1. Ew kesê kû her tim bi rih e û zêde zêde cixarê dikişîne |
|
07.07.2013 21:52 |
tirsikhez
![]() |
2. Kawa Nemir: Shakesperayê kurda ye. |
|
09.07.2013 04:07 |
sîyajan_56
![]() |
3. ez nemrim, tu nemrî, kawa nemre, kê yê bimre bira? |
|
16.07.2013 01:24 |
tivirloismail
![]() |
4. Ji îdîrê yê. Her çiqas ji malbatek dewlemed be jî ne bazirganî, helbestkarî hilbijartî ye. yek ji helbestkarê nifşên rewşenê ye. di serî de william shakespearê û ji îngilîzî bi hezaran werger kirne û hêj jî karê xwe yî wergeran bênavber û bêsekn didomînê . niha li ser wergera ulyssesa james joyce dixebite. her wiha editor, helbestkar e, çîroknûs e hunerwer e, mahîr e. hêja ye, malava ye. rûspîyê wêjeya kurdî ye. |
|
16.07.2013 02:57 |
seydayê_peyvan
![]() |
5. nivîskarê hêja yê kurdan. ew her hebe. |
|
16.07.2013 12:33 |
sîsîfos
![]() |
6. gorî teoriya Herold Bloom (bnr: etkilenme endişesi) ebehebe'ye yanî kurê william shakespeare hem dixwaze wî bikuje hem jê hezdike. |
|
18.07.2013 22:36 |
tivirloismail
![]() |
7. Welleh yabo werger mekanîk e tahmsarkî ye, reqareqa peyvan e! |
|
18.07.2013 23:37 |
rojgar
![]() |
8. Helbestkarê ku helbestan ji xwe dixeyidîne... |
|
19.07.2013 13:29 |
çeqilmast
![]() |
9. Kawa Nemir ew wergêr û helbestvanê ku ez nizanim bê çi çaxî radizê. Malnexerab ev werger û pirtûk tu di kîjan wextî de werdigerînî. Lê ez vê jî bêjim Selpakfiroşa wî hîn jî efsaneye. |
|
19.07.2013 18:48 |
rojan
![]() |
10. We ji vê nivîsa jêgirtî çi fam kir û hûn ê ji Kawa Nemir heman tiştî fam bikin."komelayetî, tê heye ku bi gotineke din mirov terîfeke serbest lê xe, birêkxistinbûna komên xelkê ber bi yekgirtina birrek dînamîkên cihêreng piştî kar û xebat û qonax û lêkdanên berdewam, ango vîna jiyaneke hevbeş li çarçoveya pêgeheke ku xwe bispêre hebûna zimanekî birêkûpêk, bi riya vê yekê jî, peydabûna nasnaveke..." werhasil dawiya hevokê nayê, ev tenê beşek e ji pêşgotineke wî.(Pêşgotina pirtûka Ereb Şemo/Hopo) Bimre zimanê mekanîk û wergerî, bijî zimanê zindî û xwerû. |
|
20.07.2013 16:30 |
rojgar
![]() |
11. şairê ku demekî min helbesta wî ya bi navê dîsa raperîn bo b'yê wergerandibû tirkî.. gelekî jê kêfxweş bibû û digot ev çi qas e kovareka ku nivîs û helbestên ji zimanê biyanî li tirkî tên wergerandin diweşÎne ji min wergêra helbesteka min dixwaze destûra te hebe ez ê vê wergêra te kirî ji wan re bişînim.. min jî bi kêfxweşî erê kir îcar nizanim şand an na an kovarê weşand an na.. heçiyê dixwazin dikarin wergera helbestê ji vir bixwînin: https://www.facebook.com/ozigdir/posts/500172636667162 |
|
20.07.2013 18:12 |
endazer
![]() |
12. camêr pir dixebite lê zimanê wî li min xweş nayê qey bi zor e. |
|
20.07.2013 22:06 |
gulan
![]() |
13. kesê ku ew bi xwe jî nizane çi dibêje û çi dinivîse... |
|
21.07.2013 20:30 |
keje bemal
![]() |
![]() |
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê [3] |
![]() |
25.09.2017 referandûma serxwebûna başûr'ê [1] |
![]() |
ewropa an koreya başûr? [1] |
![]() |
dema ku li dibistanê di dersa tirkî de nota xwe di bin 70'î de bidest bixin [1] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [1] |