Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mîtolojiya kurdî - tirşik
mîtolojiya kurdî
(6) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mîtolojiya kurdî



1-Teyrê simîr û Ristemê zal

2-Hesinkar kawa û marên li ser piyên dehaq

3-Çûkên pepûkê

4-Pîrebok

5-Gurê Manço

6-Hût



10.04.2014 22:52 | berxweda

2. 7-şah(a)maran



11.04.2014 20:33 | berxweda

3. bi taybetî jî destana memê alan di mîtolojiya kurdî de cihê qedrê ye hama bêje di her cih, war û herêmên kurdistanê de tê zanîn û ji dê û pîr, bapîr û dapîrên kurdan bi awayekî devkî û çîrokbêjî gihîştiye heta roja me. format her heman e lê naverok li gorî herêmê piçikek diguhere. memozîna seydayê mezin a ehmedê xanî jî bingeha xwe ji vê destana hanê girtiye bi awayekî edebî, dewlemend û têr û tijî hatiye fesilandin ku heya niha jî kes negihîştiye qonaxa berhema wî.



11.04.2014 20:50 | ferhenga şikestî

4. 8-tavbanû

9-hêvbanû

10-stêrbanû



Spas serhat avcı



11.04.2014 20:56 | berxweda

5. dema ku neçîrvanek di neçîrê de xezalek kuşt tiştên xerab tê serê wî.. çîrokan de weha derbas dibe..

destana memê alan, çîrokên seyîdî battalî, şah îsmaîl û li ser cengên îmam alî jî henin..ji bili vê çîrokên serpêhatiyên çêlikê, weke keloglana tirkî ye, jî henin ku yên qet tîrkî nizanîn digotin anha pir hindik tê bira min ...



04.05.2014 03:50 | havka

6. pirtûka ku ji aliye nivîskarê kurd cemşîd bender va hatiye nivîsandin.



04.05.2014 19:44 | newenda

7. Ma mîtologên kurdan hene?
Hebin vana kî ne û çi berhemén wan li ser mîtolojiya kurdan hene?



11.08.2017 00:26 | hêvî

8. (bnr: kawayê hesinker)



12.02.2021 00:24 | hueyn


10. ew mîtolojiyê ku Min hîna têr nexwendiye di derbarê de. mîtolojiya kurdî Helbet heye lê ez baş nizanim. û jixwe ev yek di hişê min de hê ne zelal e. di nav berhem û çîrokên li jor qal kirine kîjan mîtolojî û kîjan tenê wek çîrokek tê hesibandin.

bo kesên meraqdar, pirtûka mîtolojiyên mezopotamya li tirşikê barkirî ye. bêyî xwendinê, min hebkî çav lê gerandibû. Aniha ew jî nahê bîra min, çi bû, ne çi bû, û têkiliyên wan bi çanda kurdî re çiqasî bû. bo zanibim, divê bixwînim.

(beşa pirtûkan ya tirşikê) Here lînkê



13.02.2023 22:57 ~23:12 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mîtolojiya kurdî
» kurdîkirina evernote

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî