Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
william blake - tirşik
william blake
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbestkar,nîgarkêş,pÊşbînê mîstîk,anarşîst û şoreşgerê îngilîz ê serdama romantîk.



helbestek ji william blake:



ez ê çima ji mirovên thamesê hez bikim,

çima paxavê bi pÊlên rîpkar Ên cobarÊn kirÊkirê bikim;

çima ji ber teqînên tirsê yên biçûk bimelisim,

ku cehş bi guhÊ min de dijenînin?



tevî KU Lİ PERAVÊN THAMESÊ YÊN RÎPKAR Jİ DAYÎK BÛME,

TEVÎ KU AVÊN WÊ DEST Û PİYên min ên virnî şûştine,

wê ohio min bişo, ew ê min te'fîl bike:

ez bende ji dayîk bûm,lê diçim da ku bibim azad!



16.03.2014 12:42 | avên_sar

2. helbesteke william blake



strana dadokê



ku dengên zarokan tên bihîstin li mêrg û çîmanan

û kurtepist li dolê,

rojên ciwaniya min ji nû ve hişyar dibin li bîra min,

rûyê min dibe kesk, digire rengê çolê.



êdî werin malê, zarokên min, roj çû ava, werin,

çilkên xunava şevê ketin;

bihara we, roja we bi lîstikê dêrîs bû,

zivistan û şeva we dikeve dilqekî din.



04.04.2014 01:45 | avên_sar

3. bexçeya evînê



ez çûm li bexçeya evînê

û min dît ku berê min qet neditî bû

derîkek di nav da hatibû çêkirin

ku li wir li ser mergan dilîstîm



û deriya ev derîkê girtî bû

û "dibê tu nekî"li ser derî nivisî bû

ji ber ve ez li bexçeya evînê vegeriyam

bo ve gelek kulîlkên şîrîn aciz bûn



û min dît li vir gor tijî ye

û li cihê kulîlkan dibê de kêl hebûn

û di nav cibêya reş de papaz digeriyan

û kêf û xwestina min bi girêdayîna deviyan re ma



William Blake



04.04.2014 03:31 | havka

4. hêmaya xwedayî



bo paranî, dilovanî, aramî û hezkirinê,

derdên wan hebin, her kes başkuriyê dike;

û bi pêş van dilpakiyên şadiyê ve

her kes radihêle şabaşê dike.



çi ku paranî, dilovanî, aramî û hezkirin

xweda ye, bavê me yê delal e,

û paranî, dilovanî, aramî û hezkirin

mirov e, li wî pûtepêtan û mindal e.



çi ku paraniyê dilekî mirovî heye,

dilovaniyê rûyekî mirovî;

hezkirinê şêweyê xwedayî yê mirovî heye,

û aramiyê kirasê mirovî.



lewma her mirovê ji her welatî,

yÊ ku ji ber derdên xwe dike başkuriyê,

başkuriyê dike li şêweyê xwedayî yê mirovî,

li hezkirin, paranî, dilovanî û aramiyê.



û hez kî pûtperest, tirk yan jî cihû be,

divê her kes bike şêweyê mirovî;

Li kû paranî, hezkirin Û DLOVANÎ HEBE,

li wir heye xweda jî.



william blake



07.04.2014 01:31 | avên_sar

5. dilgeşiya sava



" min navê nîne,

jiyê min tenê du roj"

bila çi bibe navê te?

"min xem nîne,

dilgeşî navê min e."

dilgeşiya şêrîn bê serê te!



dilgeşiya delal!

dilgeşiya şêrîn a jî bi tenê du roj.

dilgeşiya şêrîn datînim navê te;

rû li te dibe geş,

distrênim demê xweş-

dilgeşiya şêrîn bê serê te!



william blake



12.04.2014 01:52 | avên_sar

6. helbestek ji william blake



mêş



mêşê biçûk,

destê min ê bêpûte

guh neda lîstika havînî ya te.



ma ez

wekî te ne mêşek im qey?

tu jî

wekî min ne mirovek î qey?



lew radibim govendê,

vedixwim, dibêjim stranan,

ta ku destekî kor

baskê min bike dêran.



ku raman jiyan,

şiyan û henase be,

nebûna ramanê

mirin be;



nexwe ez

mêşekî bextewar im,

çi bijîm

çi jî bimirim.



ji îngilîzî: k.nemir



18.04.2014 05:29 | avên_sar

7. Pirtûka wî ya piling kawa nemir wergerandiye kurdî. Ji kurdî-der a sêrtê diyarî min kirin.pirtukeke pir xweş e. lê zimanî kawa ji minre giran tê hinekî.



20.06.2015 04:16 ~04:17 | ronahî

8. xem neke Ronahî ji xwe zimanê Kawa ji kawa re jî giran tê *



20.06.2015 04:21 | aynştayn

9. Min gote ruyê wî bixwe lê napijîrînî dibêjî kurdîyekê saf e



20.06.2015 04:27 | ronahî

10. bi rastî wergerandina ji zimanekî serdest pir zor e, tew ku helbest be, ew zortir e



20.06.2015 11:27 | çinaro

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» william stewart halsted

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî