Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; serxwebûna mirîşkan
peyamên çepikkirî

31082. Li welatê me xerza,

Dîkek hebû şareza.

Rokê çû nav dîka,

Ji wan re go hêdîka:

Rabin bêjin mirîşkan,

Bes xwe bidin enîşkan.

Dîk û mirîşk bûne kom,

Berê xwe dane cem bûm.

Leşker tev bûne lek,

Hin çeleng û hin kulek.

Berê xwe dane çolê,

Tevlî koç û tev êlê.

Teyra di ko nagehan,

Hatî leşkerkî giran.

Tevde firîn ji malan,

Berê xwe dane balan.

Ew jî li hev bûne kom,

Yekî rabû gote bûm;

Ey padîşahê teyran,

Wey serbilindê Tûran,

Rabe ser xwe tu mîro,

Ji bo me bêje îro;Ev leşkerê bê jimar,

Gelo heye jê zirar.

Bûm kenî û gote wan;

Bakin bazê pehlewan.

Hudhud rabû serferaz,

Wî çû bi lez gote baz;

Go rabe ey tu bazî,

Şeh te îro dixwazî.

Baz çû cem şeh li banî,

Destê xwe l´ser hev danî.

Go ey xwendekarê min,

Zû li min ke barê min,

Bûm gote bazê xwînxwar,

Bi lez rabe here xwar.

Bazî rabû weke şêr,

Firek da xwe hate jêr,

Bazê terî bi rêşî,

Hate cem dîkê pêşî,

Destê wî girt û hejand,

Nitqek jê re dirijand.

Olan sen nerelîsen?

Go em xelkê bedlîs in.

Sizin bûrde ne îş war?

Dîk xeyidî lê da dar.Bazî şehda xwe anî,

Dîk jî darê xwe danî.

Go bi zor û bi gazin,

Em heqê xwe dixwazin.

Baz go kî ye serleşker?

Go tu nizanî ey ker,

Ez im paşa ez im mîr,

Ez im şahê cihangîr.

Bazî çû cem dîkê dî,

Dî ko ew jî wekeî wî.

Tevan go paşa û mîr,

Kesî ne go ez wezîr.

Nefer bûne yûzbaşî,

Heta giha ê paşî.

Bazî rabû çû banî,

Li ber destê bûm danî.

Tilûr tev lê bûne kom,

Qale ya ey-yûhel qewm.

Ev hatine ji mala xwe,

Divên istiqlala xwe.

Bûm go bazê dilawer,

Gelo kî ye serleşker.

Go tev paşa û mîr in;

Bê wezîr û gizîr in;Bû hêdî rabû ser xwe,

Taca xwe da serê xwe.

Go bi taca serê min,

Kes nîne hemberê min.

Rabin wek pehlewana,

Dê em herin ser wana.

Hatin teyrên dubirak,

Bakirin kund û qirak.

Go hon werin binêrin,

Ka em îro çi mêr in,

Dîka xwe da enîşka,

Bû qidqida mirîşka.

Go fermana we rabû,

Koma we j` hev bela bû.

Ê ko kuştin ê ko man;

Hatin gundan bê goman.

Wan jî weke me kurdan,

Destê xwe j` ber xwe berdan.

Elok û tûtik û qaz,

Tê de bûne belengaz.

Tev de ketin koxê rê,

Çîroka me ji we re xweş.

Wek seydayê Cegerxwîn,

Hemî bûne dilbirîn



14.06.2013 20:27 | endazer

31084. rastî jî ev helbest ser me kurdan hatiye nivîsandin, rewşa me kurdan, çima yekîtiya me naçebe; derheke ve de cegerxwin nivîsiye



16.06.2013 23:12 | simurg56