Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
mûçing - tirşik
mûçing
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. peyvekÎ vekÎ ya derencÎk, mantiqÊ peyv avakirina kurdÎ ji mera xuya dike.



03.04.2014 11:53 | hun çawane heval:)))))))

2. rasta wê: mûçing.

alava ku ji bo kişandina mûyan tê bikar anîn.. bigelemperî ji bo mûyên li ser rûyê mere, em bikar tînin. mesela riya mere bigihêje ber çavên mere, ewçax mere nikare bi jilêtê an jî makînê ew jêkin. lewra ku em jêkin dê hîna gûr û kalind derkevin.



03.04.2014 12:35 | mergehez

3. ecêb e lê em li cizîrê ji meqesa neynûkan re dibêjin mûçing..

ji bo darêştin û çêkirina peyvên nû nimûne û mestereyeke baş e.. mû+çing

peyv+koka lêkerê+qertafa gyê (ev g belkî di destpêkê de -ik be paşê pê re pê re li ser dev û zimanê xelkê perçivîbe ji hal û forma xwe ketibe û veguherîbe -gyê), xêra xwudê ye, ka ez ji xwe re çend peyvekî nû çêkim.. tişta ku erebê dibe çi ye? erebe+bir+ing

tişta ku dilê mirov ji xwe dixelîne çi ye? dil+xelîn+g (erê nexwe ji bo tiştên 'kerx'' û ''iğrenç'' em karin bêjin ''dilxelîng'' jî binêr evê ber dilê min girt..

tişta ku stranan dibêje çi ye? stran+bêj+ing anku bêjinga stranan erê em êdî ji radyoyê re bêjin stranbêjng bêjinga stranan, ji xwe herdu aparloyên radyoyê jî dişibin bêjingê, lê divê em leza xwe bikin ji ber ku zêde nemaye radyo jî êdî wekê gramofonan ji meriyetê rabin..

bes e ev qas.. divê vegerim ser îşê xwe.. tişta ku mirov vedigerîne ser karê xwe? kargerîng? *



24.09.2014 02:49 | endazer

4. peyva brayê delal endazer wateya wê xelet dîyarkiriye



24.09.2014 09:48 | birazî

5. alava kir tê mirov mûyê xwe bikişîne (bnr: kirmanciya cizîrê)



24.09.2014 09:52 | birazî

6. alava ku li cizîrê li deverinan ji bo çinîn û qusîn û jêkirina neynûkan û li deverinan jî ji bo çinîn û kişandin û hilkirina mûyan tê bikaranîn.. li cem me alava ku pê neynûk tên jêkirin mûçing an mûçinga neynûkan û ya ku pê mû tên hilkirin jî cimbiz e.. min mereq kir gelo navê alava ku neynûkan dibirre çi ye?



24.09.2014 16:40 | endazer

7. Li herêma mêrdîn em weke meqesa neynuka bikartînin lê belê pênaseya wê awha hatîye dayîn:

1. Amûreke ku dişibe maşikê ye, ji bo girtin û kişandina heyberên zirav û biçûk tê bikaranîn. 2. Amûra ku mû pê tên kişandin.



09.01.2020 01:49 | tîrêj zana 21

8. wek li jor jî hatî gotin li Cizîrê ji bo meqesa neynûka jî dibêjin mûçinga neynûka.



09.01.2020 23:06 | xendekî

9. wek li jor jî hatiye nivîsandin li nisêbînê( torê jÎ) ji bo meqesê neynûkan jî dibêjin



16.05.2020 02:53 | merwano

10. Alava ku em jî ji bo jêkirina neynûkan bikartînin. Lêbelê li ba me wek mûçinik/mûçink tê bilêvkirin.



16.05.2020 03:02 | xabûrî

11. Navê vê çîrokê ye Here lînkê



16.05.2020 09:58 | biaqila malê

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» mûçing

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî