Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
helbestên dost çiyayî - tirşik
helbestên dost çiyayî
(0) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. baz / dost çiyayî



Tu ê yî mezin bibî helbet rojekê

piştî rojekê li dawiya rojan

mayende...

qencî-xerabî; aderî-binketî

du nasname ên bî/mayî ji laşekî

dijberî hev û tevlihev/sar ango germ

dê bibine diraxe

li hêviya bijartineke neserbixwe

û rê

ên tî û dirêj

dureh wê bikişin

ji serê pozê pêlavên te..!



Rastî, ji du robarên bi hev re

yek tall û yek şor wê biherike

şêraniya şetê dilê te î xas

û baran,

tenê ji bo tawanbariyê wê bibarin

li pêlên pêdiviyên bêdawî..!



Bazê min!

li êvara neheqin û qet jibîr neke;

êvar xapînok in, rojê carekê

wê ji te veşêrin ronahiya şevê

xefik û dehfik derbasok in

dema tu jîr bî

û eger, li kelem û kemînên şevê

nelikumî,

berbang ne dûr,

stêrkên çavên te bi xwe ne!..



dost çiyayî



25.03.2014 23:56 | xendekî

2. HEZAZ XALÎ / dost çiyayî



li wê çolê, li wê berpalê

ji zemanê sed û bîst û çar hezar

pêxemberan û bi vir de,

ji newala kesk û şîn a zarotiya min

heft çiya û heft geliyan bi wir de

bi bakur de

birîneke kûr, dûr û tarî

birîneke kevnar, sar û xalî

ji du devan dinale di zikê erdê de

li binê wê newalê...



çendî û çend dewran, bêsilav

çendî û çend tofan, bêkelam

bi bayê xezebê hatin û çûn

hovane, çavsor, bêfedî

li ser devê te keserên qelişî

û di çelqên te de tîbûna çiryayî

ku guhanên ewran diguvaşt

sibeheke payîz a por weşiyayî,



reş kirin û çûn

lê kesî nedî, kesî nedî

ziwahiya li ser zimanê te yê bejî

ku bi taya tenêtiyê dibirijî

ku bi taya tava tenêtiyê dipijiqî...



kesî nedî

bêhay û bêpay ji aşîtiyên gêrgêre

bi sedan kevokên bej, rengarî

sal duwanzde meh û roj bîst û çar carî

li hendesa te ya tije qul û kinas

dil diketin tenêtiya xwe ya tenha

û çarenûsa çaralî ya evînên berî

li çeperên hilferîna peran dineqişandin

ji bilî asêgehên xewle û tarî

wargeh hilnebijartin, hêlîn çênekirin

xwe ji awirên xure veşartin

û xwe nespartin bextê hezkirina destên kedî...



her kes reviya, qetiya her tişt

ji xwe û ji dahatûya xwe

gund û zozan vala bûn

ji sertara gir û kepezan, dorana çiyan

pêjna germahiya dengan qut bû

û çûn

lê ew li wir man

wekî rengekî biyan,

çiya hejiyan

newal qîriyan

dirinde terqiyan

lê ew ji cihê xwe qet neliviyan...



û îro xewna min

nahêle ku bitebite dilê min

lê çi bikim

qelaç bi kaş

zinar sar

kevir kerr

newal lal

û piyên min qels in,

gelo heye ku ez te bibînim

bi çavên zarokekî, careke din?..



Dost ÇIYAYÎ



25.03.2014 23:57 | xendekî

3. ...

çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

gerden û morî

zarok û dûrî

wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin.



dost çiyayî, qetran, r.17



25.03.2014 23:57 | xendekî

4. ji bo jiyana dost çiyayî (bnr: dost çiyayî)

û Here lînkê



25.03.2014 23:58 ~2016.08.19 18:59 | xendekî

5. (bnr: qetran)



''ji qetrê sader qehr û risas

bi mohreke sincirî re hatim helandin

li hemû dergehên demderewîn yekcar

min qufiland dilê xwe yê têrxwê

bi kerbekê re hazar car min lehimand

keserên kiras zingar

dil û rivîn

kul û birîn

wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.



min guh da nalîna dengekî hinavîn

û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de

bi sewta saweke sefran û seferî

suhurîm, li seherên sar û sêwî

ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re

li çerxa kfjan zemanî dizîvirîm

da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê

meyam li nebîniya şevên bêstêrk

û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt

zeman û zemherîr

ziman û zehîr

wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm



rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin

deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm

lewra beriya bab'ên bêbinyad û mishefên reş

li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin

bi çavên çelq çelqiyam û min dît eareke din

li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan

kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî

li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan

reml û reea

rene û rewa

wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam



min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak

û xembar dageriyam şiveriya şevên xas

li şopa şivaniya xwe ya kevnar

ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar

min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav

lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan

lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm

dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran

şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan

şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran

dilop û derya

mirin û dinya

wekî çerxekê di xwe de gêj bûm



dev badan devên devdeve

dêmên dêgur, çeşmên xure

min pelên zer li xwe pêçan

û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam

ji edeba piçûkatiya biran

ûxwarina bi dizî ya li pişt kewaran

weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar

çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

gerden û morî

zarok û dûrî

wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin"



Dost Çiyayî



09.03.2015 02:16 | xendekî

6. (bnr: hêvî ma bihareke din)



19.08.2016 18:59 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helbestên ku tirşikvan jê hez dikin
» dostoyevskî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî