Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ateîst - tirşik
ateîst
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fikr an jî kesê ku baweriya we li xwedê nayne. felsefeya ku hemû tiştên metafîzîk û giyanî red dike û hewl dide hemû tiştî bi mantıqê rave bike .



09.07.2013 12:23 | brusk56

2. (bnr: xwedênenas), (bnr: bêbawerî)

rêjeya ateîstan weke mînak li swêdê %85, îtalyayê %6, japonyayê %64, tevahiya dinyayê jî %2.3 e.

li tirkiyeyê ev rêje %2-3 ye.

li tirkiyeyê derdorên zanîngehan de, yên ku ji xwe re dibêjin ateîst, demên xwe yên pêşîn de bi pirtûka friedrich nietzsche ya bi navê "böyle buyurdu zerdüşt" tên dîtin.



11.07.2013 20:09 | simurg56

3. çawa dibêjin femînîstiya jinan heta mêrkirinê ye komûnîstiya komûnîstan heta dewlemendbûnê ye herwiha xwudênenasiya xwudênenasan jî heta tûrbûlansekî ye..* ez bawer nakim ku tu mirov di demên tengî û tehliyê de hawara xwe negihîne xwudayekî û destê xwe li ber veneke.. li ser dev gelek mirov dikare bêje û dibêje ku ez ateîst im ya rast rêz û hurmeta min jî ji vê bawerî an bêbaweriya van canik û camêran re heye lê ez dibêjim qey piraniya van kesên ku xwe wek ateîst pênase dikin an didin nasîn wek bertekekî li hemberî kesên ku dîn û diyanetê wekê milkên bavên xwe yên tapûkirî di bin çengên xwe yên bêhnpêketî digerînin û wek çekekî li hember kesên xudanê jiyan û cîhaneke sekûler bikar tînin xwe dispêrin pişt perdeya ateîzmê..

nexwe her mirovê ku dikare bifikire û bîr bibe bivê-nevê fikra xwuda-afirînerekî pê re çêdibe an çêbûyiye..



12.07.2013 03:28 | endazer

4. li ser bawerî mirov 3 cûre ne:

1. teîst: ji xwedê û pirtûka xwedê ya pîroz û pêxemberê xwedê bawer dike.

2. deîst: tenê ji xwedê bawer dike. ji pirtûkên pîroz û pêxemberan bawer nake.

3. ateîst: ji xwedê jî bawer nake; ji pirtûkên pîroz û pêxemberan jî bawer nake.



12.07.2013 21:33 | berxêres

5.

Dî civakê de-bi dîtina gelemperî-yê ku ateîst be; mirovê herî nebaş,erjeng û çi xeravî hebe di stûyê wî/wê rebenê/î de ye.



12.07.2013 22:59 | gulan

6. navbera wê û teîzmê de jî agnostîzm heye. li gorî agnostîkan hebûn an jî nebûna xwedê nayê zanîn. heta li gorî agnostîkên dijwar, tu caran wê nekare were zanîn jî.



13.07.2013 00:03 | simurg56

7. gelo mirovek nav civakeka ne oldar yan jî civakeka xwudénenas de werê dinê wê bi çi ihtîmalê bibê xwudênas? ez dibêjim qey lazimîyeka wulo jê re çê na bê. . . nivro li restoranê xwarina camêrê masa li cem min dereng hat jê re. xwe bi karkera re qeherand û got 'vê remezanê vê rojiyê çima hun vê li mirovan dikin'. ol jî we ke vê meselê bêtir bi perwerdebunê dikevê jîyana mirovan..



13.07.2013 17:41 | shepirze

8. Gelek kes dizanim ateîst e.bi gelemperî ew dixwazin şiroveya pirsgirekên dinê ji derveyî olê bikin.jixwe gelek pirsgirekên dinê ew kirin ateîst;ne bi darê zorê bi dilê xwe ve dibin.ji ber ku hin dewlet bi oldarên xwe ve dixwazin gelan bixin di bin qontrolên xwe de û wusa pirsan çareserbikin.gelek kesên kurd yên têkildarên sîyasetê ne jî bûne ateîst.



13.07.2013 19:16 | fizikzan

9. Ateîstê rastî li her derê dîyarkirina ateîstbûna xwe nakin. Bê gûman merîvê li ser ola, gelek pirs serê wande heye û bawerîya xwe ji zanyarîyê tînin,

li ser goftûgoyê ola û piranî li ser xwelekkar (xwedê) gelek pirs didin. Merîvê oldar ji wanre dibejin "inkar kirin ji bo we hêsaye, loma hun bê bawerin"

Ateîst ne bê bawerin. tenê baverîya xwe li zanyarîyê tînin. Mixabin gelek ateîst, ateîstbunê wekî çalakîyek lehengîn dihesibînîn û merîven kû xwedî bawerî

wekî nezanan dihesibînîn. ev şaşîya wan a hêrî xetere!



13.07.2013 19:26 | urartu3000

10. (bnr: richard dawkins)



25.02.2014 11:07 | cekdar

11. (bnr: wek modayekê ateîzm)



25.02.2014 11:53 | mergehez

12. divê mirov gelemperîyê neke, lê dîsa jî, gelek caran, yên ataîst, yên bawerdaran çêtirin.

li gorî min; bawerîya xwedê çi be, hema bêje xwedênenasî jî ewe. herdû tev dogmatîkin. îspata hebûna xwedê tuneye, lê îspata tunebûna wî* jî tUneye.

ji bo hin kesan, fikreke cuda (bnr: agnostîzm)



19.03.2014 20:03 | nazim tolhildan

13. li tirkiyê piranî ji nav elewiyan derdikevin. cihê nîqaşê ye;

- gelo ji ber ku elewîtî tatmîn nake

- gelo ji ber ku elewîtî mirovan kor nake

- gelo ji ber dijmatiya li hemberî oldarên faşîstan e

û hwd.



24.05.2014 15:59 | simurg56

14. ew rewsha baweriyê ya bêbaweriya ji hebûna xweda an hêzeke manend a sersirûshtî ye. Bi ya zhizhek (feylesof û krîtîkê civakî yê slovak) ateîstiya tekmîl/temam bi tenê bi filebûnê (dînê mesîhî) mumkin e. anku ateîzm felsefeya navekî ya filehiyê ye û bi tenê pishtî filehiyê mirov dikare bibe ateîst. bo nirxandinên feylesofê navhatî bnr. fîlmê ((bnr: the pervert's guide to ideology)) "the pervert's guide to ideology" ku zhizhekê ser-û-tak-qerekterê fîlmî dikeve pey îdeolojiya daniziliye nav fîlman..



02.07.2014 00:56 | gordereş

15. Fikirê ku êdî kedrê wê nemaye ye. Tenê ji bo sohbetên dirêj qajikek e.



25.09.2017 20:01 | robar cilo


Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ateîstê lêgerînê

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî