Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
derdê giran - tirşik
derdê giran
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê nivîseka mehdî ceferzadeh e, Mehdî Ceferzadeh kî ye nizanim û ya rast ji vê nivîsê pê ve wekê dî kî ye, çi îşî dike hîç haya min jê nîne.. lê bi qasê ku ji naveroka nivîsê dixweye kurmanc e û ji xorasanê ye, dîsa bi qasê ku ji nivîsa wî dixweye heman pirsgirêka di nav maliyên me kurdên li bakurê kurdistanê de di nav malî û malbatan li xorasanê de jî heye, li xorasanê jî dêûbav êdî bi zarokên xwe re ne bi kurdî lê bi farisiya zimanê serdest û dagirkeran diaxivin, hênceta wan jî bi me ne xerîb e, dibêjin da ku zarokên me dema çûn dibistanê ji heval û hemçaxên paşde nemînin, ji ber nezanîna farisî rûbîrûyî tu arîşeyekî nebin..



''DERDÊ GIRAN Û BÊDERMAN EW KU KESEK ZIMAN Û FERHENGA XWE QIÇIK Û BÊ ERZIŞ BIHESIBÎNE !

Ji xweng û birayên xwe yên kurmanc ên Xorasanê dipirsim: Çima hûn bi zarokên xwe ra nika kurmancî gep nakin?

Bersîva wan ev e “ba du roye din li dibistanê ji ders gotina mamosteyên xwe baş têbigêhjin”

Hinga ji wan dipirsim : dê çi bela tê serê zimanê me ?

Xef û bêdeng dimînin , mîna kesekî gunehkar !!

Eger siçel sal berê kesekî fikireke haka dikir te digot heqê xwe heye , wê çaxî tiknolojî weqesa pêşketî nebû. Lê nika çi ?

Çima hîn jî em fikir dikin eger li mal bi zarokên xwe ra kurmancî gep kin ew li dibistanê toşeşî pirsgirêkan û zehmetan tên?

her tişt di ber destê Zarokên îroyîn da heye , telvîzîyûn , mobîl , kompîyûtir , întirnit û hwd. Va tiştana jî hemû bi zimanê farsî ne, jiber ku zarok ji tiştên nûjen û modern hez dikin xwe berve alîyê van tiştan dikişînin û bi şêweyeke otomatîk zimanê farsî dihêvosin. Yanê eger zimanê nav mala wan kurdî jî be ti pirsgirêk û muşkil sa hêvosîna zimanê farsî ra çê nabe !

zarokên ku bi farsî perwerde dibin û li mal jî bi wan ra farsî tê gepkirin, ew ti caran hîs nakin ku çi bela tê serê zimanê bav û bavkalê wan!

Ew zaroke û sa wî/wê ra ne mohîm e , ew zaroke û pirfam nake ! gelo/ tirêm girê me û mezinê me baqil in ?!

Merivê ku fikira dibistana zarokê xwe dike gelo fikira zimanê xwe jî dike ?

Gelo em zanin ku ev kar dibe sebeb ku zarok ferheng û zimanê xwe ji ferheng û zimanê milletên din qiçiktir û bêrêztir bihesibîne ?

Tirêm em zanin ku zarokên me çand û ferheng û zimanê xwe yê hêja diterkînin û careke din jî venagerine ser riya xwe ?

Merivê ku fikira pênc sale din ê dibistana zarokên xwe dike,qet fikira 20 sale din jî kirîye ku we ermanan tere ku bibîne du kes bihev ra kurmancî gepdikin,

Hînga wê çaxî pişîman bûn jî bêfayde ye !

Hînga wê çaxî ye ku gerê bêjî “Ocax bê tutûn e” , “Beroj bê merx e”

….

Li xwe Veger hîn jî direng nebûye …''



http://zanin.ir/derde-giran.html



08.04.2014 06:50 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» derdê kurdan
» giranîya dijûnên kurdî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî