Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 35 peyam
kurdê dikeve pê keçikeke tirk - tirşik
kurdê dikeve pê keçikeke tirk
(16) (4) (2)
di mijarê de bigere

1. rizîl e.

reben û hejar e. (bnr: giriyê kafiran lê tê)

pirsgirêk bi malbata xwe re dijî*.

pirsgirêk bi hevalên xwe re dijî, mînak bi min re.

bi gotina ezê kurdî hînî wê bikim xwe û yên bikare dixapîne.

wê zarokên wî qet kurdî nezane, ku jêhatîbe dibeku zarokên wî bêjin bavê me kurd bu.

ma kuro ji xwe ev ne bes e, dev jê berde here lo...

(bnr: tirek)



07.07.2013 10:08 | azadixwaz

2. ger serbikeve yanê bikare bizewice, ihtîmalek pir mezin an bijişk e, an endezyar e, an mamoste ye, an jî perê wî pir in.



yanê ew biçûktiya wî ku ji kurdîtiya wî tê, bi tiştek din hatiye kompanse kirin û desthilatdarê wî encax bi wî awayî, wî ji xwe re layîk dibîne.

keçikek tirk, min qet nedîtiye ku kurikek kurd ê nexwendî an jî ne dewlemend ji xwe re weke mêr qebûl bike. ji ber ku ji xwe, bi kurdbûna xwe carek wenda kiriye, ger ne dewlemend be, keçikek tirk tu caran nabe para wî. xwendiyên bêaqil ên kurd jî dema xwe weke gûkê dibînin, êdî ew jî wek tirkan kurdan biçuk dibîne û xwe layikê tirkan dibîne ..

sedema vê yekê ev e. kurd bi xwe, xwe di hemberê tirkan biçuk dibîne.lewma kerên kurd, weke erebeyek baş keçikên tirkan dinêre. weke tiştek luks, weke xaniyek mezin, weke çêlekek ciwan, weke gûyek germ ku dû ser radibe, weke qunek mezin lê dinêre..

ger em ji vê nêrîna ku ji bindestiyê bingehê distîne xelas nebin, hemû ciwanên me yên serketî wê ji aliyê keçên tirk bê revandin .

(bnr: evîna keçên tirk a ji lawên serkeftî ê kurd re)



07.07.2013 03:12 | brusk56

3. Ev pirsgirek bi tena serê xwe dikare bibe mijara sereke ya civakzan û derûnîzanên kurd...Lê hezar mixabin ku ji ber pirsgirekên me yên rojane û kar û barên siyasî kes li ser vê nexweşiyê hûr û kûr nebûye.Erê ev tîştekî patolojîk e û piranî di nav gelên bindest de tê dîtîn.Dema ku kesekî ji neteweya bindest dibîne çi jî bike nikare bibe wekî wan lê çi jî bike dilê xwe her tim dibijîne serdestê xwe. Wan kesan di dilê xwe de dibêjin a baş em bi kêçikên wan re bizewicin û xwe ji kirasê bindestiyê xilas bikin.Lê nizan in bindestiya mezin hê nû dest pê dike.Haya wan ji dîrokê jî tune ye. Ewil tirk çawa keçikên xwe didin dijminê xwe -ew jî mina me kawik in- û dûre dewlet,padişahî,seltanat û hemû dewlemendî ji destê wan diçe. Kes û dewletên ewqas mezin nikare li ber xwe bide hemberî keçikên tirk ma xort û malbatên me yên belangaz ew ê karibin.Di destê bûka tirk de tilsimeke çawa ye hê jî naye zanîn bi wê tilsimê kal û pîrên me yên heta wê çaxê ji devê wan peyveke tirkî ji nepekiyaye xwe li tirkî diceribînîn û werin hûn bifikirin dîmena derdikeve holê.Ew xortê ku digot hevsera min soz daye min ew ê hînî kurdî bibe, him soza hevsera xwe ji bîr dike û him jî xwe.Dest bi gotinên ''ez tu cûre neteweperstiyê napejirînim'',Ma cahş jî bi kurdî dizanin'' ''Ka kes li ba me tune ye em bi xwe bi xwe ne zimane kurdî zimanêkî qels e'' dike.

Hevalno bi rastî jî nexweşiyeke kûr û bi jan e lê min di serî de got ev mijara lêkolînên kûr yên civakzan û derûnizanan e...



07.07.2013 14:24 | tirsikhez

4. Ne hewceye em tiştek direj binivisin.

"Her bijî dildarîya/hezkirina gelan" bese û zêdeye jibo vê mijarê re.



07.07.2013 14:33 | karmatî

5. xweliser e, pêşeroja xwe xira kirî ye,bavê zarokên ku dibejin yaw bavê me kurd e lê diya me tirk e u weke tirkan jiyan dike.



07.07.2013 07:44 | feqiyêteyran

6. xwedê nehişto nizanê pêşeroje we jîyan jere bibê jahr .heyf ü xabînet



07.07.2013 15:52 | gulê

7. (bnr: giyayê hewşê tahl e)



08.07.2013 00:03 | azadixwaz

9. gorî hin agahiyan wê hê gelek pirsirekên din jî bijî. serdestê (min navê keçikê wisa danî) piştî zewacê hê çi û çi bîne serî wî, bila hê ew hewl bide ku bizewice.



13.07.2013 11:59 | azadixwaz

10. Hinkê xetere çaxê keça Kurd dikevi pey tirka. Lê ez dibejim lavê Kurd ji bo Kurd kirina keçeke tirk dikari evîndar be. Çi yanî? Bi va gotina ez dibem "nasyonalîst"? Na! Kurd hetanî bindestin nasyonalîzma wan jî tuneye! Welatparêzî, welatperwerî ne nîjadperwerîye! Kurd bi çi milletare bizewicin jî lazîme li eslê xwe xwedî derkevin, bi teybetî li zarokan xwe xwedî derkeve! An, ne Gel, ne jî Xwedê li we na bori!



13.07.2013 16:35 | urartu3000

11. her çilqas lawikê kurd bêjê qey nav nivîna de bavê meselê ew e jî, yê bindest, yê xwelîser dîsa ew e.



13.07.2013 17:18 | shepirze

12. min keçikek tirk nedîtiye ku piştî xortek kurd re bizewice asîmîlê bibe. asîmîlebûnê berde, min kesek tenê nedîtiye ku hînî kurdî bûye.

çima? ji ber xwelîserê bi wan keçikan re dizewicin, jixwe piranî ew bixwe jî kurdî baş nizanin an jî heta niha tenê bi diya xwe re kurdî axaftine.



13.07.2013 17:24 | simurg56

13. Qet zarokên wan dê nebêjin ''em kurd in'' û bi ser de jî ew dibin MHPparêz.(mixabin )



13.07.2013 19:20 | fizikzan

14.

Jin an jî mêrên kurdan dema bi tirkan re dizewicin nasnama xwe hindadikin.di ser de jî dibêjin tirk însan in însan.lê ji bilî wan jî kes vê yekê piştrast nake.



13.07.2013 20:15 | gulan

15. tişkî pir normal e. e dibêm wî zilama kare keçikê hinî kurdî bike lê belê ew zilam kare asîmîle ji bibe. a xweşî a yekemîn e lê mirov hevcê vana bihevre nefikirin.



13.07.2013 21:51 | freedm4ever

16. (bnr: da gawir vegerin ser riya ata)



06.08.2013 01:55 | azadixwaz

17. dawîya wê ne baş xuya ye *



06.08.2013 03:29 | firat

18. YêN ZAROKêN xwe ne bi zmanê KURDî MEZIN DIKIN...



07.08.2013 06:06 | jir

19. (bnr: pirsgirêka man û nemanê)



31.08.2013 13:25 | azadixwaz

20. (bnr: kurda dikeve pê kurrikeke tirk)



31.08.2013 18:24 | endazer

21. kurdê ku ketiye heyra xirrê xwe.



31.08.2013 20:43 | înano lo

22. şikir ji xwedê re ku ne ez im.

ciwanên kurd şûna ku bikevin pê ciwanên tirk bikevin pê ciwanên îngîlîz, elmanî, fransî an jî amerîkî gelekî baştir e. ji ber ku ger zava an jî bûka me ji van welatan be îhtîmalek mezin piştî ku mezin bû wê ziman û çanda kurdî meraq bike û hinekî hîn bibe û ger hinek bi aqil û eleqe be wê li ser kurdî û kurdistanê kar bike an jî qet nebe wê werger bike tiştek bike.

lê ger tirk be wê şerm bike ku bêje diya wî an jî bavê wî kurd e.



01.09.2013 00:01 | simurg56

23. ew kesên ku xwe bi" Em keçê tirk hînê kurdî bikin"dixapînin.lê mixabin dawiya dîlanê de rewş çewt derdikeve



01.09.2013 10:00 | newenda

24. ew kesên ku xwe bi" Em keçê tirk hînê kurdî bikin"dixapînin.lê mixabin dawiya dîlanê de rewş çewt derdikeve



01.09.2013 10:00 | newenda

25. tenê tiştekî tê gotin ew jî; bila keçik be, çi tirk e, çi faris e, çi kurd e. * *



01.09.2013 14:28 | ehmed

27. malxirabî ye!



12.10.2013 13:09 | mem alan

30. kurdê ku ne mexdûrê kîrê xwe ye, lê mexdûrê kompleksa xwekêmdîtina xwe ye.



15.03.2014 22:11 | nazim tolhildan

31. kurdê karê xwe dike lê barê xwe giran dike ye. ji gelê xwe re bêxêr û ji gelê tirk re jî nexêr e. hem ji dêrê dibe hem jî ji mizgeftê.



04.05.2014 12:10 | azadixwaz

32. kesê ku heke ku ji bo parçek goşt be bila bê ezî ji ortaaa êniya wî maç bikim. nexasim jî goştê hemsiyan gelekÎ xweş e * lê heke ku ji bo evînê an jî zewacê bimîzim ser gora bavê wî.



04.05.2014 12:27 | oxir

33. kurdê ku xwe ji daxwaz,xwestek,next,irf û adetên pûç û vala rizgardike ye.Riya wan her tim vekirî be.



04.05.2014 15:11 | karmatî

34. halê wî yeman e. hewl dide pê xwe hevala xwe bibe kurdistanê lê qet hêvî lê tune hema dev jê berdide û ji xwe re sedemên bi mentiq ji bo li memlaketê keçikê bi cih bibe digere, helbet wê bibîne.



29.06.2014 10:06 | azadixwaz

35. (bnr: kerê nêr)



29.06.2014 12:39 | xendekî

37. (bnr: eşqa dila zor e wileh bêlome be) *



29.06.2014 22:34 | endazer

38. (bnr: sendroma stockholm)



12.09.2014 20:31 | azadixwaz

39. (bnr: quz quz e, çi tirk e çi kurd e)



12.09.2014 20:38 | serpale

40. kudê ku ji manîta xwe re dibêje "hayatım" e



15.12.2014 00:39 | nazim tolhildan

41. divê dikare dev ji keçikê berde jî.ez ketibûm pê û niha ez bi berdana wê şanaz im .



15.12.2014 00:41 | vêca çiyeeee

42. (bnr: me go lêdin we kuşt) , *

Edît : wê peyam bidome...



21.12.2017 05:17 ~05:19 | gumgumok

43. (bnr: Şêxe senan)



21.12.2017 09:02 | cûndûllah el-kurdî

44. Ferqên gelek mezin û girîng hene di nava me û tirkan de. Çand, mêvandarî, rabûn û rûniştin û tevgeren me û wan ji hev pir cudane. Bi taybet jiyana malbatî, jiyana jin û mêran bi nezîkbûn a van tiştan re pir girêdayîye. Gelek hevalên min yan jl kesen li der û doramin kû bi keçên tirk zewicîne, pir poşmanin. Dawîya dawîn ya dev ji hev berdan yan jî jiyanek ne xweş bê kêf û bipoşmanî dewam kirin/dikin.



21.12.2017 09:21 | xemrevîn

45. Kurdê ji tirkan re zarokan çê bike ye.



22.12.2017 00:45 | lawkegoyi

46. keçên ermenî/17392



22.12.2017 00:59 | mîr

47. Ew ez bûm :( keçeke delal, qenc û dilrehm bû.

Ji ber ku min her derê kurdê dinivîsand û bi hevalên xwe re kurdî xeber dida, bi israr dixwest hînê kurdî bibe. Min ders dida wê lê ji ber pirsgirêkekê, me dawî li têkiliyê anî.

Axirê bidomiya, min ê ew bikira kurd lê nebû nesîb. *



11.05.2021 22:52 | xelîl

48. Ez ne li dijî zewaca wan im. Lê dema ku jin hînî zimanê kurdî nebe çima mêr bi tirkî diaxive?
Zarokên wan bi îhtîmaleke mezin bi tirkî jî diaxivin.
Bi rastî ev rewş ji bo me kurdan pir xerab e. Jin û mêrên kurd ên zana rê li ber vê rewşê digirin.

Her wiha ji ber sedemên siyasî û çandî nikarin bizewicin.
(bnr: biratiya gelan)



18.03.2023 22:13 | horhorik

49. Min hemû peyaman xwend. Tirşikvan zêdetir li ser 'ger bizewicin mêrikê kurd ê bi tirkî biaxive, zarokên wan ê bi tirkî biaxivin ê asîmîle bibin' sekinîne. Ya bi rastî beriya niha bi deh-panzdeh salan bûya min ê jî wisa bifikiriya lê niha ew mijar nikare bibe sedam bo ku kurd û tirk nezewicin. Çima? Çimkî ji colemêrgè bigire heya stênbolê kurda/ê bi kurdekî/ê re zewiciye ger xwedî zarok be pê re bi kurdî naaxive. Yanê kurd bi tirk, kurd, ereb kê re bizewice ferq nake a muhîm ew e ku bi hişmandiyeke kurdewarî tevdigere an na?



16.04.2024 15:29 | çaya germ

50. Çi kur çi keç ferq nake, têkilî û zewacên bi vê awayê ziyaneke mezin digihînin çanda kurdî û Kurdan. Eger şert û mercên Kurdan wiha nebûna, dê tişteke gelek sirûştî bûya lê di vê serdemê de mixabin qenciyeke tiştên wiha bo xelkê me tuneye.
Paşê dibêjin; em jixwe tevlîhev bûne, ma çi hewceyî bi cudaxwazîyê heye?!
Wekî din jî kesên ku kiryarên bi vê awayê pêk dîtin piranî ji ramana Kurdbûnê bêpar in, yanî tişta pûç dîsa pûç dibe, xem nîn e. Mirov nikare ji van kesan hêvî bike ku dûndeha xwe wek kurd mezin bikin jixwe kurd bûna wiha nedikirin.



17.04.2024 00:43 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rapa kurdî [3]
li benda repbêjek zîrege. serhado ne xirab bû lê ne afirîner bû. hirme...
cinorek [1]
herkes tê û diçe lê ew li vir e. li vir e nobedarê dara gwîzê tûy...
ne qenc e [1]
biwêjek e.. Dema yek kirina karekî ji yekî îstîrham bike wê demê ev go...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Navê malperê were guhertin....
zimanhilû [1]
biwêjek e bêtir ji bo kesên şelaf û melaq tê bikaranîn. hilû an hilûs ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdê dikeve pê keçikeke tirk
» pêşniyarên ji bo kesên ku têkiliyeke dûrî dijin
» tirkman

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî