3. Ew kesê kû her tim bi rih e û zêde zêde cixarê dikişîne |
|
07.07.2013 21:52 |
tirsikhez
|
7. Kawa Nemir: Shakesperayê kurda ye. |
|
09.07.2013 04:07 |
sîyajan_56
|
9. ez nemrim, tu nemrî, kawa nemre, kê yê bimre bira? |
|
16.07.2013 01:24 |
tivirloismail
|
10. Ji îdîrê yê. Her çiqas ji malbatek dewlemed be jî ne bazirganî, helbestkarî hilbijartî ye. yek ji helbestkarê nifşên rewşenê ye. di serî de william shakespearê û ji îngilîzî bi hezaran werger kirne û hêj jî karê xwe yî wergeran bênavber û bêsekn didomînê . niha li ser wergera ulyssesa james joyce dixebite. her wiha editor, helbestkar e, çîroknûs e hunerwer e, mahîr e. hêja ye, malava ye. rûspîyê wêjeya kurdî ye. |
|
16.07.2013 02:57 |
seydayê_peyvan
|
12. nivîskarê hêja yê kurdan. ew her hebe. |
|
16.07.2013 12:33 |
sîsîfos
|
13. gorî teoriya Herold Bloom (bnr: etkilenme endişesi) ebehebe'ye yanî kurê william shakespeare hem dixwaze wî bikuje hem jê hezdike. |
|
18.07.2013 22:36 |
tivirloismail
|
14. Welleh yabo werger mekanîk e tahmsarkî ye, reqareqa peyvan e! |
|
18.07.2013 23:37 |
rojgar
|
15. Helbestkarê ku helbestan ji xwe dixeyidîne... |
|
19.07.2013 13:29 |
çeqilmast
|
16. Kawa Nemir ew wergêr û helbestvanê ku ez nizanim bê çi çaxî radizê. Malnexerab ev werger û pirtûk tu di kîjan wextî de werdigerînî. Lê ez vê jî bêjim Selpakfiroşa wî hîn jî efsaneye. |
|
19.07.2013 18:48 |
rojan
|
17. We ji vê nivîsa jêgirtî çi fam kir û hûn ê ji Kawa Nemir heman tiştî fam bikin."komelayetî, tê heye ku bi gotineke din mirov terîfeke serbest lê xe, birêkxistinbûna komên xelkê ber bi yekgirtina birrek dînamîkên cihêreng piştî kar û xebat û qonax û lêkdanên berdewam, ango vîna jiyaneke hevbeş li çarçoveya pêgeheke ku xwe bispêre hebûna zimanekî birêkûpêk, bi riya vê yekê jî, peydabûna nasnaveke..." werhasil dawiya hevokê nayê, ev tenê beşek e ji pêşgotineke wî.(Pêşgotina pirtûka Ereb Şemo/Hopo) Bimre zimanê mekanîk û wergerî, bijî zimanê zindî û xwerû. |
|
20.07.2013 16:30 |
rojgar
|
18. şairê ku demekî min helbesta wî ya bi navê dîsa raperîn bo b'yê wergerandibû tirkî.. gelekî jê kêfxweş bibû û digot ev çi qas e kovareka ku nivîs û helbestên ji zimanê biyanî li tirkî tên wergerandin diweşÎne ji min wergêra helbesteka min dixwaze destûra te hebe ez ê vê wergêra te kirî ji wan re bişînim.. min jî bi kêfxweşî erê kir îcar nizanim şand an na an kovarê weşand an na.. heçiyê dixwazin dikarin wergera helbestê ji vir bixwînin: https://www.facebook.com/ozigdir/posts/500172636667162 |
|
20.07.2013 18:12 |
endazer
|
19. camêr pir dixebite lê zimanê wî li min xweş nayê qey bi zor e. |
|
20.07.2013 22:06 |
gulan
|
20. kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse... |
|
21.07.2013 20:30 |
keje bemal
|
23. helbestkarê ku herî xweş bîrayê vedixwe. dost, bav û hevriyek e. canik û camêrên ku dibêjin dibêjin zimanê kawa nayê fam kirin, zimanê çêkirî dixebitîne, ji keremê xwe bidin wî alî. ma kawa qîma xwe tenê bi wan 200 gotinên ku hûn pê dizanin bîne, dibe xwene? lo law, ma kurmancî tenê ya mala we ye ku hûn van gotinên zirtokî dikin. helbestên ku kawa nivîsîne, xebatên ku wî kirine li meydanê ne. paşxane, çavkanî û kelepora wî jî li ber çav e. îjarê ev çi çewçew e. hûn hê jî di wî aqilê xwe yê sava de ne û ji we tirê ku tiştên nayên fam kirin xerab e. melayê cizîrî û ehmedê xanî jî bi derbekê nayên fam kirin û ji xwe ne ji wan ferhengokan be dê qet neyên fam kirin. lê em wan dikin taca serê xwe û wek qorzîberekê dihesibînin. kawa di helbesta kurdî de qonaxek e, kurt û kurmancî, kiş û mat. |
|
24.08.2013 22:24 ~2021.05.20 18:12 |
înano lo
|
24. bi "serkîsoff"a xwe deng daye li deştên dipdirêj. |
|
24.08.2013 22:45 |
terkexem
|
26. Ger ku hinek di rojekê de xwe di ser dirîkan re bişemitîne û wî wergerînin kurmancî soz ezê berhemên wî gişka li ser hev bê navber-tevî wergera- û bê nefes bixwînim. |
|
25.08.2013 00:17 |
ferecazad
|
28. 5. mîn zaravaya kurdî ye...hema tenê bixwe jê fehm dike.. modernîstê jixwebawer e... |
|
16.09.2013 09:04 |
kormişk
|
29. ew kesên li jorê der heqê kawa da tiştên "eblogeblo" dinivîsîn hûn belkî biqirqisin xwelîserno! kejê xanim îja tu çi dibêjî! çawa ji xwe jî nizane çi dinivîse? qasê pûrta serê te rûpel nivîsiye û wergerandiye. şerm e ku tu vê zêdegaviyê dikî. |
|
24.09.2013 01:54 |
nîgarvan
|
30. Gula cimaeta ye Kawa. kesên ku zimanê wî yê rengîn re tiştine neçê gotine çavnebarî kirine. yên ku du helbestên wî nexwandine tên li vir bi ser re ber re xeber didin. hela herin li wergera hamlet vegerin. zimanê wî yê resen binêrin. hemû gotinên wî li deverên cihêreng yên xaka kurdistanê tên xebitandin. îja jiber ji hemû devokan sûd werdigre, hinekan re zimanê camêrî giran tê. |
|
24.09.2013 02:12 |
serhednişîn
|
31. kurdekî îrlandi û angilosaksonê an/yan ji seydaye ber ku serhedîye * |
|
24.09.2013 10:53 |
hozanagirîn
|
32. helbestvanê ku min îro dît e. berçava wî çi xweş bû. heke ez siwar nebûma min ê gotibayê "keka berçavka xwe nadî min?" . her tişt li alîyekî ji dil û can dibêjim ji bo zimanê me salên dirêj pêwist û girîng e. bi rastî jî. |
|
24.09.2013 17:19 |
pisika şîr rijandî
|
33. Helbestkar,wergêr, çîroknûs, edîtor, şanoger, dost... |
|
24.09.2013 21:58 |
mem zînistanî
|
35. Ji nemir bûna Kurdî bi dil û can dixebite... |
|
25.09.2013 09:00 |
hemedeli
|
36. (bnr: popûlertirîn nivîskarê tirşikê) |
|
25.09.2013 11:14 |
brusk56
|
38. kurdî bûye kêranek û ketiyê. emrê xwe li ser kurdî dike. şayanÎ pîrozkirin û çepikan e |
|
12.10.2013 12:46 |
eznelomeezleme
|
39. dengê wî ji deşta îdirê rabuye û xwe ber bi deşta wêjeya cîhanê daye...kar û xebatên wî û ew bi xwe bi helbestên xwe ve,wek paşnavê ji dîroka qewmê xwe yê çiyayî hilgirtî ve, nemir e! |
|
12.10.2013 12:57 |
mem alan
|
40. îlamkirî ye êdî, nemir e namire, bêberg jî bimîne taze çû bêmerg e, hê gotinên wî hene.. bi xorayî ji gilgamêsh dest neavîte wergêranên xwe yên xef û yên xweliyê bi serê alema xwînerên xwe ve direshînin.. bila her hebe xwediyê wan helbestên ku bi bêdengî û tishtên din ve fetleke romantîk ketê.. |
|
12.10.2013 14:19 |
gordereş
|
41. nûnerê Anglo-Saksona kurdan e! xew jê re heram e. zimanê wî gelek dewlemend e û di hemû helbestên wî de bayê "hêma"yê dibare. derd di pişika wî de dreneke berdewam e hê, deryayên reş aram dike, kurê dayîkeke bindest e, di cimaeta şaşan de hinek be jî mêrkuj e. li gor wî ev niştiman wê rojek tapoya xwe bistîne teqez. di bîr û birînan de li berbang, nîvroya feodal, hingura neteweyî, êvar û şeva çekdar digere. wek xwarin hej baskên mirîşkan dike, wek vexwarin hej bîra û şerabê dike, dîn û îmana wî kelepora wêjeya kurdî ye. di nav nivîskarên kurdan de yê herî samîmî ew e. mixabin, keda ku ew dide vî zimanê qedîm bi devê "ehmeqên ku tenê xwendin û nivîsandina kurdî di saziyan de hîn bûne" ve tê xwarin, ji ber ku ev nifşê ku ji saziyan hînî kurdî bûyîn li gor hînkerê aqilê xwe dirûst dikin. lê eger melayê cizîrî, feqî, xanî, koyî, bazîdî hwd. werin xwendin, wê keda kawa jî bi devê devgeniyên kurd-il hînkeran neyê xwarin. gava ewî shakespeare wergerand çu kesî lê xwedîtiyê nekir, lê beriya wê wergerê wergêrên tirk ji kurdan re digotin "eger hûn bikarin shakespeare wergerînin em ê dev ji nivîsê berdin." va êdî shakespeareê ku bingeha zimanê îngilîzî kirî di bin kontrola xwe de îro kurd e! ez ne xelet bim di rojhilata navîn de wergêrê herî ciwan ê ku Ulysses a james joyce wergerîne dê ew be. yên ku du peyv ji kurdî hîn dibin êdî xwe têxin pisporê vî zimanî; ji ber wê ye hej kawa nakin, çinku tişta ku qure û jixweqayil dizanin ew tiştine têra wan dike(!) li aliyê botanê gotinek heye, dibêjin : "rojek ji kerê re gotine xudê cehşikek daye te, ker jî gotiye ê ez çi bikim, bar dîsa barê min e!" |
|
12.10.2013 23:40 |
zero
|
42. Şair û nivîskarê ku rexneyên bêîmanî lê tên kirin - ez jî di nav wan rexnegiran de - lê digel vê yekê jî baş tê zanîn ku kawa nirxekî bêbuha ye. Bila tirşiknivîsên kawaparêz nexeyidin lew ev der tirşik e. Li vir merhemet tune ye * |
|
17.10.2013 13:38 |
ceso
|
43. gelek pesna xwe dide û xwe dide pesinandinê, bo pirtûkek hêj ne li meydanê bahoza reklaman jê difûre... |
|
21.10.2013 07:15 |
elomelo
|
44. Xweyê Kurmanciya çêker e. |
|
21.10.2013 14:37 |
gulan
|
45. helbestkarekî di ser xwe re ye kesên ku tiştek ji xwe fam nekirine, dibêjin em ji wî fam nakin. |
|
21.11.2013 00:46 |
maro
|
46. Nivîskarê ku ez bi xêra parvekirinên wî yên di bara tirşik.netê yên li ser facebookê de, bûm endamê tirşikê. Piştî ku gotin tirşik heye, min rakir kevçiyê xwe û ez hatim. |
|
28.11.2013 09:33 |
ceso
|
47. Ji deşta îdirê y,e erê! Lê carna dibêje ez ji eşîra hekarya pinyanişiyan ya hekarya yê me, nizanim êdî ka ji ku ye divêt ew bi xwe mijarê safî biket. |
|
29.11.2013 14:50 |
mîrêhekarya
|
49. wergirtin'e ku heri mezin! |
|
01.03.2014 21:37 |
gonzi
|
50. Gava ku navê wî tê gotin, berî helbest û wergerên wî, vexwarina wî ya bîrayê tê bîra min. |
|
11.03.2014 21:32 |
bavê salih
|
52. Camêr gûnikreşekî timame,bi xwendina helbestên wî yên poetîk em ê bibin lord bêtifaq... |
|
13.03.2014 23:26 |
janbarblues
|
53. helbestên tahmsar, çendin wan xweşik bin jî |
|
13.03.2014 23:29 |
elomelo
|
54. ji bo ku em bi hêsanî pirtûkên kawa nemir bixwînin û fehm bikin hena bîst sal pêwîstê |
|
13.03.2014 23:36 |
newenda
|
56. nIVÎSAKRÊ KU MIN ÎRO LI RAWESTGEHEKE AMEDÊ DÎT Û BI KURÊ XWE RE TIRKÎ DIPEYIVIYA YE.. |
|
19.03.2014 18:41 |
nan û av
|
58. risteyeke kawa nemirê |
|
13.04.2014 03:20 |
avên_sar
|
59. nivîskar, wergêr û helbeskarekî kurd e ji herêma serhedê ye bi bayê çiyayê agiriyê ji şîr vebûye, piştre jî teşqeleya stenbolê tehmijandiye niha jî li amedê dijî, bi edebiyatê re bi awayekî çalak mijûl e, gelek serê xwe diêşîne, bi qewlê wî di rojê de 15 saet bi wergeran re radibe vê taliyê jî bi wergera ulyssesê re dinê ji xwe re kiriye jehr, tê gotin ku ji aliyê têgihiştinê ve dijwartirîn romana cîhanê ye, ez jî gelek meraq dikim dê çawa û di nava çend salan de xelas bike, di tirkî de jî bi tenÊ zilamekî wergerandiye ji xeynî wî hê kesek destê xwe nepelandiye.. |
|
24.08.2014 00:35 |
ferhenga şikestî
|
60. "siwarên reş ji pişta behran hatin" (black riders came from the sea), 107 helbestên stephen crane, bi kurdî nêzîk e! |
|
18.09.2014 20:29 |
xwelî li ser
|
61. tirşikên biyanî tirşî Kurdî dike. Mala wî ava be! |
|
02.10.2014 16:28 |
bijon
|
62. vê derê bI asayî dIxwînê an na nIzanIm lê, JI zûde ye, em lI benda helbestên wî yên nû ne. |
|
29.10.2014 01:14 |
seydayê_peyvan
|
63. ez ji dixwazım balÊ bikişÎme alÎyekÎ din ya kawa nemir. bi min zimanÊ ku kartÎne pir girane carcaran ji xwe ra dibÊjim dibÊ ku kawa jı bo ku neÊ fam kirin zımanekÎ wiha kartÎne. ez dizanim kawa tu nıhe bi navekÎ ne dÎyar endamÊ tirşÎk Ê yÎ ji kerema xera rexneyekÎ binivÎse bo min ku eger kÊmasÎyeke min hebe xwe rast bikim. DÎsa jÎ heyrana nÊrÎnÊ te me tÊ bÎra mın tu havÎna 2012 an de hevpeyvÎneke imc tv da gotinÊn xweş Û 'tijÎ kÛrdÎstanÎ' kir. |
|
01.11.2014 14:43 |
azad30
|
64. *Hezkiriyê xwe ye-nexweşî û megalomanî ya me kurdan hemûyan e |
|
02.11.2014 11:46 |
xanî
|
65. Wergêrkî çak û çalak e. Ferhenga wî ji serhedê ber bi milkê botan û bahdînan ve berfireh dibe. Ew bi eslê xwe jî bajarokê igdirê yê bi ser Mêrdînê ve ye. Ji ber ku ferhenaga wî berfirehe, gelek caran peyvên ku bikartîne li hevnakin û zimanê wî bê aheng dixuye. Lewma jî zimanê wî pir çêkirî xuya ddike. Lê bi ya min di warê hunerê de Kurdê herî xebatkar e. |
|
02.11.2014 13:30 |
rojan
|
67. wextekî digotin kawa nemir ulysses ê werdigerîne kurdî lê xweberek nehat bê çi kir çi nekir. niha ez li bendê me ku pirtûk derbiketa û me jî bixwenda... |
|
02.11.2014 14:04 |
ceso
|
68. Li gundê min merivek jê re weke nav- nûçik nemir an nemiro dibêjin heye ku karê sewalkariyê dike… dema navê kawa nemirî dibihisîm ew merik tê bîra min..sala borî me jê gîskek hilgirt an kir, ji bo hîda qurbanê ..lê di qurbanê de ji goşt zêdetir baz derket .. ew derziyan sewalan dixê, mane ku sewal zû bigehin, bigoşt xuya bikin.. jê re çend caran gotin lo nemiro qet nebe yên nasên xwe re pezî derzî lênexistî bifiroşe da ku em ji qurbana te firotî radî bibin…lê çi feyde an gotin bi kêr nehatin.. |
|
02.11.2014 14:59 |
havka
|
69. nivîskarê di 13 salan de {2008-(1975+20)}* 54 pirtûk wergerandine û 6 antolojî amade kiriye û 2 pirtûk nivîsî ye. |
|
03.11.2014 01:08 |
berxweda
|
70. saeta kalkê wî Hecî Resûl ya serkîsof pir navdar e. Kawa qeşeng û jîr e. lê hest zêde tune ye di helbestên wî de. gelekî sar e helbesta wî. wergerên wî baş e.. |
|
03.11.2014 02:20 |
marî
|
72. çawa nemir ka li kû ye nexwe? guh nedin efsaneyen bivî şiklî berê ji bo ahmet kaya jî digotin nemiriye nizanim li kîjan dewlata avrupayê jiyan dike lê derew derket |
|
22.12.2014 21:18 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
|
74. (bnr: kawa nemir mir) |
|
23.12.2014 02:37 |
vêca çiyeeee
|
75. piştî neh deh sal şundeselpakfiroşa wî wergera wî ya melvile, bartlebyê nivîsvan ji nav weşanên lîse derket. |
|
07.01.2015 17:12 |
seydayê_peyvan
|
76. hevpeyvîna wî a dawî: http://kurdish.ruvr.ru/2015_01_15/282124530/ |
|
22.01.2015 21:20 |
kurê xelkê
|
77. ''Bi xwêya tenik a beyaniyê re |
|
24.02.2015 20:40 |
ferhenga şikestî
|
78. Pirtûka wî ya kurteçîrokan ji weşanxaneya lîsê derketiye: |
|
25.02.2015 00:00 |
xendekî
|
79. gelo rojek kawa nemir bimre em ê jê re bibêjin kawa nemirê nemir? |
|
18.03.2015 19:22 |
remlavêj
|
80. kawa nemir jidil e, zana ye. min berê li hember wî xeber dida. pey re min ferq kir ku camêr nivîskarekî gewre ye. zaf xebatkar e. |
|
03.04.2015 16:12 ~16:53 |
sîpan
|
81. (bnr: bêdengî û tiştên din) |
|
03.04.2015 16:13 ~16:14 |
sîpan
|
82. Ew wergêrê ku hemî wêjeya înglîzî wergerand û ti tişt ji yên din re nehiştiyeee.Kafiroo |
|
06.04.2015 13:45 |
mîrzayêbiçûk
|
83. pirtûka wî ya dawîn ya helbestan kevirên bendewariyê ji weşanxaneya lîsê çap bû. Here lînkê |
|
08.04.2015 00:18 ~00:20 |
diclefirat
|
84. kawa nemir di radyoyê de helbesta fêrîkê usivî ya bi navê çiyano dixwîne |
|
08.04.2015 01:13 |
seydayê_peyvan
|
86. berga pirtûka wî a dawîn pir xweş bûye. bawer im helbestên wî jî pir xweş in lê ji ber ku bi kurmanciyek tam têkûz dinivîsîne gava ez dixwênim zaxe dibim. ev jî kêmasiya min e. |
|
08.04.2015 12:11 |
kurê xelkê
|
87. nivîskarê ku î ya berî y yê hertim wek "î" dinivîsîne. |
|
08.04.2015 16:12 |
bayesar
|
88. 23.04.2015an de saet 13an de li qoserê beşdarê panelekî dibe. Bila haya qoseriyan jê hebe û bila jê nemînin. |
|
22.04.2015 23:33 |
ceso
|
89. erê nemir jî dimrin ewê jî bimre dinya jê wî re jî namîneû nema jî xwedê emirkî dirêj bide me û wî û hazira |
|
23.04.2015 13:24 |
shorbevan
|
91. ma min gotibû zikreşî û çavnebarî wek kirasekî li me hatine tefsilandin? |
|
29.04.2015 20:22 ~22:50 |
ferhenga şikestî
|
92. destxweşîya wî dixwazim. saya sere camêr de rojeveke wêjeya kurdî heye. tenê ne werger û nivîsandin, di kare çapkirinê de xizmeteke mezin ji kurdî re dike dikin. vî qasî niqaşek bi gotinên wî destpêkir û didome, mezintirîn şaire kurmancî Fêrikê ûsivê an na. yek jî camêr Cegerxwîn helbestvanekî baş nabîne. |
|
03.05.2015 10:28 |
sîyaûyê bekirî
|
94. Ji fêrîkê usiv, ji led zeplin û ji araqê hez dike. |
|
09.05.2015 03:52 |
diclefirat
|
95. "Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim: |
|
30.03.2016 04:19 |
terkexem
|
96. înanolo pê re hevpeyvînek kiriye ku dê wek sê beşan bê belavkirin. aha ev jî lînka beşa yekem a hevpeyvînê: |
|
28.04.2016 13:46 |
înano lo
|
97. kawasaki nemiru |
|
28.04.2016 16:30 ~16:31 |
bijîmillah
|
98. aha ev jî beşa duyem a hevpeyvîna wî ye di inanolo.blogspot.comê de. : |
|
01.05.2016 20:46 |
înano lo
|
99. beşa sêyem û ya dawîn a hevpevîna wî: |
|
05.05.2016 19:33 |
înano lo
|
100. zimanê wî yê axaftinê xweşik û lihevhatî ye lê yê nivîsê zirecêb û tevlîhev e, bêyî ferheng meriv nikare jê fêhm bike. |
|
23.07.2017 20:25 |
tizbîkêş
|
101. Bi ya min tirkî di jiyana me de tunebûya, me yê Kawa Nemir zaf baş fam bikira. Mesela camêr ew e ku zaf Kurdiyeke kûr dinivîse. Emrê wî wek navê wî be. |
|
24.07.2017 18:03 ~18:03 |
robar cilo
|
102. (bnr: li ber pencereyên sedsalan) |
|
14.09.2017 12:35 ~13:47 |
xendekî
|
103. Here lînkê |
|
14.01.2018 13:28 ~13:29 |
biruya hayao miyazaki
|
104. di dilê min de kawka ye. |
|
05.07.2018 01:43 ~01:47 |
bargiran baran
|
105. Wergêr û helbestvanêkî serkeftîye. |
|
31.12.2018 15:05 |
ryaman
|
106. Sed heb bîra jî vexwê yekî nikarê ji hişê xwe ve ev qas biçe. |
|
11.06.2019 17:20 |
bilbilê dilkul
|
107. rojekê bimrê |
|
15.07.2019 02:23 |
bilbilê dilkul
|
108. barek nû girtiye ser milên xwe lê diyar e ev bar lê giran tê: Here lînkê |
|
04.02.2020 16:26 |
tizbîkêş
|
109. jê ccol-tir rewşenbîrek kurd nas nakim. |
|
04.02.2020 16:33 |
biruya hayao miyazaki
|
110. dike ku meriv heyrana zimanê dayik û bavan be, di qada wergerê de gelek xwirt e. kerem kin delîlê: Here lînkê |
|
03.05.2020 19:18 |
tizbîkêş
|
111. Nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye. Di helbestên wî de çend hevokên ji helbestên tirkî hatî wergerandin heye. Hinek kes dibêjin 'ji ber ku zimanê wî cuda ye xelk jê hez nakin' teqez tiştek wisa tune ye. Zimanê wî şaş e, ne cuda ye. Çaqma entel |
|
03.05.2020 20:15 |
soryazyus
|
112. Nivîskar, wergêr, şair, çîroknûs e. Elhemdililla serê me ji ber bilind e, stara xwedê li ser be pir dixebite |
|
04.05.2020 19:11 |
paşopêş
|
113. Sal bûye 2020 lê hê jî kawa Nemir bi tometa 'nivîskarê ew bi xwe jî ji zimanê xwe ti tiştî fahm nake ye.' tê tawanbarkirin. |
|
06.05.2020 23:05 |
ferhenga şikestî
|
114. ne helbestkarek hêja ye, ew tiştina dinivîse lê naşibin helbestan. jiberku helbest ristina tevnekê ye û ew tevn jî bî xemlûrewşa xwe, bi deng û dîtbarîya xwe, bi armanc û wateya xwe di hişê mirovan de hêmayek ava dike. gava mirov helbestek dixwêne, di hişê me de hêmayek zindî dibe. divê helbest nava xwe de ramanek bihewîne. gelo ka bêjin kî ji we helbestek kawa nemir xwendiye û zanîye ev camêre dixwaze çi bêje. ji bilî rêzkirina peyvên "dibiriqin" belam bê peywendî helbesta kawa çiye? bêpeywendîbûn, belawelabûn, şêlobûn taybetmendîyên sereke ên helbesta kawa ye. yeko yek peyvên xweşkok û hevokên delalok hene lê di dîmenê helbestê de wateyek hevpar tune. heger hin kes behsa tîrbûn û giranîya helbestê bikin, bila li wê derê bisekinin, çi helbesta kurdî çi ya cîhanê min gelek helbestkarên bilind xwendine lê tişta kawa dike ne romantîzme, ne sembolîzme, ne futurîzme, ne surrealîzme, ekspresyonîzme, ne dadaizme ne tutişte. şêweyek serbixwe û ecêbe, naşibe helbesta kurdî jî. wek helbestek bêrih û bêkok, xwendevanan bi rêzhevokan êmin dike, lê belê tiştek nabêje. |
|
20.05.2020 18:32 ~18:39 |
hespêsor
|
115. wek tê zanîn kawa nemir ji serhedê ye û li gor min paşanavê xwe ji ber artîstiyê nemir, dananiye. esilê kawa ji eşîra nemiran e. di salnameyeke osmaniyan de -ku di dawiya sedsala 19an de hatiye nivîsîn- qala hîzanê û vê eşîra hîzanê tê kirin. |
|
27.05.2020 19:18 |
ezcan
|
116. jî kanala youtubê vekiriye |
|
12.06.2020 14:08 |
fîriko lao
|
117. xwezika bi mehmûd berazî re bernameyek çêkira. |
|
14.10.2020 18:06 |
tizbîkêş
|
118. Rewşenbîrek e. Bo kurdî xebatên wî yên serkeftî hene. |
|
02.07.2021 19:00 |
hesinkar
|
119. ez dibêm qey paşnavê xwe bi tesîra borges kiriye nemir. |
|
20.10.2021 03:11 ~03:19 |
ezcan
|
simurg56 [2] |
|
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1] |
|
renas kaya [1] |
|
keloş [1] |
|
keloş [2] |