Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tewrat - tirşik
tewrat
(4) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. bavê incîlê û bapîrê kuranê ye.



15.03.2014 21:37 | nazim tolhildan

2. li cem min kurdiya wê a bi formata pirtûk jî heye! peymana kevn, xweş e mirov wê bixwîne



15.03.2014 21:38 | elomelo

3. Pirtûka ku Quran dişibê ye. Ji Mûsa re hatiye. Bi destpêkê destpê dike. Bi dubare kirina zagonê dawî dibe. Ji pênc pirtûkan pêk tê.
Bi min divê her mirov bixwîne.
(bnr: peymana kevin)



03.08.2020 19:18 | yûsiv

4. nav vê pirtûka pîrozda hin ayetada derbas dibe ku xwedê cihûyara qewitî dide û dibêje herin îltîcaya kurda (bnr: med) bikin yê we biparêzin û em zanin ku heta cihû welatê xwe ava kirin hinekî van başûr û rojavayê man. kêngî welatê van ava bû ew jî zivirîn welatê xwe.
alî din dibêje med heta zar û jinên dijminê xwe yê parçe parçe kin. yaw tiştekî wiha çawa nav pirtûkekî pîroz da derbas dibe? hişê mirov hilnade vê bêmerhametî



30.08.2020 02:01 ~02:02 | doesntmatter

5. Tewrat navê pirtûka pîroz a cihûyan e ku Berî Zayînê di sedsala 14an de dest bi nivîsandina wê hatiye kirin û ev yek kêm û zêde 700 salan berdewam kiriye. Di Tewratê de li ser afirandina dinyayê û li ser serpehatiyên Adem, Qabîl û Habîl, Nûh, Îbrahîm, Îshaq, Îsmaîl, Yaqûb, Esaw, Yûsiv, Mûsa û Harûn tê sekinîn. Pirtûk ji 5 beşan an ji bi gotineke din ji lihevanîna 5 pirtûkên din pêk tê.

ew pirtûk kîjan in? 
1
Destpêkirin.
2) Derketin an pirtûka Derketina Îsraêlê ji Misrê.
3) Qanûna Kahîntiyê an pirtûka Lêwiyan.
4) Hijmartin an pirtûka Hijmartinê.
5) Dubarekirina Şerîetê an pirtûka Vegerandin li Qanûnê.

Tewrat ji bo dîrokzanan pirtûkekî girîng e.
li ser guherîna tewratê naxwazim biaxivim lê ev tişt heye ku çi guheriye çi neguheriye Tewrat ji bo dîroknasan gelek pirtûkekî girîng e. ji ber ku di bûyerên di pirtûkê derbas dibin dema wê jî dîyar e. Tiştên ku tê qal kirin bi dema wê re tê gotin. Her wiha di wê demê de kîjan key li ser dewletê bû ew jî diyar e. Di vê rewşê de, pirtûkekî ewqas kevnar ji bo dîroknûsan gelek girîng e.

ramanên min:
Piştî mereqa min a li ser dînê, min gelek pirtûkên pîroz (Încîl, quran, Tewrat, Zebûr, gotinên Silêman û hwd) hem bi zimanê kurdî hem bi zimanê tirkî xwendin. ji ber ku li bin mijara tewratê dinivîsim ez ê qala tewratê bikim.

Tewrat bi şêwazeke tûj hatiye nivîsîn. Dema mirov dixwîne matmayî dibîne ku Xwedê çawa tiştên wisa pêşkêşî mirov dike. Tiştên ku tê behs kirin wekî çîrokên la fontaine dixuye.

Tewrat bi afirandina dinyayê destpê dike. di destpêka demê de Xwedê erd û ezman afirand (destpêk:1:1) pirtûk bi çêbûna adem, hewa, gunehê yekem berdewam dike. piştre jiyanên pêxemberan, tiştên hatine serê cihûyan vedibêje û wisa pirtûk xilas dibe.

di Tewratê de bûyerên ecêb:

1) li gel keçikên xwe razana pêxember Lut.
2) çêbûna adem ji axê û her wiha çêbûna hewa ji hestîyên adem.
3) piştî guneha yekem, gotina Xwedê ji hewa re " piştî vê demê ez ê tawaneke bidim jinan ku dê ew bi êş zarokên bînin dînê. ji ber ku te ew sêv xwar tu yê di bin sîya mêrê xwe de bimînî û bi wî jiyana xwe derbas bikî ji ber ku te ji wî çêbûy.
3) piştî lehiyê ji aliyê xwedê ve diyarkirina bûka baranê. (nûh)
4) Soza ku ji Medan re hatiye gotin ango (kurd, fars, afgan hwd) hûn ê di dawiya dinyayê de rêya Xwedê amade bikin.
5) nîşaneyên hatina Îsa.
6) kuştina zarokê yekem.
7) gunehên pêxemberan, harema pêxember Silêman.
8) 10 zagonên bingehîn.
9) hin ayetên hov. Wekî: zarokên te li ber çavê te dê perçe perçe bibe. wê malên wan hilweşe. û dê bikevin irza jinan. (Îşaya: 15:16)
10) berbilav bûna cihûyan û mezin dîtina qewmê cihûyan.

gelek tiştên din hene lê ji bo niha bes e.


Bi kurt û kurmancî ez tenê xwendevanek im. nêrîn û ramanên her mirovê cuda ne. bi min ji bo zanînê, ji bo nasîna dîn û Cihûtiyê divê ev pirtûk bê xwendin. Divê bi gotinên klişe wekî - Tewrat guheriye ne hewceye bixwînim - nekin û rastiyê hûn bi çavên xwe bibînin.



02.05.2021 17:39 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tewrat

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî