Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    16 mijar û 21 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; lobiya reşşikan
    peyamên çepikkirî

    1. bi qasê lobiya faîz û waîzan tunebe jî kêm zêde di tirşikê de lobiyeke wiha heye, û bêyî qisûr û kêmasî wezîfeya xwe bi heqqî eda dikin.. erê bi rastî jî carinan hin kes ew qasî bi sempatîzanî yanî korbawerî dinivîsin mirov bi xwe re nabîne tiştekî jê re bêje û binivîse, lê reşşikandinên organîze jî ne riyeka maqul e..

    wek nivîskarekî ku hê destê wî li bişkoja reşşikê negeriyaye bi dileke rihat karim bêjim ku xêrê bikin û qet nebînin, û xwudê xêra wan qebûl neke, çeppik an reşşik ji min bi xwe re ne xem in, carinan dibînin ji ber vê meseleya çeppik û reşşikê hin nivîskar dikevin depresyonê de û dilê wan ji tirşikê reş dibe..



    2014.03.16-22:54 | endazer

    2. ne tişteke ewqasî giring e,

    (bnr: hobiya reşşikan)



    2014.03.16-23:58 | azadixwaz

    5. Dîsa dest bi kar kirine*



    edît; neêşiyaaaaaaaa de lêxin hovino lêxin!



    edìt2: henek dikim şekirnoo*



    2014.12.30-17:30 | ferhenga şikestî

    6. dîsa li ser kar in...

    bi awayekî eşkere dibêjim, yê/a ku ewqas reşik dayiye peyamên min ên vê taliyê, rasterast gerîzekalî ye..



    2016.01.10-17:17 | ferhenga şikestî

    7. a yekem; mıgırdiç margosyan ne bi tirkî ye, bi ermenî ye

    a duyem; özgür aydemir ne stranbêjekî tirk e, kurd e û ev jî navê wî ye, ma navê taybet tên guhertin? ma çi binivîsim? azad hîvhesin?

    a seyem:evrimagaci.org navê malperekê ye, ma bêjim darawerarê.org?

    a çarem: tesbih taneleri navê orjinal ê pirtûkê ye

    a pencem: hebekî te'mul û toleransa we hebe, ez ji reşşikan naêşim, dema ez di derheqê mijarekî de dinivîsim bi qasî ku ji min tê objektîf dibim. ferhenga înteraktîf nabe ku bi tenê ji zimanekî pêk were, min berê jî gotibû; sernivîs bi çi zimanî dibin bila bibin lê bes peyam bi kurdî bin..

    a şeşem: çi elaqeya xulamtî û koletî û sernivîsên tirkî pê heye? tê bêjî qey em nivîskarên ekşiyê ne û hatine li vir bi tirkî dijîn û ji kurdbûna xwe fedî dikin, hebekî bi mantiqa xwe tevbigerin..

    di kurdî de ji xeynî çend tiştên binkêtî tu tişt nîn e, em dikin ku bi saya serê tirşikê vê qalikê bişkînin, loma pêdivî zimanên dî jî dibe. aniha di ferhengên tirkan de bi hezeran mijarên ingilizî hene, bi deh hezaran mijarên bi zimanên dî hene, ma ew giş kole ne? ez bixwe jî bi hezeran tişt ji wan hîn bûme û gelek caran jî hatime li tirşikê min zêde kirine..



    2016.01.10-17:41 ~17:49]| ferhenga şikestî

    8. Ev xêrnexwazê ku li gorî kêfa xwe reşikan dide kesan bila pêşiyê fêrê rastnivîsa kurdiyê bibe. nivîsên tê de evqas zêde çewtiyên nivîsê hene kêrê tiştekî nayên



    2016.01.10-17:41 | sergijik

    12. Endamek vê lobiyê anha hemû peyamên tirşikê direşşikîne. Tê xêr ê gelo ? Derdê te çiye eşkere bêje ?



    2016.11.05-20:03 | biaqila malê

    13. ne endamek e herî kêm didu ne. (gere wisa be) ji ber ku peyameke min re du reşşik hatiye danîn.



    2016.11.05-20:08 | hozan serhad

    14. nizanim îşev çi bi wan hatiye derdê wan çiye * wexta min peyamên endazer di Nav dengdanên dawîn dît min got " dîsa çepik didinê " lê min vekir ez şok bûm *
    (bnr: münacaat)



    2016.11.24-00:21 | biaqila malê

    16. yawww car caran kêfa te ji ramanên nivîskarekî nehat, wek ku em bêjin di peyama wî de dev tavêjê yekî felan mevan, an jî di peyama wî ne li gorî formata tirşikê ye ....

    lê ji bo xwedê aniha, li vir camêr qala jiyana helîm yûsiv kiriye, yekî reşşik da ye vê peyamê, ax lobiya reşşikan, xwedê heqê me ji were nehêlê :(
    Here lînkê



    2020.06.10-21:04 | merwano

    17. Li hember wan simurg56 divê lobiya çepikan li darbixe çend kesan bi pere bigre bila hima li çepika din * ew lobiya reşikan ji bû moralê tirşikvana xerabikin ji hesûdiyan di reşikinîn gelek caran. Ez jî demek gelek bi gazin bûm jiwan lê ji demek pêde min guh neda wan êdî nadim jî. Hun jî binivîsin û derbas bibin em nikarin li gorî dilê her kesî binivîsin mixabin.



    2020.06.10-21:22 | shorbevan