Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
c'era una volta il west - tirşik
c'era una volta il west
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fÎlmeke sergio leone ye. spagettî westerna herî baş e. di sala 1968an de hatiye kişandin. serlîstikvanên fîlmê; charles bronson, claudia cardinale, henry fonda Û jason robards e.



claudia bi xweşikbûna xwe, bronson û jason bi baş-lîstina xwe, henry fonda jî bi qarîzmaya xwe mere mest dike. çiqas kes dibêjin hernry fonda di vê fîlmê de baş nelîstiye lê li gor min pir xweş lîstiye. claudia cardinale mankenek e û di çend fîlmên din jî lîstiye. charles bronson jî lîstikvanekî navdar bûye. kadroyek wisa civîyane û fîlmek pir û pir û pir xweş derkiteye holê.



mijar:

{

harmonika* ji bo tola xwe hildîne li her derê li frank* digere û di dawiyê de cihê wî dielime.-- di vê rêwîtiya tolhildanê harmonika li rastî jill mcbain* û cheyenne* tê û mijar diqewimin...

}



ev fîlm ne wek fîlmên western Yên din e. fÎlm hinekî hêdî dibihure û ger temaşevan ji hêdîbûna fîlman hezneke dÊ di serÊ fîlmÊ de dev jê berde lê wê zevqek mezin jî wenda bike. jixwe ez dibêjim qey ne ji hêdÎ bihurandina fîlmê ba dê fîlm ne ewqasî baş ba. destpêka fîlmê jî yek ji destpêkên herî xweş e.



muzîkên vê fîlmê wekî yên her fîlmên sergio leone yên din, ennio morricone çêkiriye. ji bo her lîstikvanekÎ muzikek çÊkiriye. ji bo harmonica 'armonica'; ji bo cheyenne 'farewel cheyenne'; ji bo jill 'jill' Û ji bo frank jî 'frank'. hema hema bêje muzikên fîlman yên herî xweş in. hûn dikarin ji vê derê godarî bikin: http://www.youtube.com/watch?v=6P9QvJ0MDp4&list=PL8FF0B58AB9C73DDE



sergio di vê fîlmê de jî teknÎka xwe ya bi navê cameo bi kar aniye. mere dikare her detayên ser çavên leystikvanan bibÎne. *



piştî fîlma shichinin no samurai duyemîn fîlma ku ez herî pir jê hezdikim, e.



08.04.2014 01:22 | mergehez

2. bi kurdÎ wek 'demekê li rojava' ye.



08.04.2014 01:23 | mergehez

3. (bnr: carê)

(bnr: carê li rojavayê)

(bnr: carekî ji caran li rojavayê)



08.04.2014 01:32 | endazer

4. (bnr: once upon a time in america)



08.04.2014 08:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» c'era una volta il west
» unal atabay
» voltaire
» western digital

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî