Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 10 peyam
    dêmarî - tirşik
    dêmarî
    (0) (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. marmêlke, marmarok, gumgumok. qertîş...hwd

    li ba me yên biçûk re gumgumok ku bi devokî qulmqulmik dibêjin... herama rojavayê tirkiyê bi tirkî

    navê wan suleymancik e..

    yên hinêkî mezin û reş re qertîş, yên mezin û hêşin re jî dêmarî dibêjin..



    2014.03.20-23:30 | havka

    2. jinbav, zir dayik, bawe jin, babojen, damarî, dayika ne esîl, ango jina ku bavê mirov li xwe mehr dike, bi tirkî üvey anne û bi îngîlîzî ji stepmother an stepdame e.. di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de camêrekî mijar vekiriye û camêrekî dî jî di bin re gotiye ku ji dê û mehr yanî mehrkirinê tê yanî dêya ku ji aliyê bavî ve tê mehrkirin û camêrekî dî ê bi navê behrooz shojai ku di zanîngeha artukluyê de lektor ango dersdar e wiha bersiv daye derheqê etîmolojiya vê peyvê de; Ti peywendiya dêmarî bi "diya mahrkirî" re nîne. Hûn van etîmolojiyana ji ku derdixin, bextê xwedê! dêmarî peyveka kevn ya kurdî ye ku ji du peyvên dê û marî pêk hatiye. Dê heman peya "dayîk" ku di partî (zimanekê îranî yê bakur-rojavayî yê serdema navîn de) "dayeg" bû. Wateya dayîkê bi eslê xwe 'daye (süt-nine)' bû, ku paşê dewsa peyva "mad/mader" girt. Mad/mader hîn di zazakî de wekî "ma" maye. Ev "marî" ya ku di "dêmarî" de ye ji peyva "mader" hatiye, û ev peyva tenê bermayê wê yekê ye ku wextekî kurmancî jî ji bo dayîkê "mader" dihate gotin, lê pêyva "dayîk"ê cihê wê girt. Bi kurtasî peyva "mader" di peyva "dêmarî" de fosîlîze bûye.



    2014.06.14-08:21 | endazer

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    xewa havînê li ser text [2]
    hûnikîya şeva havînê ya piştî qelekijêna roja wê şevê dilê mirov xweş,...
    xewa havînê li ser text [2]
    Em ketin meha gulanê êdî roj bi roj germ zêde dibe.Nizanim çima diho ş...
    12.11.2017 erdheja li kurdistanê [1]
    çi rewşeke reş î xirab e ku em nikarin destê xwe dirêjî birayên xwe ki...
    bêmoralbûna kurdan [1]
    bi rastî, ez jîyana xwe ya rojane de dikenim, nsn dixwim û vedixwim. Û...
    bêmoralbûna kurdan [1]
    Ji zû de ye ji ber vê rewşa ha neketime tirşikê, îşev jî ji bo ku vê p...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » dêmarî

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî