Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kawa nemir - tirşik
kawa nemir
(45) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. Ew kesê kû her tim bi rih e û zêde zêde cixarê dikişîne



07.07.2013 21:52 | tirsikhez

2. Kawa Nemir: Shakesperayê kurda ye.



09.07.2013 04:07 | sîyajan_56

3. ez nemrim, tu nemrî, kawa nemre, kê yê bimre bira?



16.07.2013 01:24 | tivirloismail

4. Ji îdîrê yê. Her çiqas ji malbatek dewlemed be jî ne bazirganî, helbestkarî hilbijartî ye. yek ji helbestkarê nifşên rewşenê ye. di serî de william shakespearê û ji îngilîzî bi hezaran werger kirne û hêj jî karê xwe yî wergeran bênavber û bêsekn didomînê . niha li ser wergera ulyssesa james joyce dixebite. her wiha editor, helbestkar e, çîroknûs e hunerwer e, mahîr e. hêja ye, malava ye. rûspîyê wêjeya kurdî ye.



16.07.2013 02:57 | seydayê_peyvan

5. nivîskarê hêja yê kurdan. ew her hebe.



mixabin ne bi zelalî kifş e ku bi kîjan navê tevlê tirşikê bûye.



16.07.2013 12:33 | sîsîfos

6. gorî teoriya Herold Bloom (bnr: etkilenme endişesi) ebehebe'ye yanî kurê william shakespeare hem dixwaze wî bikuje hem jê hezdike.



18.07.2013 22:36 | tivirloismail

7. Welleh yabo werger mekanîk e tahmsarkî ye, reqareqa peyvan e!





18.07.2013 23:37 | rojgar

8. Helbestkarê ku helbestan ji xwe dixeyidîne...

Helbestkarê ku hewl dide da ku kes ji helbestên wî fahm neke...

helbestkarê ku bi xwendina helbestên wî gelek helbesthez ji helbestê dixeyide û gelek tiştên din...

Pisporê zimanê çêkirî...

Wergêrê ku ji bo wergerên wî jî wergêrek divê...

wergerê soneyên shakespearê ku îngilizan bi xwe jî ji zimanê wî fahm nekirine...



19.07.2013 13:29 | çeqilmast

9. Kawa Nemir ew wergêr û helbestvanê ku ez nizanim bê çi çaxî radizê. Malnexerab ev werger û pirtûk tu di kîjan wextî de werdigerînî. Lê ez vê jî bêjim Selpakfiroşa wî hîn jî efsaneye.



19.07.2013 18:48 | rojan

10. We ji vê nivîsa jêgirtî çi fam kir û hûn ê ji Kawa Nemir heman tiştî fam bikin."komelayetî, tê heye ku bi gotineke din mirov terîfeke serbest lê xe, birêkxistinbûna komên xelkê ber bi yekgirtina birrek dînamîkên cihêreng piştî kar û xebat û qonax û lêkdanên berdewam, ango vîna jiyaneke hevbeş li çarçoveya pêgeheke ku xwe bispêre hebûna zimanekî birêkûpêk, bi riya vê yekê jî, peydabûna nasnaveke..." werhasil dawiya hevokê nayê, ev tenê beşek e ji pêşgotineke wî.(Pêşgotina pirtûka Ereb Şemo/Hopo) Bimre zimanê mekanîk û wergerî, bijî zimanê zindî û xwerû.



20.07.2013 16:30 | rojgar

11. şairê ku demekî min helbesta wî ya bi navê dîsa raperîn bo b'yê wergerandibû tirkî.. gelekî jê kêfxweş bibû û digot ev çi qas e kovareka ku nivîs û helbestên ji zimanê biyanî li tirkî tên wergerandin diweşÎne ji min wergêra helbesteka min dixwaze destûra te hebe ez ê vê wergêra te kirî ji wan re bişînim.. min jî bi kêfxweşî erê kir îcar nizanim şand an na an kovarê weşand an na.. heçiyê dixwazin dikarin wergera helbestê ji vir bixwînin: https://www.facebook.com/ozigdir/posts/500172636667162

têbinî: mixabin helbest bi xwe di dest min de nîne ya rast wergera wê ya bi tirkî jî min li ser înternetê min peyda kir.. eger canikek an camêrek helbesta ku me li jêr navê we danaye bi xwe re bibÎne û di tirşikê de binivîse em ê pê kêfxweş bibin û destxweşî û malavayiyê lê bikin..



20.07.2013 18:12 | endazer

12. camêr pir dixebite lê zimanê wî li min xweş nayê qey bi zor e.



20.07.2013 22:06 | gulan

13. kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse...



21.07.2013 20:30 | keje bemal

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kawa
» nemirnejî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî