Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
neyse - tirşik
neyse
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. neyse min vê mijarê jî vekir



15.04.2014 21:42 | mergehez

2. peyva ku min digot qey tirkî ye lê min carekê di nivîsekê de xwendibû ku ne bi tirkî lê farisî (an jî zimanek din bû) ye. ez ne xelet bim, nivîseke samî tan bû.



15.04.2014 22:52 | simurg56

3. peyvekÎ sedÎsed tirkÎye.



15.04.2014 22:55 | hun çawane heval:)))))))

4. ji 'ne' û 'îse' tê û hawarî beramberî wê gotineke kurdî dixwazim.



15.04.2014 23:02 | azadixwaz

5. kurmanciya vê peyvê difikirim difikirim lÊ nabînim. gelo mere dikare çi têxe şûna wê?



20.04.2014 23:45 | mergehez

6. Ji aliyê herêma serhedê ji vî ra "axirî" dibejin



20.04.2014 23:56 | mîr

7. Car caran ji "werhasil" tên bi kar anîn



20.04.2014 23:59 | mîr

8. axirî gotina xwe kir, axirî neçû, axirî bi ya xwe kir... axirî de wateya dawî ya dawî heye, bi tirkî wateya "sonunda" heye, belkî heremî difikirim..

ne=çi ye, îse=ku ye.. gelo çi ku dibe lê ev jî nabe..

ferhenge de îse eger ger heke ku hatiye nîşan dayin ..

çi eger, çi heke, çi ku, çi ger.. nebin...

de çi be ya herî nezîk e..lê ev jî nabe



21.04.2014 00:12 | havka

9. şûna vê peyvê axirî yan jî axirkê tê gotin lê ji xeynî çend herêman min ji kesî ne bihîstiye.



21.04.2014 08:52 | renas

10. ma na çekû zaff xebetnenê. ma eşkenê vacê çekuyî ke kurdî ya.



18.06.2014 21:25 | merg o bêkes

12. êdî her çi be

her çi be jî

De her çi be



ez bixwe vana bi kar tînim tu pirsgirêk dernakeve. Herwekî;

...

neyse min mijarê pir dirêj kir.

Êdî her çi be min mijarê pir dirê kir



14.04.2015 16:00 | ceso

13. mehna xwe nêzî evan peyvaye

werhasil

axirê



14.04.2015 16:04 | shorbevan

14. peyveke tirkî ye ku li botanê nayê bikaranîn.

şûna wê em bêhtir peyva "dêka" bikar tînin.

(bnr: dêka)



Carna jî ev peyv dikevin şûna wê:

(bnr: axir)

(bnr: werhasil)

(bnr: a soxî)



yanî kurdmancî ne pir bêkemal e

emma yetîm û bêmecal e



14.04.2015 16:21 ~16:22 | xendekî

16. li gor hin kurdîzanan ji peyva "ne êş e" tê

birastî jî em bêjin "ne êş e" ji neyse kubartir û naziktir e.

li gor tirkîzanan jî ne+ise tê bi min jî ev rast e.

gava ku bi lez bê gotin kani wek "nêse" bi lêv bibe.



30.06.2020 16:16 ~16:18 | shwinsherm

17. wergera googleê dibêje "herçi jî" ye. bi min em dişên bibêjin "herçi".

anyway, forget it
herçi, ji bîr bike
herçi jî, jî bir bike

herçi guncawtir e bi min.



22.12.2020 18:17 | keyomerd

18. Peyva Kurdîya wê herçi be dê baştir be li gorî min



23.12.2020 11:14 | xabûrî

19. Peyva ku min kir- nekir nekarî xwe jê xilas bikim Kambaxê



01.07.2022 22:14 | evcebarê pirê

20. Gotinek navdar a resûl bafeyî ye.
Nizam ez zêde bikar nayînin û ji min re tehl e. Ji dêlva wê dibêjim, axirê... Û axaftina xwe didomînin.



02.07.2022 21:34 ~21:35 | pîroz

21. hinek dibên nêse... Çi bû yanê? kurdîtir?



02.07.2022 22:40 | ciwanzêr

22. her tişt temam, ma ev peyv ku hûn bela xwe pê bidin.
yên kû vê peyva di hevokê xwe de dihewînin ne ji bo ku kurmanciya wan xerab e.
"neyse, gerek" peyvên wilo êdî ketine nav kurmanciyê ji xwe danûstandina peyva di nav zimana de gelekî asa ye.
çi be we e'cêb tê?
ev hezar sal em û tirka cîrantiya hev dikin normal e êdî



04.07.2022 04:32 | shwinsherm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» neyse

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî