Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di tirşikê de problematîka rêzikên rêziman û rastnivîsa zimên - tirşik
di tirşikê de problematîka rêzikên rêziman û rastnivîsa zimên
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi zêdebûna hejmara nivîskaran û tunebûna pergaleka venêrîn û sererastkirina kêmî û şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên zimên ji bo nivîsên di tirşikê de ev pirsgirêk hêdî hêdî bel û beloq û berbiçav dibe.. divê hê nebûyî dereng ji aliyê moderasyonê ve çareseriyek ji bo vê pirsgirêkê bê dîtin..

û tirşik ji bo standartîzasyona zimanê kurdî bibe hawara duyem..



08.07.2013 15:55 | endazer

2. nîşaneya rêzimanzaniya* kurdan dide der û şikir ji xwedê re dîsa jî ji kolanê çêtir e.



(bnr: rast binivîse heval)



08.07.2013 16:28 | azadixwaz

3. problematîka ku ji bo çareseriya wê ji kesên dilxwaz re dikare erka moderasyonê were dayîn.

ji aliyê din ve, mûdaxaleya rasterast belkî ne rast be. jixwe şaşiyên biçûk wê her ku biçe bi dîtina ji hev û din wê rast bibe.



08.07.2013 16:39 | simurg56

4. Wek em pê dizanin herkesek ku li vir tiştan dinivîsin ne bi rêya xelaskirina dibistaneke kurdî.Wek ez vî zimanî ku ez niha dinivîsim bi saya tv ya kurdan bi saya pirtûkan hîn bûm .ji ber vê jî em ji niha ve nikarin standartek yek şêwe binivîsin.Tevî hemû tiştan ,em dikarin bi vî zimanî ji hev du fehm dikin .ev jî bi tena serê xwe serfiraziya me ye.



08.07.2013 20:00 | fizikzan

5. helbet me tu kesî di akademiyên ku bi zimanê kurdî perwerdeyê didin de nexwendiye.. lê ev nayê wateyê ku em ê xwe bidin paş perdeya hêncetan û bêjin ji xwe me perwerdeya vî zimanî nedîtiye nexwe kî çawa bivê divê welê binivîse.. ez nabêjim her kurdek çawa ji zikê diya xwe derdikeve divê bi ya rist û rêzikêm rastnivîs û gramera kurdî bikin.. na helbet ev hînbûn proseyek e û hin jê evê proseyê biderengî temam dikin û hin jê jî bi bilez û zûka..

tişta ku ez dixwazim ji bo venêrîn û kontrolê di tirşikê de lijneyeka rastnivîs û gramerê ya zimanê kurdî bê danîn û ev lijne her peyameka di tirşikê de hatî nivîsîn li gorî rist û rêzikên heyî yên ku ji aliyê piraniya kurdîxwên û kurdînivîsan ve hatî qebûlkirin sererast bikin..



09.07.2013 00:18 | endazer

6. xuyaye pirsgirekeke bbingehîn e. di nav kurdan de ji-hev-fêhmkirinê weke serfiraziyek hesêbkirin ne tişteke bimantiq e. evqas salên berxwedan û xwe xwe-qurban-kirinê ji bo nû ve vejandina neteweya kurd bu, ne ji bo avakirina neteweyekê. salan e ku bi weşanên rojname, tv, radyo, kovar û malperan zimaneke hema bêje standard hate avakirin û destpêka wê herkes zane ji celadet elî bedîrxan e. li ser vê malpera tişta divê em bikin divê em vê zimana hatî avakirin biparêzin û pêşde bibin, helbet emê tiştên herêmî jî bikarbînin lê li zimanê hanê bi-cih-bikin. li zimanê em bi-kar-tînin de hay-ji-rêzikan-hebun li ser me ferz e.



09.07.2013 09:45 | azadixwaz

7. pirgirêka ku em bi hev re dikarin zûzûka çareser bikin. bi destûra nivîskarên me; hevalên ku dixwazin bila bi min re bikevin têkiliyê ez wan bikim redaktor.



09.07.2013 11:15 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye
» problematîka standardkirina zimanê kurdî
» rêzikên stranên ne kurdî yên şaş hatine fehmkirin
» rêzimana kurmancî
» rastnivîsa kurdî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî