Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 14 peyam
colemêrg - tirşik
colemêrg
(4) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. bajarê ku di 30.03.2014 hilbijartinên herêmî yên tirkiyeyê de akp %30 deng standiye. min bixwe fêhm nekir çawa tiştek wisa çêbû. hilbijartina din de akpê %15 standibû.



2014.03.30-22:57 | simurg56

2. bajarê ku duh şev ket xewna min. min çiyayên wê ya bilind û mijdarî temaşe dikir; wekî oksîjenÊN QET Jİ DİNYA NEHİSTENDİME DİKŞANDİM DİLÊ XWE. PİŞTÎ JÎ min ji ZİLAMekî xaniyên kirê dipirsiya. XWEDÊ XÊR BİKE.



2014.06.01-21:08 | biruya hayao miyazaki

3. mixabin hê jî di bin bandora eşîran de ye. ev du roj in di navbera du eşîran de şerek destpê kiriye. sedem jî pevçûna 4 ciwanan e. heta niha kesek mir û 6 kes birîndarbû. ji bo pêşîlêgirtina bûyeran walîtiyê îro "qedexe derketina ji mal" daniye. bi xwedê eyb e.

kckê jî derbarê mijarê de daxiyaniyek daye;

http://ku.firatajans.com/news/rojane/ji-kck-e-bo-gele-colemerge-u-esiran-bang.htm



2014.07.22-00:23 | simurg56

4. Eve çend roje li Cilemêrgê şer e! Ne şerê xêrê! Şerê şer, şerê birakujiyê, şerê rureşiyê. Nizanim hita nihe Cilemêrg çend caran rojên hinde reş dîtine? Belê mi kêm caran şerê hoke yê rureşiyê wê dîti. Erê Cilemêrg di bin dagirkeriya neyari daye. Cilemêrg bajarekî êxsîre di destê dijmini da. Cilemêrgê her dem şerê xwe kiriye. Cilemêrg kela berxwedan u serfiraziyêye bo miletê xwe. Belê birakujiyê pişta Cilemêrgê şikand. Ew Cilemêrga di di xevn u xeyalanda bu kabusek, rureşiyek.



2014.07.22-01:48 | miho gewda

5. Eve çend roje şer e li Cilemêrg ê! Di nabeyna Pinyanşiya u Ertoşiya da. Kes baş nizanît ev şere sera çi derkeft. Şerê di nabeyna çar tolazanda agir berda hemi Cilemêrgê. Piştî çend ciwanên Pinyanişî u Gewda danaye êkudi gencên her du rexan dikanên êkudi didene ber Beran. Mesele di seri da di nabeyna Gewda (mala mistefa) u hinde pinyanişiyan dabu. Belê paşê şer bu şerê pinyanişiya u ertoşîya.

Roja dî rihsipî keftine nabeynê gotine her di rexan silhê biken. Ertoşiyan silhe qebul kir. Dema çone dev pinyanişiyan ‘ya ku tête gotin’ ewan gotin ‘ em çi silhê naken u em dê tola xwe veken u xeber gotine parlementer adil zozanî u ew rihspîyên li wi erdi. piştî fitarê her du rexan dîsa dest avête şeri u dikanên êkudi sohtin. Heke polîs nekeftiba nabeynê Cilemêrg da bîte gola xwînê. Hita demê paşîvê şeri dewam kir. Polîsan nedihêla her di rex nêzîki êkudi bibin. Di şeva duyê da mirovekî jîrkî bi çekê giran birîndar bu.



2014.07.22-01:48 | miho gewda

6. Roja siyê êdî şeri avête malan. Di dumahîka van serdagirtinên malan da mirovekî marufî / Pinyanişî emrê Xudê kir ( Xudê rehma xwe lê biket serê me hemiyan sax bît) u kurê wi jî giran birîndar bu. Piştî vê kuştinê êdî şer ji kontrola dewletê jî derkeft. Waliyê tirk derkeftina ji malê, kolanê qedexe kir.

Nihe kolanên Cilemêrgê xir u xalî ne. Suk ye girtiye. Çi kes ji mala xwe dernakevît.



Rastî ev şerî ku di nav pinyanşiya u ertoşiya da derkefti ne şerê evro ye. eve hinde sale li êkudi bi hecet bun. Zivistana borî mirovekî Mamxuran mirovekî Pinyanişî kuşti bu. Gele tiştên dî jî çêbubun. Li êkudi bi hecet bun.



2014.07.22-01:49 | miho gewda

7. Belku gele faktorên vi şerê rureşiyê hebun gorey her di rexan belê sedemeke sereke jî polîtîkayên partiyê ne. Eve hinde sale çi caran şer ji Cilemêrgê xelas nebuye. Mixabin rêvebiriya partiya Cilemêrgê ji xeynî dikan girtinê u Molotof avêtine çi rêberî bo miletê Cilemêrgê nekir. Ma siyaset kirin kepeng girtin u slogan avêtine. Seroka şaredara Cilemêrgê jineke ciwane. Kurmancî nizanît, ne ji Cilemêrgê ye edet u usulên Cilemêrgê nizanît. Kes çi pê nadet. Weke tayînkirî ji partiyê hate nîşan dan, şibya waliyê dewletê. Dema ew bo Cilemêrgê kirine endama serokatiya Cilemêrgê qet ji xelkê Cilemêrgê ne pirsîn. Kesên ku ev rewşa rexne kirin u gotin bo Cilemêrgê ne kotaya jinê kotaya xizmet u rêberiyê lazime. Gotine van kesan hun xayîn cehş u nizanim çi u çine. Guhê xwe nedane mileti. Rêvebiriya partiyê jî kirine eşîrkanê. Ji ber hindê rehî sedê sih kêm bun. Dîsa jî bo wan ne xem bu. Ji Enqerê hinde rêvebirên partiyê qerar dan u eve jî demokrasî bu.



2014.07.22-01:49 | miho gewda

8. Nihe şaredarî u partî neşên çi tişti biken, kes guhê xwe nadetê u wan çi hisab naket. Çimkî partiyê tinê ber avêtin nîşa wan da. Çi rêgirtin u hirmet u siyanet nemaye. Kes guhê xwe nadete kesê. Li Cilemêrgê rewş hate halekî we kurê deh dazde salî bi xeberê babi nekir. Dema babi gote kurê xwe: ‘ kurê min bera ne avêje dikanên alemê’ kur ço bab şikayet kire partiyê!



2014.07.22-01:50 | miho gewda

9. Nihe şaredarî u partî neşên çi tişti biken, kes guhê xwe nadetê u wan çi hisab naket. Çimkî partiyê tinê ber avêtin nîşa wan da. Çi rêgirtin u hirmet u siyanet nemaye. Kes guhê xwe nadete kesê. Li Cilemêrgê rewş hate halekî we kurê deh dazde salî bi xeberê babi nekir. Dema babi gote kurê xwe: ‘ kurê min bera ne avêje dikanên alemê’ kur ço bab şikayet kire partiyê!



2014.07.22-01:50 | miho gewda

10. Nihe mesele ji kontrolê derkeftiye. Çi kes neşêt bîte berevanî, mileti jêkve ket. Her di rexan dikanên êkudi sohtin. Hinde kes dê suçi avêjine ser istê dewletê u quricîtiyê. Belê raste dewlet neye bê gunehe. Belê ma partî u şaredarî li Cilemêrgê çi şohli diken bi kêr çi tên. Her ro her ro wê meclisên taxan ava diken. Eve dazde sale Cilemêrg ya di destê partiyê da. Eve hinde sale çi diken….



2014.07.22-01:50 | miho gewda

11. Bi kurt u kurmancî heke silhe neyête kirin dê gele mirov êne kuştin ji milê her di rexan ve. Di cilemêrgê da çi halekî xweş nemaye. Hal gele yî xirabe. Bi dehan dikan hatine sohtin. Seetekî ji seetê zutir heke hinde kes nekevine nabeynê u berevaniyê neken, Xudê neket gele xwîn dê rişît. Nihe ji dia pêve çi tişt j ime nayêt….



2014.07.22-01:50 | miho gewda

12. ji ber ku herêma botan û serhed hêj di bin bandora eşîran de ye divê siyasetmedarên me ên legal an îlegal li ser vî pirsgirêkî bisekinin. çimkû ne îro be wê sib du sib bibe bela serê me. tu kes nikare bibêje kurd êdî biaqil in, ne wek berê ne. na, hêj wek berê ne. mixabin. divê siyasetmedarên me li ser vî yekî bisekinin. bi taybetî jî saziyên wek kcd'ê. mînakî çend heftê berê hin malbatan li ber şaredariya amedê konên xwe vedan û akp jî ji vî bûyerê gelek fêde dît. ku ev pirsgirêk jî neyê çareserkirin wê sib du sib bibe bela serê hemû kurdistanê.



mînakî siyasetmedarên wek birêz baydemîr û tirk dikarin tesîreke li wan bikin. ji ber ku ew tavilê diçûn cihê bÛyerê bêhna hin mirovan fireh bû.



bes e ev pergala eşîran, gerdÛn pêş de diçe lê kurd paş de diçin.



2014.07.22-22:18 | kurê xelkê

13. colemêrgî hemî camêr in û mirovêd me ne. xwedî çandeke xurt in û ji ber vê hêjayî pesindayînê ne. mêvanperwer, kurdperwer û law û cindî ne hemî. gelek caran, mirov di axaftina wan de nîşaneyên esaleta wan dibîne. çanda xurt a mîrektiy hekarî di folklora wan de maye. di serdema klasîk de jî û niha jî navendeke e girîng e bo kurdînîyê.



2018.11.11-00:43 | hêvî

dengdanên dawîn (Yên Din..)
hevzayendîtî [1]
gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên he...
porno û erotîzm [6]
-porno, ji kêmxeyalan re -erotîzm, bo xeyalperesta -porno, ser rû ye...
xalxalok [1]
Em piçûk bûn me xalxalok hildida li ser destê xwe me digo (paldayi: xa...
diyaloga bav û lawan [3]
- elo - merheba bavo - çawa yî kurê min? - baş im bavo saxbûna canê...
wîkîpediya [1]
ya pêncan:* aboriya japonê - (lînk: https://ku.wikipedia.o...
belki ev jî bala te bikişînin
» colemêrgî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî