Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
umut altınçağ - tirşik
umut altınçağ
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek underrated e.

gelek stranên wî yên xweş hene: merdena mina, mevsimsiz kar, ülke ol, Yitirilen, GULASOR, do do bibe, Erê Xime...



dengê wî gelek bigirî ye û giriyê mirov jî tîne. mixabin stranên wî yên herî xweş bi tirkî ne, lê yên bi zazakî jî xweş in.

strana lo berde jî, xweşik gotiye.



ji dêrsimê ye. navê wî yê rastîn barış erdoğan e.

4 albûmên wî hene:

albûmên (bnr: düşler vadisi) û (bnr: partîzan) hatine qedexekirin.

albûmên (bnr: umut yüklü bahar) û (bnr: mevsimsiz kar) hatine weşandin.



albûma wî ya dawîn mevsimsiz kar e. di vê albûmê de alîkariya fuat saka jî heye.



13.03.2014 22:06 | simurg56

2. niha doza wî camêrê jî bûye doza marê reş.qasî ku dengê wî xweşê ewqasî hebûna wî bûye sedema nîqaşa.demekî dirêjê ku albûmê nû dernaxê .li dersîmê ye û li avrupayê dijî .hinek der û dor dibêjin miriye lê ez bawer nakim ku rast be ,wisa ba niha zûda derketibû.hatanê niha çend qasedê wî hatiye qedexe kirin.sitran û helbestê xwe bi kurdî ,tirkî û zaza kî dibêjê .ez şaş nebim ew helbest ya wî ye lê zarokek dixwîne .



13.03.2014 23:11 | newenda

3. Ev camêr li ser rûyê erdêye an na ne kifşe lê tişta ez dizanim Stranên wî betir li xerîbîyê ten guhdarîkirin, dengê wî tera xwe zîz e,bi kovan e,bi keser e û melankolîke...



14.03.2014 23:14 | janbarblues

4. erê ximêya wî dil û hinav û kezebê li mirov diper/pit/îne..



14.03.2014 23:54 | endazer

5. nemiriye, hîn sax e meraq nekin*

vîdeoyeke amator girtiye û bar li youtubê kiriye vê taliyê



lê lê gulê ez birîndaro





03.04.2016 00:02 | ferhenga şikestî

6. zindîyê xwedê emrê wî bê dawî bike.. stranbêjê pirahîya stranên wî bî qalîtene bi taybetî jî mevsimsiz kar, acı, ülke ol, pusuya düştüm û hemû stranên wî *



03.04.2016 00:29 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» umut

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî