Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 18 peyam
    kundir - tirşik
    kundir
    (0) (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. nebatek e. dirûvê wê wek petêxa ye. lê wek petêx hundirê wê bi dendikê wê tije nabe, hema hema vala ye. dendikê wê kêm e lê pir xweş in.



    2014.03.18-17:39 | mergehez

    2. carinan bi henekî carinan jî wek heqaretekê tê bikar anîn. li cem me bi herdu wateyan jî tê bikar anîn. ku bi wateya heqaretê bê bikar anîn, em jî dikarin bersivekê bidin.



    2014.03.18-17:54 | mergehez

    3. (bnr: serî lê bû kundir)



    2014.03.18-20:02 | mergehez

    4. bi qewlê osman baydemîr tişta ku ji pakêta hikûmeta akpê derketiye ye..

    - çi ji pakêta wan derket?

    - kundir derket, kundir!



    2014.03.18-20:15 | endazer

    5. li cizîrê jê re kulind dibêjin û ji kulindên biçûk yên ku pê dolme tên çêkirin re jî dolmik tê gotin.. dolmik gir û girover e û dolmik jî rast û tîk û dirêj e..



    2014.03.18-20:16 | endazer

    6. Ji cureyekê wan re kundirê mîranî tê gotin..her wiha stran jî li ser hatina gotin.



    2014.03.18-22:06 | birho_fîlo

    7. (bnr: kulind)

    xwarina xwaringehê ya îro ye. min nîvro xwar lê nikarim êvarî jî bixwim bes e lo, ev çi eziyet e, ji xwe vê roja piraniya kesan re betlane bişixwile û serde jî sibeh êvar kulind bixwe!



    2014.05.24-18:39 | azadixwaz

    8. gelek mezin e lÊ hundir vala ye

    26.06.2014 pakêta nû a hikûmatê



    2014.06.26-13:38 | ferhenga şikestî

    9. Piçûkiya xwe da, dema ku ez bi heft-heyşt salî bûm, porê min di dikana berberê da bi makînayê sisê nimro dihat jêkirin. pênc deqe besê min bû. mû li ser çavên min û rûyê min belav dibûn. nizanim çima, min xwîdan dida. ez qayil bûm xwe bixurîyama lê belê berberê kûçikbav digot "xwe tevnegerîne!" dikaribûm bifetisîyama. ew porjêkirin ji min ra, gedeyekî reben, zilmekî pir giran dihat. û bi ser da jî ji ber kinbûna porê min, li malê ji min ra digotin kundir.



    2018.02.01-17:33 ~2019.12.04 20:58]| mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    komkujiya geliyê zîlan [1]
    Îro salvegera komkujiya gelîyê Zîlanê ye. Di 1929an de s...
    di dîrokê de îro [3]
    îro, 12ê tîrmeha 2020an Bûyer B.Z. 100 – Î...
    kurdên femînîst [4]
    nîvmayî ye lê ji bo keran destpêkek e: femînîzm/123048 (paldayi: yên jêr ji b...
    rojnivîska tirşikvanan [1]
    silav tirşika bêdeng û bêxwedî ( moderetor bi xwe nakevênê, êdî bûye ...
    kano [1]
    Qayîka pê bêrikan tê kişandin, ji bo kesekî yan jî du kesan tê çêkirin...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kundirê qerayê

    Kategoriyên mijarê:: nebat
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî