9. çi qirikek ser e, ji bo xwedê. dema dibêje: "lê serayêêêêêêêêêê" têla guhê mirov dilerizîne. tembûra dilê mirov dijenîne.



11.10.2017 22:33 | xendekî

10. Nizanim çima ji pkkê dûr xistin. Hela binivîsin gelo çima?



11.10.2017 23:21 | bêrtî

11. kêfa min herî zêde ji şerê terxan re tê. dema ew û elektro gîtar bi hev re di qîrin ez mest û gêj dibim!!



27.12.2017 17:14 | xwelî li ser

12. Her qîzeke me weke hûrî ne
Sûretên Sorî hinarî ne
delîl dîlanar



27.12.2017 19:41 | elîşêr

13. stranbej u dengbej. klama wi ya seraye pir meshure.



15.06.2019 18:17 | tomcruise

14. Piştî 27 salê li welatê xwe konsertan dide. Hunermendek hêjayî gotinan e. Tiştê ku min xemgîn dike hunermendên zaroktiya min êdî pîr bûne qirmiçên rûyê wan zêde bûne!



15.05.2022 23:47 | kajav

15. konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xweş bû.
destpêka konsêrê 20.00 bû lê konsêrê 20.40an destpê kir, ew jî piştî çend çeppikên protetoyê.
bi strana xeyidî me destpê kir, ew qasî bê dil û ne xweş got ez jê şaş mam min got qey dûmaya konsêrê jî wê wiha be lê piştî stranê got min nedizanî serê repertuarê ev stran e ji loma min nekarî ji heq de bêm.
konsêrê nêzikî du saetan dom kir, gelek stran gotin lê herdu stranên xwe yên binavûdeng nêçîrvano û qasimo negot. herdu rojên din li mêrdîn û ruhayê konsêrt hebûn bawerim deng û henaseya xwe biçekî jî ji bo wan hêlişt. kapasîteya salonê 1500 kesÎ bû, lê nêzikî 1000 kes li salonê hebû. bilêtên konsêrê ji 5 kategoriyan pêk dihat; 320-250-155-125-100 tl. di salonê de min çend kes bihîstin ku gazind ji buhabûna bilêtan dikirin.
profîleke berfireh û pirreng ya beşdarên konsêrê hebû. wek dibêjin ji her cins û cureyî mirov lê hebû.
belkî ji ber zehmetiya jiberkirin û jibergotina kilamên dengbêjiyê be, guhdaran zêde nedikarîn tev li sehnê bibin.
strana serayê bêtam û ya seyranî me jî pir xweş got.
di konsêrê de bi xwe di hinek stranan de li meyê jî xist, dîsa strana derwêşê evdî bes bi saza xwe lêda û got.
di kilamên dengbêjiyê de nedikarî xweş nefesa xwe bigire, û dirêj bike ji loma mirov zêde nedikarî bikeve modê.
li ser sehnê biçekî zêde axivî, peyamên klîşe yên siyasî, bixêrhatina çend mêvanan nav bi nav kir.
serokê tîma amedsporê derket ser sehnê û formeyeka amedsporê bi navê delÎl dîlaner û bi jimara 21 diyarî danê û delîl wek mêvan xwestin pêşbirka amedsporê, wî jî got wek lîstikvan an wek temaşevan. pişt re got ez lîsansa min a lîstikvaniya futbolê heye, li almanyayê bi qasî deh salan di tîma mûnîx botansporê de bi denîz nakÎ re lîstime.
wekê hemû konserên kurdî dawiya konsêrê bi herdu stranên soranî heybênin û leyla mêvan rabûn reqs û govendê.
orkestraya wî zêde ne profesyonel bû mixabin, xuya bû zêde bi hev re prova nekirine, di kemanê de erdem altınses hebû, di nav çend stranan de bi soloya kemanê xwest şoveke xweş bike lê dengê kemanê zêde nedihat ji loma çênebû, wekê din camêrê li tram û daholê dida jêhatÎ û serkeftî bû.



16.05.2022 12:44 | endazer

16. Dengbêjê ku piştî 27 salan hatiye welat û heta niha çend cihan derketî sehnê û duh (24.09.2022) li wanê konsertekî mezin dayî ye. Konserta duh gelek xweş bû û gel bi coşekî mezin tev li konsertê bû. Lê 15 roj berî niha dema ku delîl dîlanar bang kir ku ê konsertekî li wanê ji bo gel bê pere bide û cihê wê jî parqa bajar a rêya armûşê be hin kesan bê agahî, li medya civakî dest bi rexnekirina wî kirin. Ev rewş mezin bû û dezenformasyonekî mezin derkete holê. Sedema rexneyê; ji ber ku qada konsertê li cem şaredariya rêya armûşê ye û bê pere ye, gotin ev konsert bi destê şaredariya rêya armûşê tê çêkirin (ev şaredarî bin destê qeyûm e) delîl dîlanar çawa bi piştgiriya qeyûm were. Lê tişta balkêş, ne şaredarî tiştekî wiha gotibû ne delîl dîlanar qala piştgiriya şaredariyê kiribû. Delîl cara pêşî bi strana xwe yî ez xeyîdî me derket piştî stranê got: "bi rastî jî dilê min ji ew kesên wan îdda avêtên holê ma, dibêjin kê vê konsertê çê dike bi destê kê delîl tê wanê. Me Vê konsertê bi sponsorên xwe yî hêja û bi xebatên xwe yî taybetî pêk anî, çêkerên konsertê jî hûn in ev gelê qadê ye, em jî bi saya we dikarin werin." (Gotin peyv bi peyv wiha nîne lê çawa tê bîra min wek vî rengî ye). Pişt re navê sponsoran û kesên piştgirî dayî konsertê xwend (karsazên wanê, karsazên bajarên din, li hewlêrê heta rojhilatê sponsor hebûn)
Ev bûyera carekî din diyar kir, hin kes çawa amade ne ku gel manîpûle bikin û hûnermendê xwe yî bêhempa dikarin bêqedir bikin. Lê ew gelê ku li wê qadê berav bûyî, bi coşekî mezin delîl dîlanar pêşwazî kirî û delîl dîlanar bixwe û bi stranên gotî yekbûnekî xweş nîşan dan.



25.09.2022 03:18 ~03:22 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» delîlo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî