1. pêşbirka dosyeya helbestan a arjen arî de xelata yekemîn selamî esen navê wî tirşikê (bnr: zero) standiye. helbesten wÎ bi aliyê weşanxaneya evrensel were çapkirin û logoyê weşanxaneya belkî,awesta, ronahî, lîs, şaredariya amedê jÎ hebe. fuara tüyapê de pirtûkê wî were naskirin. ez wî bi dil û can pîroz dikim. |
|
08.04.2014 22:16 |
rêzan
|
2. di pêşbirka îsal de (bnr: yehya omerî) bi ser ketiye ango layiqî xelata yekemîniyê hatiye dîtin. |
|
02.04.2015 23:08 |
seydayê_peyvan
|
3. 2014 - Selamî Esen |
|
02.04.2015 23:12 ~2015.04.25 00:52 |
seydayê_peyvan
|
5. (bnr: yehya omerî) |
|
09.11.2015 12:57 ~13:03 |
ferhenga şikestî
|
6. pêşbirka ku sala bê em nivîskarên tirşikê jî jê re helbestan bişînin. ez bi xwe ne xwediyê qabiliyetek wisa me lê eê ji tirşikê helbestên xweşik derkeve teqez. |
|
10.11.2015 00:58 |
brusk56
|
7. Mixabin îsal bê xwedî maye. Li gor nuçeya îro tenê 9 dosye bo xelatê serîlêdane. Ji ber kêmbûn û bêqelîtebûna dosyeyan xelata helbestê îsal kesî negirt. Heyf ku pêşbirkeke li ser navê helbestkarekî gewre bê xwedî bimîne. Helbestkarên ciwan divê wêrektir bibin û tevlî pêşbirkan bibin. Ez dibînim di kovar û fanzînan de kesên serkeftî hene. Vana çima serîlênedane ez wê fêm nakim. Lawo dema hun beşdar bûn û nebûn yekemîn kes serê we nafirîne. |
|
01.04.2016 17:10 ~18:26 |
hêvî
|
8. nêta min hebû vê salê bi helbestekê serî lê bidim lê ji ber rewşa civakî û siyasî ya kurdistanê kelecana min di gewriya min de ma û min dev jê berda, saleke dî xwudê mezin e |
|
01.04.2016 22:35 |
ferhenga şikestî
|
10. îsal wergêr tongûç ok xelatê wergirt. |
|
02.04.2016 00:44 |
xwelî li ser
|
11. pêşbirka helbesta ya arjen arî ya îsal destpê dike. serlêdan ji 1ê mijdara 2016ê wê destpê bike heta 31ê çileyê 2017a.. di lijneya pêşbirkê ya bijêr de berken bereh, gulîzer, Çiya mazî, kawa nemir, necla arî û pêşbirk tenê li ser berhemên kurmancî û berî niha li tu derî nehatî çapkirin e. û divê yên serlêdanê dikin berî niha li tu derî berhemeke wî ya helbestan derneketibe. encam wê di 1ê nîsanê diyar bibin. |
|
14.10.2016 11:14 |
xendekî
|
12. pêşbirka zixtika di fikra minde radike dibêje; xerab bibe! shorbeya helbesta bide serê garantî tûyê ji arjen arî û şahê helbestvana; occo mahabad * xweştir binivisînî |
|
14.10.2016 16:52 |
shorbevan
|
13. pêşbirka ku îsal a pêncê hate lidarxistin û emerîkê sidîqayê xelata îsal standiye. |
|
02.04.2018 17:59 ~18:06 |
xendekî
|
14. Arjeno ez kuderê bibînim nave te şewatek dikeve dilê min ez bawerim tu nava kulilkên derbiharê da runiştiyî ù dísa yek ji cixareya davidoff pakêtê derdixî bi ruyekî ken vêdixî. Di nav nûra xwedê da bî her tim û dilêmedanî. |
|
03.04.2018 02:10 |
qertewîn04
|
15. îsal bûye nesîbê miradê miradan, ser xêrê be: Here lînkê |
|
17.05.2019 01:42 |
xendekî
|
16. îsal suat baran (bi navê mustear mîrza baran) bi berhema xwe ya bi navê kitêba elbakof hêjayî xelatê hatiye dîtin. Here lînkê |
|
15.05.2020 22:50 |
tizbîkêş
|
17. Pêşbirka ku Îsal xelata rûmetê dane Kadir inanır! Îca kadir inanır kuro!! Min ne bawer e herê xelata xwe jî bistênê. Ê bêje "ez çi eleqa oxlim? Kesekê dî nema?" |
|
15.05.2021 17:06 |
xwelî li ser
|
18. îsal rêzan diljen di pêşbaziyê de serkeftiye û xelat wergirtiye. |
|
13.11.2023 09:54 |
xendekî
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |