Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
reservoir dogs - tirşik

ji fîlmên navdar yên Quentin Tarantino ye. Joe Cabot ji bo şelandina dikana elmasan tîpek ji dizên profesyonel û navdar pêk tîne. ji bo şelandinê hemû kitekitên planê hazir in. lê dema tên dikanê ras...
(6 şîrove)
reservoir dogs
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yekem filmê quentin tarantino ye, 1992 de, diravnameye ki biçûk hatiyê kişandin.

senaryo ji alî tarantino hatiyê nivîsandin û awa yeki nû aniyê sînemaye.



şanogehen gelek bi xwîn, danûstandinen balkêş û vegotinen ecêb pêşkêşî temaşevanan kirinê.



çend lîstikvanên tê de dilîzin: harvey keitel, michael madsen, tim roth, quentin tarantino, steve buscemi, chris penn, lawrence tierney .



25.03.2014 19:33 | xwelî li ser

2. fîlmekî pir xweş e. di cihekÎ fîlmÊ de kamera ji hundir derdikeve derve lê eyarên roniyê nayê guhertin. ya tarantino wê demê van tiştan nizanîbû ya jî wî bi xwe gotiye bila werê be.



nÎşe: ezê hîn peyamek dûdirêj binivîsim. aniha bi vê îdare bikin. *



26.03.2014 23:16 | mergehez

4. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ahûracik ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



07.08.2020 17:38 ~17:38 | simurg56

5. filmekî tarantîno bi hostayî çêkirî bi şepirzeyî leystî ye.



08.08.2020 11:32 | hespêsor

6. fîlmê ku ji dîmenên bi xwîn diyare ku yê quentin tarantino ye *
tarantîno ji du tişten hez dike, yek xwîn e, dido lingê jina ye.
tişta rastî di vir de lingê jina nîn bû, an jî ji ber ku lêhengeke jin nîn bû, apê me tarantîno di fîlmê xwe yê ewil de dîmeneke wilo şanî me nekiriye *

min fîlm ji telegramê daxist, bi binnivîsa kurdî, destê werger sax be, di çend cihan de qala bavê teyar, denozer72, qasim silêmanî dikir, kenê min bi wan binnivîsa dihat.



19.12.2020 17:04 ~17:06 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» reservoir dogs

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî