Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mirov li bajarên bakurê kurdistanê dikare çi karî bike - tirşik
mirov li bajarên bakurê kurdistanê dikare çi karî bike
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pirsa ku demeke dirêj e ez li bersîva wê digerim.

dixwazim ji stenbolê bar bikim û vegerim welêt lê belê naxwazim li wir bi qûna tazî bi zikê birçî bikevim pey tembûran. di dilê min de hebû ku li batmanê li ser razandina fatoreyan (wek fatura ödeme merkezi) dikanekê vekim. min ji hevalên xwe pirsî gotin ku çend caran li batmanê ev îş hatiye ceribandin lê hemûyan topê avêtiye û dikana xwe girtine. ê de ka hÛn bêjin loo...



15.04.2014 21:05 | oxir


3. pirsa ku bersiva wê li gorî kesê dipirse û bajarê mijara gotinê, diguhere.

belkî li jinan dana çêkirina nanê tenûrê û firotina wan kar bike *

weke din encax karên weke internet kafeyan kêr were. ger îmkana mirov hebe, dikare hinek ceribandinan bike lê mixabin ne hêsan e ji ber ku li gorî hiyerarşiya pêdiviyan ya maslow, kurd (an jî bajarên kurdan yên li bakur) hê di astên ewil de ne û loma mirov nikare ji xeynî karên têkildarî pêdiviyên bingehîn, karek din bike.



15.04.2014 22:43 | simurg56

4. pirsekÎ bersivavÎya alternatÎf zÊde tuneye. lÊ ez zanim donercÎtÎ li amedÊ karekÎ başe. jixu hÎn buna wÎ jÎ kolaye.



15.04.2014 22:45 | hun çawane heval:)))))))

5. (bnr: şarkÛterÎ)



15.04.2014 22:47 | hun çawane heval:)))))))

6. pirsa ku xwedê hes bike ezê piştî deh rojan li bajarên wek amed, batman û sêrtê li bersîva wê bigerim. jixwe ji zû ve bêhntengiyeke dijwar heye bi min re him ezê hinekî bêhna xwe berdim him jî ezê ji bo bersîva vê pirsê hinekî lêbikolim.qewlî tirkan gotî him zîyaret him tîcaret. de ya bi xêr ji xwedê...



21.04.2014 22:24 | oxir

7. Baranparêzfiroşgehçî
(bnr: kesên ku dema baran dibare baranparêzan difiroşin)



05.01.2017 20:37 | cinorek

8. ger ez aniha ji amedê çend agahî bidim ez dikarim bêjim ku tu karekî hêsan û rehet tune ye meriv bike.
nîvê amedê bûye cafeterya û qehwexane, hama li ku derê hinekî îskan çÊdibe tavilê du sê heb qehwexane an jî cafe vedibin, ez fêm nakim tevî ku amed mîna bajarên dî yên kurdistana bakur bajerekî feqîr û hejar e dîsa jî cihên wek cafeyÊ hinekî kar dikin, rast e ji ber ku kar tune ye xelk dihere ji xwe boş û betal li cafeyan rûdine lê bes hinekî mekan hene bi sê lîrayan çay didin, qedehek avê bi 1.5 lîrayÊ didin dîsa jî tijî dibin. wexta hevalek an jî merivekî min ji min re bêje were em derkevin li cihekî rûnîn ez dibêjim heyran were mala min, şaneşîn heye, manzara heye, ezê av û çayê jî belaş bidim, emê lingê xwe dirêj bikin û di bêdengiya şaneşîna malê de li kêfa xwe binêrin lê na, bi pirranî dibÊjin em li derve rûnîn. ji ber ku peraya wî lÊ dixwirê:/

êdî mîna berê vekirina cafeyan hêsantir nîn e, di cihên nû yên bajêr de masrafa vekirina cafeyan ji trîliyonekê zêdetir e ango ew pere ji qûna tirşikvanekî nayê*
wexta meriv wek karmendekî dewletÊ (mamoste, endazer, parÊzer, bijîşk, hemşîr hwd..) were amedê avantajên amedê gelek in, li gorî metropolên tirkan erzan e û li gorî bajarên dî yên bakur jî derfetên vî bajarî zêdetir in.

hevalekî min mamoste bû rokî min dît li ofîsê ji xwe re qehxewaneyek vekiriye, min jê pirsî got jixwe ev qehwexane hebû lê pêdiviya xwediyÊ qehweyÊ hebû ku dewir bike, hevalê min bi tenê dewra wî girtibû li ser xwe, di ofîsê de kolaneke dûr û xewle de dikaneke piçûk, bi 20 hezar lirayê bi tenê dewra wê girtibû. bi qasî ku zanim aniha nirxê dewra dikana wî 200 hezar lira ye, ne şaş bim bi vê teklîfê nedabû. piştî şerê xendekan nirxa ofîsê gelek ket û aliyê bakur ya diclekentê nirxdar bû.

li amedê cihênxwarinên erzan jî kar dikin, ji bela ku mekanên wek buket, onur, tabîer felan xwarinxaneyên dî yên buha kar nakin bes cihên wek tostfiroş gelek xweş kar dikin. ez gelek tostfiroş nas dikim ku xwediyê mal û milkan in. mînaka herî baş özkan usta ye. di sala 96an de min dest bi dibistanê kiribû, mala me di apartmana aksuyê de bû, yanê tam li ser kolana ekincilerê, wan çaxan dezgeheke piçûk a özkan ustayî hebû li pêş mala me, wêga min çend car jê xwaribû, tostên wî pirr xweş bûn ji loma karê wî jî pirr baş bû, tê bîra min çend sal şûnde dikanek kirrî û derbasî li wir bû. hevalekî min wî nas dike çendeke berê ji min re got çend heb dikanên wî hene li ofisê û malên wî yên xweş jî hene û ozkan gotiye min gelekî eziyet dîtin ji ofîsê ji loma ezê tevahiya ofîsê bistînim*
ji xeynî ozkan, li ofîsê du sê tostfiroşên dî jî hene ku di rojê de niza çend hezar lira pere qezenç dikin, wek mînak tostfiroşa ku li ber konukeviyê ye, tu car vala nabe rojê de ji hezarek bêtir toşt difroşe tevî ku tostên wî nexweş be û karê xwe jî di mekaneke gemarî û kirêt de bikejî..

piştî vebûna avm'yÊn mezin êdî esnafî mîna berê karekî mîsoger nîn e. lê wek alternatif çend mekanên piçûk hene kot û thîşortên erzan difroşin, ji stenbolê bi kiloyan cil distînin û erzan difroşin, qasî ku ez dizanim karekî xweş dikin. em bêjin li maviyê kotek 100-250 lira ye lê ew bi 50 mîlyonî didin. li ofisê di kolana gewranê de kotfiroşek heye, li ber rêya lîseya min de bû tê bîra min ev camêr hemî malên xwe di nava heftiyekê xelas dikir, dikaneke 15-20 m2 ye, tê bîra min wan salan bi 25 lirayê kot difrot ku ne şaş bim 6-7 sal buhaya kotên xwe bilind nekir aniha jî bi 35 lirayê difroşe. ger perê we hebe hûn dikarin tiştekî wisa bikin lê divê hûn pirr jêhatî bin.

li amedê hejmara mêwefroş yanê manavan kêm e, ji ber ku her roj di kolanekê de carina du sê kolanan de bazar ava dibe lê wexta manavak xweş û erzan hebe xweş kar dike. gelek caran xelk çarneçar dihere ji markêtan sebze û fêkî dikkire lê ji bela ku manav nîn e an jî kêm û dûr xelk pereyeke zêde dide û dihere markêtan. ez hê jî fêm nakim bê ka çima kes mêwefroşgehek venake? belkî jî şert û mercên şaredariyê rê li ber girtibe, niza



15.05.2017 09:20 ~09:24 | ferhenga şikestî

9. avekî (çem, rûbar) bibîne, li ser santralekî hidroelektrîk ava bike, ji hêza avê ceyranê hilberîne û bifiroşe dewletê. hêj tu kes pê nehesiyayî, here ji gundên ku wê di bin avê de bimînnin bi buhayek erzan ji xwe re tibabek erd bikire. ew jî ne bes e nêzikî santralê hewzê masiyan, seyrangeh, cihê lêman û lêrazanê çêke. ew jî ne bes e li ser çend donim erdê nêzikî avê, çandiniya organîk bike. ew jî ne bes e çewlikeka heywanan çêke, û berhemên şÎrî û yê goşt yê wê çewlikê û fêkî û sebzeyên erdê xwe li ser înternetê tu bi xwe bifiroşe û xwe di nav pereyan de bihêle. ;)



15.05.2017 22:30 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovê ku karê wî tenê raketin e
» bajarên rengîn yên kurdistanê
» dikare ji kêçê rûn derxîne
» çiyayê şekak
» karîkatura superman
» bike kul û derd

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî