Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
xirabo - tirşik
xirabo
(5) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. stranê (bnr: miradê kinê) ye. strana herî kêfa min jê tê. gelo destpÊka stranekî ewqas xweş heye.* diyar e ku ev stranê di nav civatekî de dibêje, û nav civatê de erebên sêrtê jî hene, ji ber ku dengê şûşeyê û hevokên tirkî hene. miradko xwe ber civatê şêrin bike henekan jî dike. *





12.04.2014 00:47 | rêzan

2. bilind îbrahîm jî vê stranê xweş distire.. Here lînkê



12.04.2014 00:50 ~2016.07.30 16:30 | endazer

3. ....

xirabo xirabo xirabo xirabo

min go xanîkê bavê xelkî min î delalî bû kanî axeban e

ew aliyek sûk e yek jî dikan e yek kêf e yek seyran e

min dêhna xwe dayê li min hatiye eyda qurban e eyda haciyan e

ew xort û cihêlên gundê me temam li ber derê mala bavê keçikê civiyan e

de belê wezî ber derî mala bavê xelkî delal sekinîm min go malxirabno ma ne xanîkê mala bavê keçikê bûyî ziyaret xortan û qibleta mêran e

ji xêra wî navê xwudê barê keremê re wezê bame stêrek min xwe dabe ezmanan şewq û şemala min daba bajaran û gundan û kilîman û şaristanan

na wile ez ê bame hakimekî adil di xopanê gundê me rûniştbama min şer' û silahetê xelkê temam vedabana bi xwudê min karekî di mala bavê xwe d'nedikir ma min ê jina qenc ji mêrê xirab daba berdan

xirabo wezî bendewar im ji sibê heya êvarê çavê min her bi çar malê gundê me yê jêrî de tê d'xwarê heke li rojên şahiyan û dawetan çavên min li bejna zirav û wî dêmê sorgulî wa dev û lêvên şekirî rûkê dengizî bikevin bi xwudê nefsa min a tenik e li vê dinyayê ez ê bi nefsa xwe nikarim lo

de bes e loy lo de bes e loy lo bes e bêbavo te ez helandim lo



25.08.2016 21:36 | endazer

4. strana bilind îbrahîm wekî hemû stranên xwe gelek nerm sitirye meriv jê acis nabe, vê sitranê meriv bavêje playlistê û çend rojê carek dû car sê car.. meriv dikare gohdar bike..



bi dengê bilindo di youtubeyêşe rastî vê stranê nehatim.. ;

Here lînkê



25.08.2016 22:35 ~22:37 | shorbevan

5. versiyona herî xweş û durist ya vê stranê seîd gabarî dibêje. di vê versiyonê de gotinên stranê ku ji dev û dengê jinekî li ser xirabê xelkê hatiye gotin dil û hinavê mirov diheeişîne.





08.05.2020 04:17 | endazer

6. Li min û li vî dikî
Li vî fêmî û vî sewdayî
Ez ê çi bikim ku serê te vî aqilî
Xirabo ez çi qas nifiran li te dikim tu namirî
Ez çi qas şîretan li te dikim tu biçek aqilê xwe nagirî
Tu ji min re nebû kevirek ji kevirê aqûd û almas û cewahirî
Xirabo min ê tu heft salan bi dest paxilan, bi goştê berxan bi qeymaxê gamêşan agirmalo ji xwe ra xudan kirî
Min ê tu bi ramûsanan çepê, rastê xudan kirî
agirê kulê bikeve mala bavê te de
Doh van çaxan keçika mala cîranan bi şîva kutilkan bi niviştê şêx û mela tu qanih kir û ji min birî.

Xerabo xerabo xerabo xerabo
Xerabê dinê
Te Gula xwe da bi sosinê
Te miha xwe da bi bizinê
Te ezîza ber dilê xwe yî heft salan guherî bi keçika cîranan wê kina, keja, çavreşa bi xudana şîva kutilkan, niviştê şêxan, kevnejinê.

xirabo dîsa li min û li vî dilî
agirê kulê li mala bavê keto te terka min î kevoka serê gelek kirî.
Tu li xudana şîva kutilkan bi quweta niviştên şêx û mela tu hesilî.
Sing û ber û bedenê min karê gewreboz in mîna berfa Bîngol û Şerefdînê cotê memikên min rebena Xwudê mîna şemamokên deşta hesinan taliya havînan serê payîzê di lema xwe de kemilîn û xemilîn.

Xirabo heta roja mirinê kul û keserên xirabê xelkê dernakevin ji ser vî dilî.
Ez nexweş im lawiko ez ê bimrim
Ez li bextê te û Xwudê me piştî mirina min re bi hêceta tayê, nexweşiyê, bawîbûnê rojekî pêncşemê êvareke îna were nava tirban
destê xwe yî zer î zeytûnî dane ser herdu kêlên min û kevirî
Bide bedêla telqîna melê de bila dengê te yê hoganî li kerika guhê min ê rastî bisekinî.
Sê dengan bi dengê bilind bang ke bêje lawiko heta roja mirinê bi kêlên kevirî bi Xwudê ez ji bîr nakim diketina te ya ewilî.
.......................
........
....



08.05.2020 04:53 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» xirabo

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî