Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
amores perros - tirşik

qezayek trafîkê diqewime û sê çîrokên ji hev dûr û cûda digihîne hev. gelek jiyanên wêranbûyî ku destpêkê de armanca wan hemûyan jî evîn bû....
(4 şîrove)
amores perros
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlma alejandro gonzález iñárritu ye. sala 2000 ê de kişandiye. fîlm, festivala fîlma şikago, tokyo, cannes, los angeles, moskova, havanayê de xelat standiye. lîstîkvanên serekeyê fîlmê emilio echevarría

gael garcía bernal e.muzikên fîlme gustavo santaolalla çêkiriye. fîlm aliyê jiyana sê kesa ve diçe. ev kes hev nasnakin lê nava fîlmê de qeza pêk tê û ev her kes jî ji ber vê qezayê jiayana wan diguhere. gava fîlmê temaşê dikim dibêjim qey romanek dixwînim ji ber ku fîlm wekî romanek hatiye kişandin.



30.03.2014 04:47 | rêzan

2. bi rastî jî fîlmek romanê ye. vê yekê ne ji bo pesndayîn an jî reşkirinê dibêjim.

wateya navê fîlmê "evînên malmîrat/bêwijdan/xedar" e. wateya perrosê "gelek xerab" vs. ye.

lê tirkan fîlmê weke "paramparça aşklar ve köpekler" wergerandine, yan: "evînên parçeparçe û kuçik". kê nav lê kiribe, meraq dikim çi vexwariye lê navek orjînal derxistiye.



fîlm di sala 2000an de hatiye weşandin loma sûcê wê tune lê êdî ji wan fîlman kerixîm ku çedn çîrokên bêpêwendî bi pêşketina fîlmê digihin hev fîlan û em diêbjin "waaaw!" êdî ji fîlmên wisa zehf hene.

weke din, herçiqas fîlm bûbe sedema qetlîama kuçikan jî, xweş e. pûana min jê re 79 e.

tê de çîroka herî xweş ya kujerê peretî bû.



----spoîler----

fikra kujerê ku kiryarê xwe û qurbanê xwe tîne cem hev û ji kiryarê xwe dixwaze qurban bikuje, orjînal bû. lê dîsa jî bi qasê leon ne bikarîzma û sempatîk bû.



sahneya fînalê jî xweş bû. kujerê mirovan û kujerê kuçikan bi hev re ber bi dûrahiyê ve dimeşiyan... belkî jî ji ber vê yekê kujerê me nekarî vî kuçikê ku hemû kuçikên wî kuştibû, bikuje.

----spoîler----



ger hûn bi hêviyên mezin li fîlmê temaşe nekin, temaşekirina wê de problem tune.



18.11.2014 19:29 | simurg56

3. filma zude min guhdarî kirî û tu quzzilqurtî jê fêhm nekirî. tenê ji filmê ev maye di hişê minde. ez tawsiyeyî tu kesî nakim lê dikarim hinekî lê binêrim ka tişteke çawa bu.



19.11.2014 00:29 | azadixwaz

4. Fîlma derhêner a herî zêde di bin bandora yılmaz güney de maye ye.



(bnr: têkiliyen sist yên jiyanên cûda)



19.11.2014 11:39 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» amores santos

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî