Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
selîm berekat - tirşik
selîm berekat
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: ev kurdên te ne xwedayê min)



20.03.2014 15:11 | endazer


3. nivîskarê pirtûka feqiyê tariyê ye . ne karê min e ez romanek di nêvî de bihêlim lê min xîret nedît ku wê romanê biqedînim..



12.05.2014 02:16 | cegerxwîn

4. nivîskarê ku pirtûka wî ya bi navê Feqiyên tariyê dema min cara pêşiyê dît weke feqiyê teyran xwendiye ye..dema tiştin di hişê mirov de cih girtibin mirov tiştek dî ku ser wê ve diçê bibînê mirov weke wê tişta pêşiyê dibînê..



12.05.2014 02:19 | nan û av

5. Nivîskarekî erebî sûrî ku bi eslê xwe kurd e, zimanê wî gelekî xurt e.

mixabin hin kurd rexneya nezanîna bi kurdî li hin kurdan digirin tenê gava ku fikirên wan yên siyasî ne wek yên wan bin..

Eger ne wisa bûya di vê tirşikê de hezar navên nivîskarên qaşokurd nedihat nivîsîn û behsa berhemên wan wek berhemên kurdî nedibû..

Yaw mirov nikare ji qalikê perwedehiya girtiye derkeve..

koletî di mejiyê me de çandine.

têbinî: selîm berekat dizane bi kurdî biaxive lê nikare binivîse û bixwîne.

...

Ji bo min çi nivîskarê ku berhemên xwe bi zimanekî ji bilî kurdî derxîne nikare were hesibandin li ser wêjeya kurdî.

ji bo min bo dilê wî nemîne jî tenê eslê wî kurd e, ew qet ne kurd e.



12.05.2014 02:22 | dijber

6. lI GOR AGAHIYÊN KU DIJBER DI DERBARÎ WÎ DE DAYE DE eM DIKARIN BIBÊJIN KU YEKÊ WEKE YAŞAR KEMAL E.. lÊ SELÎM BEREKAT BI KURDÎ ZANEBÛNA XWE JI YAŞAR KEMAL WIRDETIR E..gELLEK KES DIBÊJIN YAŞAR KEMAL KURD E Û BERHEMÊN WÎ WEKE BERHEMÊN KURDAN NÎŞAN DIDIN LÊ NE WUSA YE.. yAŞAR KEMAL XIZMETA HERÎ MEZIN JI WÊJEYA TIRKAN RE KIRIYE..



12.05.2014 02:32 | nan û av

7. haya kesî tuneye yan ji ber ku Abdullah keskîn ne weşangêrê wî ye lewre kes behsa berendamtiya wî ya xelata arabic bookerê nekiriye? giringiya vê yekê ne hêjayî dîtina kitêba wî ye, yanê selîm berekat tu carî xwe nedaye ber xelatan û çaxa ku xelat dane wî jî qebûl nekiriye. Lê ecêba giran vê carê qebûl kiriye.

Romana wî ya bi navê El-Cundub El-Hedîdî (Kuliya Hesinî) di 2019an de bûye berendama xelata erebî ya navdar lêbelê hiştiye romanûsên ciwan qezenç bikin. Roman behsa malbateke Kurd dike, ku li qamşlo cîranê malbateke cihû ne.



27.08.2020 02:56 ~03:04 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» selîm yildiz
» berekat îsa

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî