Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 14 peyam
    petîx - tirşik
    petîx
    (0) (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. li derikê em jê re dibêjin petêx. ne bi qasî zebeş be jî tama wê pir xweş e. li bîstanan tê çandin. ku we bîstanek dît hema rahêlin petêxekê û birevin lewra xwediyê bîstanan pir ji petêxên xwe hezdikin *



    2014.03.18-18:02 | mergehez

    2. Petîxê herí xweş petîxê fîlê ne. Weke ku heyamê berê dihat gotin; xwarzê helez in helez!



    2014.03.18-22:24 | birho_fîlo

    3. (bnr: petîxê cefanê)



    2014.04.30-15:52 | xwelî li ser

    4. petîx, pettêx erebî ye...

    (bnr: gindor)



    2014.05.02-17:36 | jîndar

    5. Li êlihê petîx û qawin ji hev cuda ye. Gindorê şîrîn qawin e. Gindorê meyxweş wek cûreyê cefanê tirşeşîrîn jî petîx e li ba me. Û bi kurdî tevde em dibêjin gindor. Ne qawin petîx e ne petîx qawin e.

    Careke ez û rehmetiya diya kalkên min çûbûn bazarê. Gotibû kurê min ev petîx in û ev jî qawin in. Emê pêtîxa bikirin. Me petîxê cefanê kirî û em hatin malê.

    Rûniştvanên êlihê qawinê zehf his nakin, zahf nayê xwarin. Herî zêde petîxa dixwin. Heke meyxweş nebê, şîrîn bê bêqîmet e naxwin li vir. Petîx ji qawinan qîmetir e û herî zêde jî petîxê cefanê. Lê belê di deverên din ji ber ku şîrîn nîn in petîx nayê xwarin.



    2017.09.30-14:16 | rûbar

    6. Em dibêjin petêx û peyvek ne erebî ye. di erebî deng û Tîpa " p" tûneye. Peyvek sanskirîtî ye û ji vir derbasî farsî û kurdî bûye û mîna " petek" jî derbasî tirkî bûye.



    2018.02.02-13:02 | umed

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dewrêşê evdî [1]
    Li wêranşarê gundê ereba ku bi navê "edşanê" tê zanîn gora w...
    cibinîk [1]
    Çapûneke di teşeya prîzmaya çargoşe de ye. Weke perdeyekê ye. Havînî d...
    ayasofya [1]
    Avahiya neka dîsa weke mizgeftê hatiye vekirin. Tu dibêjî qey mizgefta...
    çewlîg [2]
    Bajarê ku du roj berê lê bûm. Min nû dît, min bala xwe da mirov û axaf...
    egîd nûser [1]
    Bi navê xwe yê fermî mîna "egîd yazar" jî tê zanîn. Ji axaft...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » petîx vs şebeş

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî