Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
xweştirîn kurmancî - tirşik
xweştirîn kurmancî
(0) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. ya kê ye an li kîjan der û deverê tê axaftin mereq dikim.. mixabin hê jî liqayî kurmancîaxêveke ku di nav şitexaliya xwe de bêyî sekn û bêyî likumîn û bêyî him û gim wekê avê pê de diçe nehatime..



08.04.2014 01:23 | endazer

2. TI JI KÎ KURMANCÎ BIPIRSÊ WÊ BIBÊJÊ KURMACIYA XWEŞ Û ESÎL KURMANCIYA ME YE.. jI BER WÊ BI AWAYEK OBJEKTÎF MIROV NIKARÊ BERSIVÊ BIDÊ.. hEVALEKÊ MIN JI SILOPIYÊ HEBÛ. cAREKÊ EM KETIN MUNAQEŞEYA KA KURMANCIYA KÎ XWEŞTIR Û ESÎLTIR E... sERÊ HER GOTINA HEVALÊ MIN Ê SILOPIYÎ EV BÛ: kURMANCIYA ESÎL KURMANCIYA ME YE.. e BAVO MA VÊca TI ÇI JI WÎ RÊ BIBÊJÊ.. hERKEs XWE ESÎLZADE DIBÎNÊ..



08.04.2014 01:28 | nan û av

3. di gundê me de gundiyên me bêyî sekin, terpilîn û likumîn bi awayekî herikbar bipeyivin. ji ber ku gundiyên me qet neçûne dibistanê û ji mêj ve ye ku li gund dijîn, hinek jê çûne medreseyê û bi kurmancî xwendine lewma wek rûbar û laser û lehî dipeyivin



08.04.2014 01:31 | ferhenga şikestî

4. kurmanciya esîl û ya xweştirîn bêguman teqez û bimisogerî ya dêrikê ye. *



08.04.2014 01:32 | mergehez

5. li cihên ku pargela tirk ketiye, li wê derê kurmancî xisiriye ez bi objektivî dikarim bibêjim ku gundiyên me bi pargela tirkan entegre nebûye



08.04.2014 01:34 | ferhenga şikestî

6. ji vê mijarê bêtir mebesta min kurmancîaxêvên xwende yên bajarî bûn.. yanî yên ku dikarin derheqê her meseleyekî de (siyaset, felsefe, astrofîzîk, biyokîmya, mantiq, sosyolojî û hwd) bêyî sekn û bêyî him û gim pê de diçin, bêyî terpilîn ya dilê xwe der dibirin..

ji bo nimûne kurmanciya kendal nezan di vî warÎ de wek nimûne mirov dikare bide..



08.04.2014 01:36 | endazer

7. hevalekî min î bi navê endazer heye ku di civînê de di derbarê her mijarê de bi awayekî herikbar diaxifiya.. gelo ew dibe mînak?



08.04.2014 01:40 | ferhenga şikestî

8. ya ku, bêguman, ne yê bazidîya ne; lê dibe ku yê nisebinîyan be.



08.04.2014 01:45 | ervah.azad

9. ne ez im.. * tevî hemû hewldanên xwe hê jî nikarim bi qasê tirkî bi kurdî pê de herim..

erê di destê me bingeheke xurt heye lê ji ber ku di îşê înşaata kurmanciya nivîskî de (ziman diyadeyeke aktûel e anku pêvajoyek e) kêm kes dişixulin, kurdÎ ji zimanên heval û hemdem û hevşî paşde dimîne..

di kurdÎ de tunehÎ an kêmahiya qalib û biwêj û mecaz û argoyan pirsgrêka sereke ya kurmanciya îroyîn e.. yanÎ erê di berdêla her peyv û têgeheka zimanekî de di ferhenga kurdî de di şûna yekî sê çar bergindên wê hene lê dema mrov bêje ez ê ji wan peyv û têgehan di nav şitexaliya xwe de ristinan çêkim û ji xwe re bikim ristik, dibe him û gima mirov, çima? çimkî ew peyv û têgehên di ferhengan de ji konteksta xwe dûr û berrî ne, erê di kurmancî de hene lê çawa têne bikaranîn û bi hevoksaziyeke çawa, ne kifş e..

biçekî jî ji ber vê yekê hirde û wêde min çi dît ez ji çengan re digirim û tînim di bin vê mijarê de qeyd dikim.. çimkî ji bo axaftineke organÎk û li ser rê û rayeka xwe biwêj û gotinên pêşiyan gelekî girÎng in.. ji xwe ya ku kurmancîaxêv lê dimînin heyirÎ û nikarin ber piyê xwe bibînin û pê de herin jÎ biçekî nezanîn an nekarîna bikaranîna biwêj û gotinên pêşiyan e..

(bnr: versiyona kurdî ya biwêj û gotinên pêşiyên tirkan)



08.04.2014 01:59 | endazer

10. bêguman di nav kurdên silîvî de tê axıvîn.*



08.04.2014 17:24 | kevçiyê dil

11. xweştirîn kurmancî kurmanciya kURDÊN Ezidî ye.



09.04.2014 15:50 | bakur-başûr

12. mijara ku helbestekê nazim hîkmet tîne bîra min:-)

xweştirîn kurmancî hê nehatiye



09.04.2014 16:05 | ferhenga şikestî

13. bi min xweştirîn kurmancî, kurmanciya mereş, meletî, dersîm in ku anha nema an li ber wendahî ye..yên ku ji wan herêman qet tirkî nizanin xweştirîn kurmanciyê diaxfin.. sedem elewîtî ye, bandora îslamê ya herî hindik li wan deran e..peyvên erebî an ola mislimantiyê gelekî hindik in..lê anha li wan herêman yên tirkî nizanin pir hindik in an nema..



09.04.2014 20:38 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» xweştirîn helbest li ber dilê min
» kurmancî axaftina afrîkayîyan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî