Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
nymphomaniac - tirşik
nymphomaniac
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. fîlma vê taliyê ya lars von trier e.. bi qasê ku ji navê xwe jî diyar e fîlmeke zêde sansasyonel e.. di sala 2013an de li danîmarkayê ketiye di vîzyonê de îsal yanî di sala 2014an de wê li tirkiye û li bakurê kurdistanê jî hatibûya nîşandan lê lijneyekî ku navê wê nizanim hate qedexekirin.. fîlm ji du beşan pêk tê.. di fîlmê de aktrîst û aktorên meşhûr yên wekî charlotte gainsbourg, stellan skarsgård, stacy martin, martin solibakke, shia labeouf, jamie bell, christian slater û connie nielsen dileyîzin, uma thurman jî bi qasê ku min ji hirde û wêde xwendiye di beşeke biçûk ya fîlmê de cih digire.. imdbyê cure û çeşnê fîlmê wek drama amaje pê kiriye -mala xwudê ava ku min ev mîrata amajepêkirinê jî di nav hevokekî de bi kar anî- fîlma ewil 7,4 û ya didoyê jî 7.1 puan standiye ji bikarhênerên malpera imdbyê..

di fîlmê de çîrok û serpêhatiya jineke bi navê Joeyê (Charlotte Gainsbourg) ya ji jidayikbûnê heta pêncî salî li dora jiyana wê ya seksê tê vegotin.. min bi xwe darî fîlmê nekiriye, ji bo xizmeta xelkê ev zanyariyên min li vir nivîsîn jî min ji hirde û wêde berhevkirin.. niha min sîparîşa fîlmê da lînkeka torrenta tiberik xwudê hez bike nîv saetekî din çawa fîlm hat û li ber destê min peya û peyda bû ez ê darî bikim û fikr û nêrînênx we yên di derheqê fîlmê de bi we nivîskar û xwendevanên tirşikê re parve bikim..

navê fîlmê li tirkî wek itiraf hatiye wergerandin lê di rastiya xwe de nymphomaniac navê nexweşî û nerihetiyeka jinan e, ji bo jinên agirpêktî yanî jinên ku dikin û nakin ji mêran û mêrîtiyê têr nabin,miriyê seksê ne tê gotin.. li kurdî mirov naveke çawa lê bike, min kir û nekir ez bi ser ve nebûm.. derpêsist heye lê derpêsist li gorî nymphomaniacan (nîmfomeniyak) bi heft avan şûştî tên hesabê..



(bnr: kurdiya nymphomaniacê)



11.04.2014 21:57 | endazer

2. jinên ku libidoya wan her wextî zêde bilind in

(bnr: lîbîdo)



22.04.2014 03:31 | kevçiyê dil

3. min dARÎ BEŞA EWil ya fîlmê kir, û min tu gû jê fêhm nekir..

xanima karaktera sereke ya fîlmê, tevî hemû emrê xwe dike û nake nikare gurê birçî yê di quzê xwe de têr bike, û dawiyê xwe dispêre metaforên beredayî yên masîgirekî dostpost..

neyse ka ez darî beşa didoyan jî bikim..



22.04.2014 03:40 | endazer

4. (bnr: spoiler nede heval)



22.04.2014 03:43 | kevçiyê dil

5. min jî beşa yekem temaşe kir lê pênasa fîlmê û naveroka fîlmê wek dojeh û bihuştê ji hev dûr in. qaşo jinik ji zarotiya heya mezinî ji seksê têr nabe lê tu amare û diyarde ji wê jinikê xuya nedibû ku mariv bêje rast e tiştekî wisa heye. beravajiya wê yekê ji têrkirina mêran têr nabe:-) tu aforîzma û metafor û gotinên pêşiyan û niza çi quzulqurt jî tunebû. yanî mebest çi bû? "birêz canik û camêran! me fîlmê kutanê çêkiriye lê di piyasayê de gelek fîlmên pornoyê hene lewma eger em navekî otantîk û felsefîk, pênaseke balkêş û seyr hilnebijêrin kes nayê vê fîlmê temaşe nake lewma me xwest ku ji naverokê bêtir hûn bala xwe bidin nav û pênasa fîlmê, werin temaşe bikin. piştî ku we tameşe kirin êdî hûn dikarin dijmînê me bidin û bêjin bê ka ji bo vê bû ku min dema xwe ya hêja qedant?"



22.04.2014 15:03 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nymphomaniac

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî