Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
gunehbûna alkolê - tirşik
gunehbûna alkolê

Navê mijarê ya ewil ev bû:alkol çima guneh e
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. tişta ku min fêm nekiriye ye.

yanê çi sÛncê alkolê heye ku bûye guneh. ji ber ku hin kes zêde vedixwin pê serxweş dibin, çima bi her awayî hatiye qedexe kirin.

mesela hin misilman hene dibêjin alkol ne guneh e. hinek ji wan jî dibêjin ger mirov sexweş nebe, ne guneh e. alkol ger zêde neyê vexwarin zerar nade mirov tenê hinek bizavdar dike. lê qey tenê ew mirov bizavdar dike. naa gelek tişt hene ku tesîrên wisa li ser laş û hişê mirov dike. nexwe çima ew ne heram in lê erak heram e. madeyên narkotik, cixare ne guneh e lê alkol guneh e. tiştekî ecêb



14.03.2014 10:13 | brusk56

2. Pirsek bêwate ye.

Mirov çima alkol distînin? bêguman ji ku aqlê xwe hinek sivik bikin, dilê xwe xweş bikin û ji hişê xwe dûr bikevin. kes nikare bibêje ku ji ber tama wê tê vexwarin.

Ê li gorî baweriyên olî, tekane ferqa mirovan ya ji heywanan ew e ku mirov ji hebûna xwe haydar e, xwediyê fikr û aqil e û hwd.

Ev hemû taybetiyên ku ne li jor behsê kir, dema alkol tê vexwarin, ji holê radibin. ez tu kesî bi heywanbûnê tawanbar nakim lê ev yek jî tespîtek rast e.

Alkol ji ber vê yekê guneh e.

Ji aliyê din ve,

- dibe sedema nexweşiyan (hindik alkol, hindik nexweşî; pir alkol, pir nexweşî ye. Hindik jî were vexwarin zerara wê heye.

- dibe sedema qezayên trafîkê.



Ji aliyê din ve, mirov nikare bêje sîgare û tiryakên weke eroînê ne guneh in. Li gorî îslamê her tiştê ku zerarê dide tenduristiya mirov heram in. Ya rasttir; kirinên ku zerarê dide bedena mirov heram in. Divê mirov hay ji bedena xwe hebe ku ev beden jê re emanet e.



Li gorî îslamê sedem û mantiqa qedexekirina alkolê ev in.



14.03.2014 13:38 | simurg56

3. pirsa ku mirov nikare wek "kêm vexwarin ne guneh e" bibersivîne. wexta ku alkol tevlî xwîna te dibe tu 40 rojan heram dibî. ma mirov 40 rojan serxweş dimîne? ji loma kêm vexwarin ango zêde vexwarin, ji hiş çûn ango neçûn ne qistasek e di vê meselê de.



14.03.2014 19:59 | oxir

4. pirsa ku tu bersivekî bimantiq nikare bê dayîn e. ji ber ku qedexebûna alkolê bêmantiq e.

cixare û madeyên narkotik* jî ji bo aqlê xwe hinek sivik kirin, dilê xwe xweş kirin û ji hişê xwe dûr ketin tê kişandin lê ne guneh e. qey dema mirov devê xwe biavêje erakê di cî de serxweş dibe. mirov dikarin heta astekî alkol bistînin û erbeyê jî biajon. him dema tu alkol distînî, zerar an feyde çi be, tenê dide te. lê dema tu rê de jî cixare bikişînî mirovan aciz dikî û zerar didî wan jî. bi vê mantiqê, cixare ji deh qetê alkolê zêdetir guneh e.

hin kesan jî gotiye dibe sedema qezayên trafîkê. erê ji xwe wextê hz.muhammed de jî erebe û trafîk hebû û dibûya sedema qezayên mezin. kê gotiye qey here vexwe û paşê here erbe biajo. tu wisa bikî ji xwe mirina xwe jî heq dikî. bila piştî erak vexwarinê, erebe ajotin heram û guneh be. çima alkol guneh e ? ajotina erebeyê, mirov bêalkol be jî dibe sedema qeza û mirinan nexwe bila ew jî qedexe be.

li gor hin kesan, alkol ji bo tendûrîstiya mirov ne baş e. erê zerara wê heye, lê ger tu avê jî zêde vexwî zerara wê heye. ji xwe hin xebat nîşan dide ku alkola hindik bê vexwarin, ne zerar lê feyde jî dide mirov.

kola ne baş e, lê guneh e ? na. şekir û xwê ne baş e, guneh e ? na. kebab ? kebab çima ? yanê mesele ne nebaşiya alkolê a ji bo tendurîstiyê ye.

mirov nikare bi qural û qaîdeyên beriya 1500 salan qedexebûna alkolê, niha piştrast bike. erê wê demê gelek dihata vexwarin tê gotin ku weke lehiyê ji kuçeyan diherikî. lê aniha, mirovên medenî, bi awayekî medenî vedixwin û tu tişt jî nabe.



14.03.2014 20:57 | brusk56

5. hê jî pirsek bêwate ye.

lê hê jî behsa narkotîk û sîgareyê tê kirin. weke min li jor jî gotiye; narkotîk û sîgare jî guneh in. em nikarin fetwayek wisa bidin lê li gorî mantiqa îslamê ew jî guneh in.



tu daneyek zanistî tune ku îspata feydeyên alkolê bike, lê ji bo zerarên wê bêhêjmar hene.



ger ev dinya azmûnek be û em mirov -weke tekane candarên xwedî îrade û vîn - ji kirinên xwe berpirsiyar bin, bêguman tiştên ku vê îradeya me dişkînin an jî sist dikin wê guneh bin. zarok û dîn ji kirinên xwe ne berbirsiyar in, ji ber ku îradeyeke wan tune. Nexwe divê mirovê serxwe$ jî neberpirsyar bin gelo? Tam ji î ji ber vê yekê alkol divê guneh be.



Behsa mirovên modern tê kirin lê gelek ji van mirovên modern ji bo dev jê berdana alkolê terapiyan dibînin.



Eslê xwe de herkes dizane ku alkol ti$teke ne ba$ e, lê ji ber ku kêfxwe$iyê dide mirov, mirov nikarin dev jê berdin an jî weke hinek mînakên li jor, nikarin jê birevin û hewl didin ku vê rastiyê xef bikin, makyaj bikin.

Ji xeynî jina xwe, bi jineke din re têkiliya zayendî jî guneh e. Hemû dinya jî mîna navê xwe dizane ku ne ti$tekî ba$ e jî, lê dîsa jî yên herî oldar jî carinan nikarin xwe jê vedin û loma ew jî hewl didin ku vî karî helal bikin. (bnr: zewaca mut'a)



14.03.2014 22:21 | simurg56


7. jiber ku ew û hemû maddeyên hişbir dema mirov bikartîne mirov hunermenda gohdardike hunermend hêdî hêdî dimrin an li filmek temaşe bike listikvan dimrin, bi taybetî jî hişberî dema mirov li ba kî bikarbîne mirov wan dike wekî kole, ajan bixwaze çi bi wan bike dike, bi v î awhayî rizqê mirovan dixwin di dawiyêde ez j î bi îzna xwedê ji wanre nahêlim min nû ferqkir ez tiştek wiha dikim wan çarp miş û toplamîş dikim....

herwiha çi hatiye serê mirovatiyê, çi pîsî çêbibe ev kes dibin sedem..
mesela
wan kesên di xendekande, li şengalê, li kobaniyê û pirahiya kurda gunehê wan eve alkol hişber î zîna an jiyanek wisa adil heye cinet çewaye eynî wisa... heta niha min şivan perwer gohdarkiriye û mala me xerakiriye , min xêro abbas gohdarkiriye mala we xerabkiriye.. û min bi hem û kêşên dinyayêre bi tena ser ê xwe şerkiriye û dikim

li der dorê we kêş û araqxur hebin divê teqez bikar neynin şertên islamê weynin cih an di demek kurte ezê dest bidim ser rihê wan axirzeman destpêkir
ger di nava pkkêde kesên bikarhanîbin wê tev herin helaketê ez mirova şîfa jî dikim min bibînin ji kesekîre behs nekin bê henek ez çewa we bidim bawerkirin vê hefta çû min balafirek esad da xistin ezê vê heftê an hefteka din firset bibînim ezê di rihê esad nim bi dilxweşiyek bike bin sala nû û ji berêvkîde bi nava zaliman bikebim hun dizanin dora kiye jixwe *
lê dilê min heye ez rih ê wan di cejna remezanê de bistînim ez di qun mam niha * lê wê gelek mazlum j î şehîd bikebin dereng î dibe edî hun rejîma esad jibîr bikin


hewqas min got bira min nas nekin min dîsa xwe da dest neyse tirşikçîno ezê rihê we j î bist înim hun sebir bikin

di mesala kerkukê û û heşda quzulqurt de jî pêçîka min û ortê heye ezê paşê jiwere bibêjim : )

hişyariyek ji dil û can ger kêfa min ji wera nehata win ji tina bimrana min tuka xwe nedida : ) l ê nelet li şeytana bê. miroj ji muzikê pêktê temelê hemû mirova bi muz îkê hatiye avêtin hem û muzika gohdar bikin ne faşist bin hemû muzikan lê belê teqez divê bê alkol û hişberîbe jiber dema hun gohdar bikin hun ê kêfxweşbibin bedew bibin, emir dirêj.. lê bi alkol ev bedewî, emir dirêjî.. jiwere namîne jibîr nekin
an dev ji muzikê berdin jixwere limêj bikin azan ê gohdar bikin û îslam lo : )

û mirov ên mîna gumgumok îman kamil jî tiştek bi wan nabe bira ne tirsin ji halê xwere şikir bikin..

hinek bi fikirin bibînin me kurda çewa di dada ahmet kaya aram digran , cigerxwin mehmet uzun, yilmaz guney û filan û bêvana niyaye tobe tobe..

neyse dirêje hewqas bes pêşeroj a kurda ye bi îzna xwedê wê xêr û bêrek wisa wê were cîhanê.. rastî min tê derxist û hê tê derdixim jiyan tiştek çewaye

ezê rojek zelaltir herfo herfo mijarê dirêj bikim ez zanim we fehm nekir *

hz mehdî jî apê mine kerametên wî di dest ê min dene ehlaq ê wî edî hew dibe dijberî yê mine * kesê dixwaze li stenbolê dikare bibîne lê ew hê jî qebul nake dibeje ez ne hz mehdî me dibêje ma xwedê çi kêmasî daye ku ezê derêm.. ji vir û 2 salê din ezê wî bizorê derxim *

silavên xwedê li ser endazer : )



29.12.2017 11:08 | telebê hz mêdî

8. xwidê gotiye haram e. Û hew!



Helal û heramî li gorî emrê xwidê ye. Ne li gorî ziyan û menfîetê ye. J'bo wisa dilopek araq meriv serxweş nakê lê dîse jî haram e.

Hem haramiyên hinek ummetan, niha helal in; hinek halaliyên wan niha haram in. Mînak di tevratê de xebata roja septê haram e, lê li gorî Qur'an'ê helal e. di Qur'an'ê de xebata piştî bangdana roja îne heta ninêjê haram e. Lê di wextê nebî mûsa de halal bû ...

Lê hikmeta helal-heramî li gorî ziyan-feydê ye. Yek dikare bêjê tiştê haram xerab in. Yani tiştên haram j'bo qenciya mirovan haram in . Weke li banî sîmurg jî gotî zîyanen heramiyê zehf in.



29.12.2017 12:50 | gumgumok

9. Tiştê sînorê wê nediyar hemû însanan dixwe nava gumanan. Herambûna alkolê bawerî ye. Tiştê bawerîyê de sebeb nayê pirsîn.

Ji ber vê bêsînorbûna tiştan pîskopatên mezin ji nav me derdikevin..
Hin kes hene ji sibê heta êvarî limêj dikin. Hin kes hene hema bêje her rojê rojîyê digirin. Hin kes dibin daîşî.
Çawa av kêm be jî zêde be jî zerar e lê ji ber sînorê wê tune ye ne heram û guneh e lê zerar e. Her wiha rojiya zêde jî ji jo xêrê tê girtin tahdeyê dide beden jî divê guneh be.
Welhasil ji ber di îslamê de eyar û sînorên însanî tune ne misilman wê tim nexweşiyê psîkiyatrîk bi wan re hebin(ji ber îslamê)

Hah ji ber nebûna sînorên alkolê di îslamê de kes nikare bibêje alkol piştî vê astê de heram e. Alkol di nav fêkî û mêwan de jî heye. Ew ne heram e lê alkola din heram e? Sebeb çi ye û sînor çi ye?



29.12.2019 11:16 | berxweda

10. Mijara ku min wek "gunehbûna elokê" xwendiye ye *



29.12.2019 21:24 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gunehbûna alkolê
» alkolê ezîz, min qet polîs venexwar

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî