Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; di deh gavên hêsan de ola xwe biafirîne
peyamên reşikkirî

36019. 1- Xwedayek biafirîne



divê tu navekî sivik lêbikî ku bi hêsanî were bîra oldaran û di heman demê de li pişta xwe dîrokeke ya çend sedsalan jî bihewîne. Naveke weke evdîkus (-icus a yewnanî) dikare bibe numuneyek bêhempa ku dikare bi evîna mîrîşkên quntazî û mamê Dîko qet ji bîra wan neçe.



2- ji xwe re girseyek zelal dîyar bike



dîk , mirîşk û hêk hema weke xwarin tenê dikare te bighîne girseyeke bi milyon û milyaran

ma kî wan naxwe û nas nake?



3- bala wan bikşîne



li gora vê ewên ku dîk, mîrîşk û hêkan dibînin û dixwin

dê di cih de evdikus bînin bîra xwe. ( qet nebe ji bo demekî)

Heke tu sibe di taştêya xwe de hêkan bixwî, wê evdîkus neyê bîra te?



4- Ji wan re hêsan bike ku bikaribin bi kiryarên xwe yên rojane îbadet û ayinan bikin.



her gava ku tû mirîşk û hêkan dikirî tu ji bo yezdanê binê erdê û serê erdê evdikus re zikatê didî.

her gava ku tû hêk û mirîşkan dibînî destê xwe bilindbike û ji evdikus re dia bike.



5- Nedîyar û nexûya, dualîst be



Ji tarîya şevê û ronahîya rojê destpêbike heta herambuna goştê sor, lezet û kêrhatîyên goştê spî û

giringîya hêkan bide nav û kolestrolê jî ji bîr neke. Ji bo oldarên xwe xeman nexwe ji ber ku ew dê ji bilî xwe ji bo her tiştî şer bikin. Erê ha dê ji bo evdikus jî şerek derkeve!



6- hêja ji destpêkê giringîyê bide Rêzgirtina navê yezdanê gewre evdikus

pêwîst e ku tu navê rebbê rebban, xwedayê xwedayan bi tîpên mezin binivîsî

peyvên ku bi tîpên mezin tên nivîsandin ji bo gelek kesan ji yên pîçuk giringtir in.



(tirşika kafir rê nadê ku em navên pîroz bi tîpên mezin binivîsin, weaaaaw ev tirşik çi tirşe lê!)



ev Bazargerî weke fatîhe ya quranê destpêka ola pîroz ya xwedîyê gerdunê evdîkusê berz e û bi tîpên mezin û xetên rengîn dikare rihê mirovî ber bi asîmanan ve bilind bike.



7- Ji evdikus re sembol û şiklên hêsan hilbijêre ku gotin û xêzkirina wan hêsan be.

Dîk û hêk

ji tovên jîyanÊ, ji hêkan / hêlikan destpêbike menemen, dimlik û mijarê heta ferikandina wan dirêj bike û bi seksîbuna dîko ve girê bide; û bipirse : ma ew bazdanên pîroz ne tenê ji bo afirandina hêkan in?



ERê ha, me tirrê jê berda û xwedayek afirand!

nûha jî dora olê ye...

ma bi gulekê bûhar derbas dibe?

ê!

divê di ola me ya pîroz de jî ji bilî evdîkus hin pîrozên din jî hebin



8 - Li gor dîyalektîka rehmetî marx berevajî yê evdîkus ji bo dewama jîyanê pêwîstîya bingehîn e.



ji bo alîgiran dijminek biafirîne ku bikaribin şerê hev bikin. bêyî şer kî çawan dikare paşgotinî û xerabîyan bike? Ol dê çawan bê naskirin û belav bibe?



Nûha jî em dê xwedawenda xwe ya ezîz, mirîşkesiretotelesê biafirînin û quweta wê, bi tarîbuna hemû neyênîyan ve bikin hevalbend û heta bi mîta tirkan re jî girêbend.

( hêja di pêvajoya afirandinê di xala 8an de hin kes dest bi nifîn û dijûnan kirin jî *)



9- Herkesê ku vê peyamê di navbera 20 deqîqeyan de ji 20 kesan re bişînê dê here bihuştê

û li kêfa xwe binÊre û yên rênekin jî ji jîyana xwe ti xêrê nabînin û dikarin vijikî jî bibin.



10- Tu hêja li vir î malnemîrat? xûya ku Te nîyeta xwe xerabkiriye û bi te qebul e ku tu vijikî bibî...

û dermanê te Nifuroksazid fitîl e!

...



- segbabê "Brian Gallagher" bi "CREATE YOUR OWN RELIGION IN TEN EASY STEPS" ji peyama min ya afirandina evdîkus îlham girtîye ango dizî ye ha!

(wergirtin: http://www.apath.org/creating_religion.html)



18.06.2013 22:05 | endazer