Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
herman hesse - tirşik
herman hesse
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar û helbestvanê elmane..

Di şevê de bîranîna hevalekî



Di vê sala bêqudoş de payîz zû hat;

Evara bi tenê li mêrga digerim,

Ba li şewqa min dide û guhdarîya dengê barane dikim.

Ka tu? Tu çi dike heval?



Belkî te di gelîkî tarî de kon vedaye, agir kiriye,

Û tu di ser çîya re li heyvê temaşe dike;

Li heyva kû ji dasê xwe vedikişêne kevane…

Belkî di nav firaza erdekî de te xwe direj kiriye, tu razaye

Û xwîsîye li anîya te û rextê te daye.



Kî dizane belkî îşev li enîya şer a herî dûr tu li hespekî siwarî,

Çeka te di destê te de ye, kenekî şîrîn li ser lêve te ye,

Û bi dizîka ve tu tiştna di guhe hespê xwe ye westayî de dibêje.

Belkî jî –xeyalkirina xwe di domenim- tu li qesreke xerîbe kû baxçe we heyî buye mevan,

Li ber şibake runiştîye, tilîya xwe li tûşe pîyanoye dixê kû dengekî hişyar bikê

Û li ber ronîya çiraye namekê dinivîse.



Û belkî ji xwe zûde tu bêdeng maye, tu hatîye kuştin

Û hew edî şewqa roje dide wa çaven te ye delal û cidî.

Deste te ye delal û çakar reng avetîye û bi te ve daleqiha ye, anîya te ya sipî qeliştîye.

Ax! xwezî careke dî, tene careke dî wê roja dawî min hezkirina xwe nîşa te dabane

Û çend tişt li ser gotibane,

Ew tişte kû yek xof dike bêje min gotibane.





Lê tu min nasdikê, tu zane… û, û tu îşev li ber derîye qesra tu lê mêvan sekinîye

Bi rûkenî tu serê xwe di hejêne,

Li çiyê tu serê xwe ji hespa xwe ya betaqat re di hejêne,

Te serê xwe danîye ser wî pûşe hişkê kû te ji xwe re xistî balgih îşev ,

Tû min têne ber çave xwe û bi min re dikenê



Û belkî jî rojekê tu de ji şer vegerê,

Evara dîsa tu de bi min re derkevê gerê,

Behsa Langwy, Luttîch, Dammerkîrch ji min re kê,

Tu de hedî hedî beşişê û careke dî her tişt we weke bere çêbe.

Kesek edî behsa xemgînî û dilşikestîyen xwe ye evîne, behsa şevên bêhizur ye kû di şer de bihurîn nake.

Tene bi henekke te xemgînî, şer, şeven bêhizur,

Biruska havîne ye kû li hevaltî û biratîya mirovatîye ketî tirsêne, wa dûr êxe kû êdî hew vegerin

Û tu de paşerojekê hînik ji wa çêke.



Ji îngîlîzî werger: Kadir B.



16.03.2014 21:32 | janbarblues

2. pirr jê hezdikim gurêçolê êşa dilê min distrîne



17.03.2014 20:27 | elomelo

3. navê wî yî tam Hermann Karl Hesse ye. 1877an de li gundêkî bajarê Calw yê almanyayê hatiye dinê. Kalik û pîrika wî li Hindistanê mîsyonertî kirine. Hermann Hesse xwe jî di bin bandora feylezofiya wê heremê de maye, ji nav civaka Almanan ya wê çaxê de cara yekem bûye ku kesekî pirtûkeke wekî (bnr: siddharta) dinvîse û jiyana (bnr: budha) bi devê Europîyekî ji nû ve şîrove dike. Bi min, divê civakên wekî ya me, ku rizgariya xwe her tim girêdayî xwedayekî, şêxekî, serokekî,bavekî dikin divê pirtûkên wiha bixwînin.
(bnr: steppenwolf) (nizanim gelo meriv wekî gureçolê/ gurê karran an çi wergerîne) pirtûkeke bêhempa ye.



09.03.2018 15:21 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hermann broch

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî