Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
rojnivîska spinoza - tirşik
rojnivîska spinoza | 2008
Nivîskar: ŞENER ÖZMEN | kurmancî | roman | 195 rûpel

agahî tune...
rojnivîska spinoza
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekem romana şener özmen e, di 2008'an de ji weşanên lîsê derçûye. ku ev roman bi ruhê netewperweriyeke xurt, serdema postmodern, zimanekî rojane û xwerû kurdî hatiye nivîsandin.

di vê romanê çar leheng hene, yek ji bakur (yasînê zexî), yek ji başûr (peymana xoyî), yek ji rojhilat (simkoyê badî) û yek ji rojavayê kurdistanê (mamoste helbestê dêyî) ye.

di vê romanê de ji ber ku serdem (an jî bizav) postmodern e, şener özmen ketiye di nav şîfreyan de. bi metafora têkiliya di navbera lehengên kurd û dildarên wan (di dil bi xwe de) ên serdest de em rastî gelek peyam û rexneyên di navbera serdestî û bindestîyê tên.

di derbarê vê romanê de çend agahî:

navê cih û war (mekan) ên ku leheng lê dimînin

1- zex (hezex)

2- xo (zaxo)

3- bad (mahabad)

4- dê (amûdê)

(wekî din: da= bexda, ne=edene, sil=mûsil, bol=stenbol, ran=tehran, med=amed...)

lehengê xef ango yê şîzofrenîk spinoza eyn wek olricê di tutunamayanlar a oguz atay e. ji ber ku serdem postmodern e şener özmen destê xwe ji james joyce û franz kafka re li ba dike.

di dawiyê de -eyn wek roman û çîrokên kafka- leheng hemû têk diçin. jixwe ev şêwaz di gelek romanên din ên postmodern û heyînîparêzîyê de jî heye.



07.04.2014 21:16 | zero

2. Romana şener özmen e. Ji mêj ve bu min ti roman nexwendibûn lê di van rojên şilî û serma de min go ez tiraliya xwe bişkênim û ev pirtûk xwend. Pir xweş û hêja dît, kefam jê re hat. Ez bawerim ev roman dê gelek îlhamê bide wêjeya kurdî....



10.01.2015 22:59 | birho_fîlo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojnivîska tirşikvanan
» spinozanın günlüğü

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî