Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 24 peyam
turkcekurtcesozluk.com - tirşik
turkcekurtcesozluk.com
(8) (1) (7)
di mijarê de bigere

1. marketa ferhengên kurdî.. rê û pira ku kurdî bi zimanên din yên cîhanê re girê dide.. kurdî-stan



2013.06.03-16:08 | endazer

2. ferhengên herî mezin yên înternetê dihewîne ku ji bo alîkariya nivîskarên tirşikê amade ye.



2013.07.08-14:58 | simurg56

3. ji bilî turkcekurtcesozluk.com ê beta.ferheng.org jî ne xerabe. hema ya baştirîn bi cild û berg, bi kaxez û hibr, meriv ferhengekê bidest bixê.



2013.07.15-21:11 | seydayê_peyvan

4. be xuwa û be pêxember kÛsî jî ji vê malperê bezatir û bileztir in.. mîratê heta bersiva pirsekî dide nîv seet dibihore.. erê li gorî ferhengên din yên berdest yên online baştir e lê gelekî giran û hêdîka ye..



2013.09.23-22:02 | endazer

5. malpera ku herdem dibe dermana derdê min. kengê peyvekî ji bîr bikim an jî nezanim li vê ferhengê dinêrim û dibînim. bi rastî jî têde hema bêje tune tune ye . xwedê kirî li ser înternetê ferhengek wisa heye. ger ev û 2-3 ferhengên din ên di înternetê de tunebûya, şûna ez rojê 50 peyvan binêrim, min ê her 2-3 rojan carekî li peyvekî binêriya ji pirtûkek ferhengê . yanê gelek kêr me tê ..



2014.02.02-02:37 | brusk56

6. malpera ku navÊ xwe Û dÎzayna xwe tew baş ninÛ ye.



2014.03.09-16:14 | cinorek

7. Ferhenga ku di wan rojan de çewt dide. Dema ez dikevimê dibêje "navnîşana 'server IP' ya wî malperê nayê dîtin". Pêşî min got dibe ku ji telefona min bibe û ji kompîtur a xwe ketimê lê dîsa çewt da û nekete malperê.



2018.07.19-23:02 | xelîl

8. Ferhenga ku dîsa van rojan çewt dide ye. Gelo @simurg56 li ku ye. Bila xêra xwe were û sererast bike. :/



2019.07.21-23:58 | xelîl

9. aniha di înternetê de ferhengek din tune weke vî. yekî bikare xwe nêzik bike jî tune ye.
gelek gelek baş e.



2019.11.26-08:27 | brusk56

10. ferhenga ku di 7 mehên dawîn de, tê de 700.000 car lêgerîn hatîye kirin. yanî teqrîbî di her sanîyeyekî de 2,3 peyv hatine lêgerîn. hejmarek gelek baş e.



2020.12.15-23:12 | simurg56

11. Ferhenga ku ji bo wergera tirkî-kurmancî dibêje türkçe-kürtçe
Lê ji bo wergerên hemû zimanên dî weke kurmancî, zazakî, soranî derdikeve.
Ecêb sebaba wê çibe?
Kurdî tenê kurmancî ninû.
Çînî jî tenê mandarin ninû.
Lowma ji bo wergeran hertim weke kurmancî, zazakî, soranî bibe baştîr e.
(bnr: zimanên kurdî)



2020.12.16-08:44 | cinorek

12. Ferhenga ku heyat e ji bo min. Bi wîkîferhengê re hertim di browsera min de vekirî ne û bi kar tînim. Carinan peyvan jî bar dikim.



2020.12.16-13:26 | xelîl

13. ferhenga ku ewil ez tê de reklamê dibînim û bi kurdî ye.



2021.01.25-17:29 | merwano

Hemûyan Bixwîne