Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
omer dilsoz - tirşik
omer dilsoz
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xenîmê mijara vê gotinê: https://tirsik.net/2106.en



08.07.2013 13:25 | simurg56

2. nivîskarê ku min demekê pirtûka wî standibû, lê ji ber dersan min nekaribû ez bixwînim.

di yuksekovahaber.comê de dinivîse .



08.07.2013 06:21 | brusk56

3. omer dilsoz nivîskareke kurd e.

dilsoz di sala 1978’ê de li gundê gûzereşê ku bi ser çelêya culemêrgê ye, hatiye dinê.

piştî valakirin û xirakirina gundan ji bêgaviyê ew jî ligel malbata xwe li culemêrgê bi cî bûye. di gelek kovarên wekî gula tamara, nûbihar, tîgrîs, vesta, kulîlka ciwan, kovara w, çirûsk, peyv, nûbûn, her wiha rojnameya azadiya welat û tûrik û hin malperan de wekî; www.yuksekovahaber.com, www.nûkurd.com nivîsên wî yên li ser mijarên aktuel û edebî tên belavkirin.

berhemên wî:

hêviyên birîndar, roman, 2003, weşanên Aram

bêhna axê, roman, 2005, weşanên berçem

bila gotineke min û te jî hebe, helbest, 2007, weşanên berçem

neynika dilî, roman, 2007, weşanên aram

berbiska zer, roman, 2012, weşanên avesta



08.07.2013 21:15 | azadixwaz

4. nivîskarê pirtuka neynika dilî ku min pêşîya 4_5 salan xwendî ye.pirtukek gelek hêja bu.car caran hêstîyar dibum u min berxwedida ku negirîm.



08.07.2013 14:22 | feqiyêteyran

5. nivîskarekî diltenik û wek navê xwe yê kevn dilgeş e. zimanê xwe yê dewlemend ve romana kurdî li kurdiyeke ecêp têrwate diqelibîne. bila bi vî xweşdengiya xwe ve her hebe.



24.09.2013 15:33 | serhednişîn

6. di ser feysbûkê de espriyên xweş dike



08.12.2013 18:38 | ferhenga şikestî

7. romanûsekî kurd e. yekî wekî min û te ye. ne xwedan eşîr û dewlet e û ne jî delalîkê ber dilê weşangerên soranînûshez e, û ne "GIYANEKÎ KURDÎ DI BEDENEKE FRANSÎ DE" ye. lê giyanekî kurdî di bedeneke kurdê kurdistanî de ye.



14.06.2014 10:42 | kardoxî

8. nivîskarekî çê û qenc û qerfî ye lê pirrî caran ji hevokên wî tiştek fêm nakim ji colemêrgê ye û ez bawer im bi dîyalekta herêma xwe dinivîse yek ji wan nivîskaran e ku qedr û qîmeta wî nayê zanîn. di rojnameya azadiya welat de beşek ji bo wî hatibû veqetandin lê ji bela ku nivîs û şêwaza wî xweşa partiyê neçûbû, ji holê rabû ango hat afarozkirin. ev jî azadiya! azadiya welat baş nîşanî me dide



14.06.2014 13:19 | rewnaqa xewle

9. nivîskarê ku berhemên wî yên berê ji aliyê weşanxaneya J&Jyê ji nû ve hatine çapkirin..

bila çapa duyê ya pirtûkên nivîskarê hanê pîroz bît



05.11.2014 19:16 | ferhenga şikestî

10. nivîskarê ku bi navê (bnr: hevrazên çiyan) romanek nivîsiye û ji aliyê weşanxaneya j&jyê hatiye çapkirin û di peşangeha tûyabê ya stenbolê de wê belav bibe..

bila bi xêr be



05.11.2014 19:20 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» omer hayvan

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî