Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
hewar tewfîq - tirşik
hewar tewfîq
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. komposor û vîyolînîsteke kurd e.. di sala 1982 li Slêmaniyê- Kurdistanê, jidayik bûye. Wî di sala 1992an de dest bi xwendina kemanê li peymangeha hunerên ciwan li Silêmaniyê kir. Di cotmeha 1998an de ji Irakê reviya Holendayê. Di sala 1999ê de li Konserfatora Fontys a bajarê Tilburgê xwendiye , li wir xwendina kemanê li bal Annemieke Corstens kiriye, herweha kompozîsyon li bal Alexander Hrisanide, Willem Jeths û Roderik de Man.

Di sala 2006ê de wî xwendina xwe ya bakaloryos-keman bi pileyeke bilind bidawî anî û derbasî qonaxa didiuyê ji xwendina wê bû û li bal Alexander Kerr li Amsterdamê tewaw kir. Di tîrmeha 2008ê de ew xwendin jî bi serkeftin û pileya [cum laude] bidawî anî. di 2011ê de ji konservatwara "fontys a Tilburgê" master bi serkeftineke mezin wergirt.

Tewfîq hatibû vexwendin bo beşdariyê di orkesta Daniel Barenboom " “East-Western Divan Orchestra” , li Spanya, Ingiltra, Berazîl , Urugway û Ercentînê. Wî masterklas li bal Herman Krebbers, Menachem Breuer, Hagai Shaham, Ronald Hoogeveen , Philippe Graffin, Rainer Honeck û Michael Erxleben kiriye.



HawarTewfîq hejmarek komposysyon nivîsandine. herweha karên mîna Oeleiga 2003 û Byran a ku di 2004an de derket 2011ê komîsyona ezmênan bi tevahî deng da ku pozîtîva herî bilind bidin wî li ser berhema wî Dedication bo ensembla amûrên pivdanê, amûrên têlan û yên din (mîna dahol, derbek , ..) û amûrên kurdî û herweha sê dengên stranbêjiyê Di 2012ê de Tewfîq xelatek wergirt ji bo baştirîn mûzîka filman li festîvala filman li Oslo, bi navê “Zorbas dans i Snipetorpgt 27” ku ji hêla Şwan Dlêr Qaradakî ve hatibû çêkirin.



li ser daxwaza komela Stabat Mater, Tewfîq Stabat Mater nivîsand “an instrumental dialogue with the gregorian version” a ku di sala 2013 ê li Oirschot hat pêşkêşkirin ji hêla Capella Pratensis, Euterpe Baroque Consort û Duo plus ve. Weke Solistekî, ew bi gelek orkestran re derketiye: - Duyemîn konsterta kemanê a Henry Wieniawski di 2001ê de, ligel orkestra xwendekaran Ananta. - “Poème” a Ernest Chausson di 2003de ligel orkêstra Sinfonî a konservatora Tilburgê, Gent û Maastricht (herweha ji hêla radio 4 ve hat weşandin) - “Souvenier d’un lieu Cher” a P.I. Tchaikovsky di 2005 ligel orkesta Oosterhouts - Herçar Demasl (Zivistan) a A. Vivaldi di 2006 de ligel symfoniya herêmî Oss. - Introduction and Rondo capriciosso a C. Saint-Saëns di 2008 de ligel Valkenswaards kamerorkest. wî di navbera sala 2003 û 2004 de hejmarek proje çêkirine û ligel orkestên mîna concertmeester a symfonieorkest ya Fontys conservatorium.

Di salên navbera 2009 û 2012ê de yekem car keman li St. Petersburg strijkkwartet, lîstiye Ew girêdayî orkêstra Brabantê ye, mîna remplaçant (bedîlê) dayim. û ji 2009 ê ve weke mamosteyê kemanê li dibistana mûzîkê li Eindhoven

Hawar Tawfiq, Rhapsody for Piano Solo 29-10-1999 :



05.04.2014 03:29 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» hewar tewfîq

Kategoriyên mijarê:: yendin huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî